Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'

img
RIHA - Li Rihayê panela "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê" hat lidarxistin. Di panelê de hat diyarkirin ku pêdiviya kurdan bi polîtîka û plansaziyeke ziman heye û wiha hat gotin: "Ziman biçe em ê jî biçin." 
 
Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Odeya Bijîşkên Rihayê, Baroya Rihayê, Egitim-Sen, Komeleya Çand û Zimanê Kurdî bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê panelek li darxist. Beriya Panelê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li ber Baroyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku endam û rêveberên sazî û partiyên giredayî Platformê tevlî bûn girsê pankarta ku li ser, "Ez bi zimanê xwe heme" hilgirtin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka SES'a Rihayê Fîgan Bîca ve hat xwendin. Bîca di axaftina xwe de bal kişand ser qedexe û polîtikayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî û qala giringiya perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî kir. Bîca bi lêv kir ku mafê perwerdehiya fermî ya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn a mirovahiyeyê û got ku divê pirsgirêka kurd bi rê ya demokrasiyê bê çareser kirin. 
 
Piştî daxuyaniyê girse ji bo panelê derbasî eywanê bû. Di rûniştina yekem a panelê de ku bi moderatoriya Parêzer Esma Şengul hat lidarxistin, Serokê Komeleya Çand û Zimanê Kurdî Samî Tan û Parêzer Mehmet Guzeller wekî axaftvan cih girtin. Samî Tan li ser mijara aktvizma ziman rawestiya. Tan der barê aktvîzma zimanê kurdî de têkoşîna tevî qedexeyan ji bo zimanê dayikê hatiyê dayin û li cihanê jî mînekên têkoşîna zimanê dayikê vegot. Tan, qala sazî û dezgeyên kurdî ku ji bo zimanê kurdî dixebitin kir û got ku pêdiviya kurdan bi polîtikayeke ziman û plansaziya ziman heye. 
 
Piştrê jî Parêzer Mehmet Guzeller li ser mafê zimanê kurdî û di warê hiqûqî de mafê perwerdehiya zimanê dayikê de axivî. Guzeller qala hevpeymanên navneteweyî yên ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê dayikê kir û got ku zimanê kurdî di van hevpeymanan de sud nagre. 
 
'ZIMAN BIÇE EM Ê JÎ BIÇIN'
 
Rûniştina duyem a panelê bi beşdariya axêver bijîşk Kenan Gengeç, zimanzan Zana Farqînî û nivîskar Adil Qazî dom kir. Di destpêke de zimanzan Zana Ferqînî axivî û li ser mabesta îlankirina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê rawetiya û li ser zimanên qedexekirî sekinî. Farqînî tekildarî polîtikayên pişaftinê yên dewletan ên li dijî zimanan û qala girîngiya zimanê dayikê kir. Farqînî bi lêv kir ku qedexekirina zimanekî kuştina neteweyekê ye. Farqînî destnîşan kir ku divê malbat zarokan re bi kurdî bi axivin ku zimanê kurî winda ne be. Farqînî ku li ser xetereya zimanan jî agahî da diyar kir ku ji bo zimanek di bin xetere de ne be divê zarok bi wî zimanî bi axivê. Farqînî destnîşan kir ku divê siyaset û aktivîzma kurdan bi zimanê kurdî bê kirin û got ku heke wisa ne be ziman wê biçê dema ziman çû em ê jî biçin.
 
Piştre jî bijîşk Kenan Gengeç ku li girîngiya zimanê dayikê di tendûristiyê de axivî û got ku ji ber qedexebûna zimanê kurdî ji aliyê tendûristiyê ve jî rê li ber xetereyan vedike. 
 
Herî dawî jî nivîskar Adil Qazî li ser wêjeya kurdî axivî. Qazî bi lêv kir ku zimanê kurdî di bin tecrîde de ye û tevî qedexe, zext û zoran jî zimanê kurdî hatiye parastin. Qazî anî ziman ku li dijî êrişên li ser zimanê kurdî têkoşîneke mezin hewceye ku ziman bê parastin. Qazî têkildarî wêjeya kurdî jî destnîşan kir ku wêjeya kurdî her ku diçe pêş ve diçe.