Li Sêrtê Panela Zimanê Kurdî: Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin

img
SÊRT - Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Sêrtê panel hat lidarxistin. Di panelê de wiha hat gotin: "Dewlet polîtîkayên bişaftinê bi plansazî dike lê tu plansaziya me ya li dijî vê yekê nîne. Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin.”
 
Li Sêrtê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê (BOTAN-DER), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK), Baroya Sêrtê, Şaxa Yekitiya Bijîşkên Tirk a Sêrtê, Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) ya Sêrtê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê û Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Sêrtê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li eywana Tahîr Elçî ya Baroya Sêrtê panela “Tekoşîn û Vejandina Zimanê Kurdî” li dar xist in. Di panelê de nivîskar Zulkuf Ergun û Bahoz Baran weke axêver cih girtin. Li eywanê pankarta “Ziman agirê giyanê neteweyan e” ku amblemên saziyên avakarên panelê jî li ser bûn, hat daliqandin. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, Meclisa Dayikên Aştiyê, hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li panelê bûn. 
 
‘VEJANDINA ZIMAN BERPIRSIYARIYÊ DIXWAZE’
 
Ewilî nivîskar Zulkuf Ergun axivî û da zanîn ku vejandina ziman berpirsiyariyekê dixwaze. Ergun, diyar kir ku berpirsiyarî ya siyaset, civak û ronakbîran e û wiha berdewam kir: “Civak bi xwe jî divê ji  bo vejandinê bixebite. Heke zimanê te nebe kesayetiya te ya manevî ji holê radibe. Her wiha dezgehên siyasî yên kurdan di warê ziman de xemsar in. Heta niha gelek siyasetmedarên kurd derketine lê yek jî ji wan li ser kurdî tiştek nenivîsîne. Piştî mîrên kurdan desthilateke kurdî nemaye. Hejmara me ya li bakur nêzî 20-30 milyonan e. Lê em nikarin wêje, çand û zimanê xwe fînanse bikin. Şert û mercên vê serdema teknolojiyê xizmeta desthilata civakî dikin. Panela me tenê têra xwedî derketinê nake, divê xwedî derketina ziman sîstematk be. Divê mirov rêgezan bizane ku zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde bike. Ronakbîr, nivîskar, şagirt û kesên bispor jî divê berpirsiyariyê danin li ser milên xwe. Ma kurdî ji pileyeke siyasî kêmtir e? Divê desthilata siyasî ji bo ronakbîran dezgehan ava bikin ku ji bo ronakbîr bikaribin xizmeta civakê bike. Ziman ji bo pêşeroja me garantiya me ye.”
 
‘HAYA ME JI BIŞAFTINÊ NÎNE’
 
Pişte nivîskar Bahoz Baran mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser pirsgirêka bişaftinê. Baran, destnîşan kir ku bi giştî pir haya gel ji meseleya bişaftinê nîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Agir bi mala me ketiye lê haya me jê tune ye. Rewşa zimanê kurdî pir xerab e. Em gelek caran tenê desthilatê û dewletê sucdar dikin. Lê sûcê me jî heye. Divê em bi awayekî rastî nêzî meseleyê bibin. Divê mirov bizane çawa em ê têbikoşîn. Dewlet polîtîkayên bişaftinê bi plansazî dike. Lê tu plansaziya me ya li dijî vê yekê nîne. Divê mirov nexweşiya xwe qebûl bike da ku mirov bikaribe çareseriyê jî bibîne. Em ne benda hinek kesan bin ku me tedawî bikin. Heke em li hemberî vê bişaftinê plansaziyekê çênekin em nikarin ser bikevin. Divê herkes di vê plansaziyê de cih bigirin. Dibêjin zimanê mirov dewleta mirov e. zimanê me pir xurt e lê me nekarî hêza zimanê xwe bi kar bînin. Kurd êdî pêşketine û di her qadê de hene. Divê mirov wan organîze bike. Em êdî mecbûr in ku di warê zimanê kurdî de bi aqilî tevbigerin. Dê heta demeke nêz gelek şaredariyên me hebin, divê em kurdî bikin bingeha şaredariyên xwe û wisa bixebitin. Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin. Divê êdî em dest ji dirûşmeyan berdin.”
 
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.