Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe

img
RIHA - Berdevka Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nivîskar Nerîman Evdike bi lêv kir ku beriya şoreşê zimanê kurdî li Sûriyeyê qedexe bûye û ji ber wê jî nivîskarên kurd bi dizî berhemên wêjeyî derdixistin û wiha got: "Şoreşa Rojavayê di heman demê de şoreşa ziman bû jî. Êdî kurd bi awayekî azad dinivisînin û ji aliyê wêjeyê ve pêşveçûnên mezin pêk tên."
 
Li Sûriyeyê di sala 2011'an de şerê navxweyî dest pê kir û bi destpêkirina şer re gelek hezên paramîlîter jî li herêmê derketin holê. Hezên hegemon ku plansaziyên wan li Rojhilata Navîn hebûn bi wan hezên paramîlîter şerê navxweyî yê Sûriyeyê kûr kirin. Ji ber şer gelek welatî li Sûriyeyê hatin qetilkirin û gelek welatî jî neçarî koçberiyê bûn. Kurdên li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo parastina bajarên xwe rabûn ser pêyan. DAIŞ ku wê demê li herêmê dest bi qîrkirineke mezin kir, li Kobanê Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşî lê girt û DAIŞ'ê têk birin. Bi têkbirina DAIŞ'ê re kurdan bajarên xwe ji hezên paramîlîter û rejîma Sûriyeyê azad kirin û dest bi xwerêveberinê kirin. Di serî de gelê kurd û gelên li herêmê dijîn bi "Şoreşa Rojava" pêngavek dan destpêkirin û Rêveberiya Xweser dan demezirandin.  Bi damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve li ser fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku, demokrasî, ekolojiyê û azadiya jinê esas digire li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin reşandin. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser li her qadê jiyanê li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên jinûveavakirinê hatin destpêkirin. Kurd ku welatê wan bûye çar parçe û ji aliyê dewletên serdest ve zimanê wan hatiye qedexekirin bi şoreşa Rojavayê re şoreşa zimên jî dan destpêkirin. Weke her qadên jiyanê ji aliyê huner û wêjeyê ve jî xebatên cur bi cur hatin destpêkirin. Kurd ku berê nedikarîn li Rojavayê bi kurdî binivisînin û pirtûkên kurdî qedexe bûn piştî şoreşê weşanxane ava kirin û niha bi awayekî azad berhemên wêjeyî yên kurdî çap dikin. Ji bo pêşvebirina wêjeya kurdî jî xebat bênavber berdewam dikin. Berdevka Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîskar Nerîman Evdike ku têkildarî xebatên wêjeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, diyar kir ku piştî şoreşê ji aliyê wêjeyê ve jî pêşveçûnên mezin pêk hatine.
 
'NIVÎSKARAN BI DIZÎ DINIVÎSANDIN'
 
Evdike bi bîr xist ku beriya Şoreşa Rojavayê ji ber ku nivîsandina bi kurdî li Rojavayê qedexe bûye nivîskarên kurd rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha got: "Beriya Şoreşê zimanê kurdî li Rojavayê qedexê bû, lê tevî vê yekê jî nivîskarên kurd bi kurdî berhemên wêjeyî çap dikirin. Gelek zehmetî dihatin kişandin lê ji bo wêjeya kurdî ya li Rojavayê bingehek hatibû danîn. Nivîskarên me bi awayekî nefermî lê bi dizî dinivîsandin. Hemû berhem jî ji ber kêmderfetan bi destê xwe dinivîsandin. Pirtûk û kovarên kurdî bi dizî dihatin belavkirin. Em jî li ser bingeha ku wan nivîskaran ji me re daniye niha dixebitin û berhemên wêjeyî çap dikin. Çapkirina berhemên kurdî jî gelekî zehmet bû. Gelek nivîskaran bi destê xwe berhemên xwe çap dikirin. Her wiha fêrkirina zimanê kurdî jî pirsgirêk bû. Ji ber wê jî berhemên wêjeya kurdî nedigihaştin her kesî. Piştî şoreşê ev rewş guherî."
 
'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ZIMAN BÛ'
 
Di berdewama axaftina xwe de Evdike anî ziman ku bi Şoreşa Rojavayê re ji aliyê wêje û ziman ve pêşvêçûnên mezin pêk hatine û wiha pê dê çû: "Şoreşa Rojavayê di heman demê de şoreşa ziman bû. Sazî û dezgeyên ku ji karê nivisînê, wêjeyê dikin êdî bi fermî dikarin karê xwe bikin. Hin sazî beriya şoreşê hebûn, lê derfetên wan kêm bûn. Piştî şoreşê derfetên wan jî zêde bûn. Hin sazî jî piştî şoreşê hatin avakirin. Bi awayekî fermî bêyî ku metirsiyek û qedexe hebe ev sazî bi awayekî azad kar û xebatên wêjeyî dimeşînin. Ev nivîsên ku beriya şoreşê hatibûn nivîsandin gelek ji wan winda bûne, ji ber ku nehatine çapkirin û belavkirin. Gelek nivîskarên beriya şoreşê jiyana xwe ji dest dane, lê lênûskên wan li cem malbata wan in. Ji ber wê jî karê me yî herî sereke ev e ku em xwedî li wan nivîsan û berhemên wan nivîskarên ku tevî zehmetiyan bi zimanê xwe nivîsandine derkevin. Piştî şoreşê gelek ciwanan jî berê xwe dan fêrbûna nivîsandina bi kurdî. Ji ber wê jî nivîsandina kurdî zêde bû û çapkirin û belavkirina berhemên kurdî hîn hêsantir bû. Piştî şoreşê êdî wêşanxaneyên me vebûn. Êdî em dikarin berhemên xwe çap bikin û belav bikin. Ev gavên gelekî mezin in. Em jî dixwazin ku di warê wêjeyê de gavên hê mezin biavejin."
 
XEBATÊN WÊJEYÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SURIYEYÊ
 
Evdike diyar kir ku piştî şoreşê gelek saziyên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin û der barê xebatên wêjeyî de jî ev agahî parve kirin: "Di qada wêjeyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziya sereke Koordîneya Wêjeyê ye. Koordîneya Wêjeyê di nav xwe de 6 navendên wêjeyê dihewîne. Di hundirê Koordîneya Wêjeyê de Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Navenda Mezopotamya ya Wergerê, Navenda Şopdarên Rojê ya Belgekirina Berhemên Şoreşê, Wêşenxaneya Şilêr, Kovara Şermola, yek jî Pirtûkxaneya Amara heye. Ev hemû girêdayî Koordîneya Wêjeyê ne û têkiliya hemû saziyan bi hev re heye. Koordîneya Wêjeyî gelek çalakiyên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixe. Dîvana Wêjeyê jî beriya çapkirina pirtûkan xwendin û nirxandinê dikin û piştre weke rapor ji nivîskar re dişînin. Heke pirgirêk hebin ev pirsgirêk tên çareserkirin û pirtûk diçe weşanxaneyê. Wêşanxaneya Şilêr jî wê pirtûkê çap dike. Helbet ne tenê Wêşanxaneya Şilêr hemû saziyên pirtûkan çap dikin divê beriya çapkirinê rapora erêkirinê ji Dîvana Wêjeyê bigrin. Ji bilî Weşanxaneya Şilêr ya giredayî koordîneyê weşanxaneyên serbixwe yên taybet jî hene. Bilî van saziyan jî saziya Yekitiya Rewşenbîran li hemû herêman heye ev jî cûr bi cûr çalakiyan derdixînin û hemû rewşenbîr endamê wê ne. Yekîtiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê beriya şoreşê jî hebû, lê li Ewropayê kar dikir. Piştî şoreşê li welêt dest bi kar û xebatan kir. Ev sazî ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li Rojavayê heye. Yekîtiya Nivîskarên Kurd, ev sazî jî beriya şoreşê hebû lê piştî şoreşê kar û xebatên xwe berfirehtir û azad dike."
 
WÊJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK
 
Evdike bal kişand ser pergala Neteweya Demokratîk û bandora wê ya li wêjeya wan û got ku piştî şoreşê nivîskarên jin ên kurd jî hê zêde bûne. Evdike wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em dibêjin berhama jinê û wêjeya jinê em ne tenê qala bermeke ku ji pênûsa jinê derketiye dikin. Hin berhemên ku li ser pirsgirêkên jinê û doza jinê hatine nivîsandin ev jî ji bo me girîng in. Beriya şoreşê hem hejmara nivîskarên jin û hem jî bermehên der heqê jinê de kêm bûn. Piştî şoreşa Rojavayê me girîngî da nivîsa jinê û nivîskarên jin me dît ku gelek jin hene ku di salên 80'yî û 90'î de dinivisînin lê ji ber ku derfet nedîtine nenivîsandine. Yanî beriya şoreşê jî nivîskarên me yên jin hebûn lê mixabin nekarîbûn derfet bibînin berhemên xwe çap bikin. Lê piştî şoreşê hejmara nivîskarên jin û berhemên jinan hê zêde bûn. Şoreş bandor li hemû nivîsên me dike. Yên ku şerê li Rojavayê û şoreşa wê dîtiye pergala ku me saziya xwe birexistin kir bandor li berhemên wêjeyî dike. Di hemû berheman de meriv Neteweya Demokratîk dibîne. Her wiha di festîvalên wêjeyî de jî hemû rengê Neteweya Demokratîk û hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn xwe di van festîvalan de dibînin. Ev hemû di encama fikrekê de pêk tê û em hemû digihên hev û bi hev du re kar û xebatên wêjeyî dimeşînin."
 
Evdike têkildarî xebatên wan ên ji aliyê wêjeyê ve jî bi lêv kir ku ew bi komxebat û bernameyên cur bi cur hewl didin wêjeya kurdî pêş ve bibin û ev tişt gotin: "Wek Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bi salan e plansaziyên xwe derdixînin. Wek Dîwana Wêjeyê di sala 2023'yan de me li bajarê Qamişloyê komxebata nivîskarên ciwan ên jin li dar xist. Di komxebatê de nivîskarên jin ên ciwan ji mamosteyan ders girtin û nivîsên xwe nivisîn. Dibe ku em demên pêş nivîsên wan bikin pirtûkeke hevbeş. Em dixwazin vê komxebatê li bajarên din ên wekî Kobanê jî li dar bixin. Bi salan e hefteyên wêjeyî li dar dixînin û li ser pirsgirêkên wêjeyê nîqaş û nirxandinan dikin û li çareseriyê digerin. Li ser van nirxandin û nîqaşan pêşniyarên çareseriyê jî wek Dîwana Wêjeyî em werdigrin û li ser radiwestin. Her wiha festîvalên wêjeyî li dardixînin. Ev xebat hemû xizmeta geşbûna wêjeya kurdî li Rojavayê Kurdistanê pêş dixîne."
 
'DIVÊ EM WÊJEYA XWE YA DEVKÎ BELGE BIKIN'
 
Di dawiya axaftina xwe de Evdike anî ziman ku ji ber bêstatubûna zimanê kurdî wêjeya kurdî li cihanê di asta ku tê xwestin de deng venedaye û divê behtir xebatên wêjeyî bên kirin. Evdike axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Neteweyeke bindest çiqas kar û xebatan bike jî em dibînin ku ji sedî 20 jî me wêjeya xwe pêşkeş nekiriye. Wêjeya me ya gelerî ya devkî gelekî wê windaye. Wêjeya me ya devkî gelekî dewlemend e û divê saziyên taybet ji bo vê bên avakirin û kar û xebatan bikin ku em karibin wêjeya xwe ya gelerî ya devkî bi belge bikin. Karekî pir mezin jê re tê xwestin. Zimanê me ji bilî Rojava û Başur bê statu ye. Li vir jî piştî şoreşê me dît pirsgirêka rêzimanê heye û li ser wê nakokî û nîqaş derketin. Hê jî li Bakur û Rojhilatê nivîskarên ku erebî dinivîsînin li gor yên kurdî dinivisînin derfetên wan hîn zêde ne ku berhemên xwe li cihên din jî belav bikin. Lê yên bi kurdî dinivisînin tenê bi Rojavayê sînorkirî ne. Sedema vê yekê jî bindestbûna zimanê me ye. Ji ber vê yekê jî wêjeya me li cihanê heta asteke deng venedaye. Divê yên li Ewropayê dijîn alîkariya Rojavayê bikin û berhemên wêjeyî yên li Rojavayê derxînin derve û li wir bidin nasandin."
 
MA / Mahmût Altintaş