AMED - Zimanzan, nivîskar û wergêrvan ên beşdarî semînera ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hat organîzekirin bûn bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û xwestin xwedî lê were derketin.
Enstîtuya Kurdî ya Amedê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 1’an a Amedê semînerek li dar xist. Li eywana ku semîner lê hate lidarxistin pankarta “Roja ziwanê dayîkê ye dinya pîroz bo. Her wext bi ziwanê dayike” hate daliqandin. Ji bilî namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek kes tev li semînerê bûn. Moderatoriya semînera ku lêkolîner û zimanzan Mehemed Malmîsanîj li ser mijara “Etîmolojiya Kurd”, nivîskar-wergêrvan Saîme Xakpur li ser mijara “Li Bakur û Rojhilat rewşa ziman û wêjeyê” û nivîskar û weşanger Denîz Gunduz jî li ser mijara “Standardîzasyoneke di zimanekî de” axivîn, Gulçîn Şanli kir.
KIRMANCKÎ BI TUNEBÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE
Mehemed Malmîsanij ê di semînerê de ewilî axivî, qala zext û êrişên li ser ziman kirin û anî ziman ku ji ber zaravayê kirmanckî yê kurdî gelek kêm tê axaftin bi gefa tunebûnê re rûbirû ye. Malmîsanîj, diyar kir ku ji bo tirkî Saziya Ziman a Tirk heye lê ji bo kurdî saziyeke wiha nîne û anî ziman ku zaravayê kurmancî yê kurdî jî her ku diçe ber bi tirkî ve diçe.
Nivîskar û wergêrvan Saîme Xakpur a pişt re axivî, qala rewşa ziman û wêjeya kurdî ya li Rojhilat kir û pêşkeşkirina li ser pêşveçûyîna zimanê kurdî ya 20 salan amadekirî ragihand.
Nivîskar û weşanger Denîz Gunduz jî pêvajoya standardîzekirina zimanekî bi nîşandana mînakên zimanên din ên cîhanê vegot. Gunduz, bal kişand ku metota di kurdî de tê pêkanîn di kîjan pêvajoyê de tê pêkanîn û hem ji aliyê polîtîk hem jî ji aliyê civakî ve astengiyên li pêş kurdî nirxandin. Gunduz, bi taybetî îşaret bi xetereya ku zaravayê kirmanckî pê re rû bi rû dimîne kir, divê çima xwedî li ziman bê derketin bi sedemên wê re vegot û pêşniyarên çareseriyê parve kirin.