‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’

img
AMED - Perwerdekarên Akademiya Ma Mûsicê yên qala girîngiya zimanê dayikê kirin, wiha gotin: “Heke zarokek bikare bi zimanê xwe yê dayikê stranan bibêje, ev darbeyeke herî mezin a li faşîzma ku hewl dide te ji holê rake ye.”
 
21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ku Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdehiyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir. Îsal jî polîtîkayên înkarê yên li dijî kurdî didomin. Gelê kurd li dijî polîtîkayên qirkirina çandî û êriş û zextên li ser zimanê dayikê têkoşînê didomînin. AKP’a ku di desthilata xwe de zext, qedexe û êrişan didomîne, ev rewş bi qeyûmên tayînî şaredariyên ku xizmeta pir zimanî didan kûrtir kir. Yekane karê şaredariyan bû pêkanîna yek zimanî, rakirina navên kurdî yên dane park û kolanan û girtina saziyên çand û hunerê. 
 
Konservatuara Bajêr a Aram Tîgran ku di sala 2010’an de dema Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di bin rêveberiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de bû hat vekirin, ji aliyê qeyûmê ku di sala 2016’an de hat tayînkirin ve hat girtin. Konservatuara xebatên çand û muzîka kurdî dimeşandin, perwerde da hezaran kesan û bi dehan hîndekar, perwerde kirin. Bi girtina konservatuarê, perwerdekarên konservatuarê yên gotin “Em zarokên vî gelî bê muzîk nahêlin” di 4’ê adara 2017’an de Akademiya Ma Mûsîcê ava kir. Akademî ya bi dirûşmeya “Ji bo herkesê muzîk, li her derê muzîk” bi rê ket, di pêvajoya 6 salan ku xebatên girîng kirin de Koroya Jinan, Koroya Zarokan, Orkestraya MA’yê, Orkestraya Rîtmên Xwezayî, Zarok Ma û Akademiya Dengbêjan ava kir. 
 
Ji perwerdekarên Ma Musîkê Evîn Tîryakî û Ferhat Ertaş amadekariyên xwe yên têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê vegotin û girîngiya muzîkê ya bi zimanê dayikê nirxandin. 
 
TÊKOŞÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ YA GELAN 
 
Perwerdekar Ferhat Ertaş, îşaret kir ku hebûna 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi tena serê xwe nîşan dide ku li ser gelan polîtîkayên tune hesibandinê hene. Ertaş ê qala pêşveçûna dîrokî ya Roja Zimanê Dayikê kir, wiha got: “Her gel û netew ji bo mafên ziman têdikoşe. Em Kurd hewl didin vî zimanî di çapemenî, muzîk, wênesazî û her qadê de derbasî nifşên nû bikin. Weke hunermend û perwerdekar em hewl didin ziman û hebûna xwe derbasî nifşên nû bikin. Mixabin nifşên nû di bin bandora çanda serdest de ne. Ev yek siyaseta dewletê radixe pêş çavan.” 
 
DERBASÎ NIFŞÊN NÛ TÊ KIRIN 
 
Ertaş daxuyakirin ku wan zimanê dayikê veguherandine nifşên nû û bi muzîka kurdî bîrek afirandine û got: “Cegerxwîn ev mîrate ji me re hiştiye, divê her ciwanekî kurd li malên xwe, li kolanan bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, bifikire û tevbigere. Divê di vê mijarê de xwe berpirsyar bibînin û vî zimanî zindî bihêlin. Bi vê armancê me berpirsyarî girt ser milê xwe.”
 
BI MUZÎKA KURDÎ BERSIVA ZEXTAN DIDIN 
 
Ertaş, destnîşan kir ku zimanê dayikê rengê mirovan e û herkes bi zimanê xwe tê penasekirin û dan zanîn ku ew bi xwe jî li dijî tunehesibandina zimanê xwe bi muzîkê dibin bersiv. Ertaş, bal kişand ku armanca bingehîn a asîmîlasyonê zarok in û bi lêv kir ku li dijî vê yekê wan temenê perwerdehiyê daxistiye di navbera 0 û 5’an. 
 
Ferhat Ertaş
 
PIRA DI NAVBERA DU NIFŞAN DE 
 
Ertaş, bi lêv kir ku xebatên wan ji Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Evdalê Zeynikê, Meryem Xan, Sûsika Simo, Şakîro weke mîrate maye û anî ziman ku ji bo di navbera du nifşan de pirek were avakirin û her du nifş bigihin hev têdikoşin. Ertaş diyar kir ku ew bi muzîka kurdî ya ku li ser mîrateya ku wan mîras girtiye ava kirine, gihaştiye milyonan û got: “Em îro perwerdeyê didin belkî 600 zarokan, lê em bi atolyeyên xwe re xwe digihînin bi hezaran zarokan. Em li her derê Kurdistanê bi mirovan re tên bahev û bi stranên xwe, xwe digihînin bi milyonan kesan. Straneke îro em çêdikin, digihe her malê. Stranên ‘Keleşo’ û ‘Kîvroşkê Kîvroşkê’ îro digihe hemû zarokan. Ev jî li dijî tunehesibandina çand û zimanê me bersiva herî mezin e. Îro heke zarokek bi zimanê xwe stranekê bibêje, ev yek li dijî faşîzma ku hewl dide te tune bike, darbeya herî mezin e.”
 
HEM MUZÎK HEM JÎ DERSA ZIMAN 
 
Perwerdekar Evîn Tiryakî jî qala polîtîkayên bişaftinê yên li dijî kurdî kir û anî ziman ku zarok bi awayekî bi zanebûn hedef tên girtin. Tiryakî, bi lêv kir ku bi xebatên xwe ji bo kurdî têdikoşin. Tiryakî da zanîn ku ji bilî muzîkê perwerdehiya ziman a bi kurdî jî didin û wiha got: “Di nava kesên tên perwerdehiyê de kesên ku qet kurdî nizanin hene û ev di serî de zehmetiyê dide wan. Axaftina bi zimanê dayikê ya li malê girîng e. Axaftina bi kurdî ya dayik û bav bandoreke erênî li ser zarok dike. Zarokên ku kurdî nizanin ewilî dudilî bimînin jî pişt re ev yek tê derbas kirin. Zarok bi daxwaza xwe tên vir. Dema zarok dawiya hefteyê tên perwerdehiyê em wê daxwaz û kelecanê di wan de dibînin.”
 
Evîn Tiryakî
 
DI PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ DE ROLA JINAN
 
Tiryakî, qala rola jinan a di perwerdehiya zimanê dayikê de kir û wiha berdewam kir: “Rola jinan gelekî girîng e, ji ber ku guhertinê pêk tîne. Bi taybetî li ser jinan û zimanê me polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Em jî bi zimanê xwe çanda xwe û xebatên xwe li dijî vê yekê disekinin û têdikoşin. Ez bi hesreta kurdî mezin bûn û di 20 saliya xwe de hînî zimanê xwe yê dayikê bûm. Ez niha dikarim bi zimanê xwe yê dayikê xwe îfade bikim. Li ser zimanê me zexteke zêde heye, em li dijî vê li ber xwe didin. Em ê destûr nedin qedexeya lîstik û konserên me. Em ê her tim li hember bisekinin.”
 
MA / Eylem Akdag