‘Sedema Hawarê Herîrî, Xanî, Bazîdî, Cizîrî, Teyran, Bateyî ye’

img
AMED – Nivîskar û wergêr Dilawer Zeraq diyar kir ku Hawar destpêka Wêjeya Modern a Kurdî ye û encama weşanên beriya xwe û sedema yên piştî xwe ye û ji bo Hawarê got: “Sedema Hawarê Eliyê Herîrî ye, Ehmedê Xanî, Mela Mehmûdê Bazîdî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî ye.”
 
Hawar 86 salî ye. Kovara Hawarê ku li paytexta Sûriyeyê Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’yan de dest bi weşanê kir, heta 15’ê Tebaxa 1943’yan bi giştî 57 hejmar weşiyan. Kovara Hawarê ku cara ewil di warê zanistî û lînguîstîkî de qaîdeyên rêzimana kurdî, alfabeya kurdî, rastnivîsa kurdî (kurmancî) a latînî hatine danîn, di warê ziman, çand û wêjeya kurdî de wekî manîfestoyekê tê qebûlkirin. Dîroka weşana wê 15’ê Gulanê jî wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Bi boneya 15’ê Gulanê roja salvegera weşana Hawarê û Cejna Zimanê Kurdî, em bi nivîskar, wergêr û lêkolîner Dilawer Zeraq re axivîn ku di vî warî de bi navê “Bêjara Netewparêz Di Hawarê De” xebat û teza wî hatiye weşandin. 
 
Gotûbêja me du beş in. Di beşa ewilîn de bi kurt û kurmancî me der barê nîqaşa destpêka Wêjeya Modern a Kurdî (Kurmancî), tevkariya Hawarê ya ji bo wêjeya modern, kovar û weşanên piştî Hawarê li Tirkiyeyê derketin û tevkariya Hawarê ya ji bo van kovaran bi Zeraq sohbet kir. Di beşa duyem ku dê sibê di ajansa me de biweşe jî; em li ser helwest û hewldana Hawarê, ziman, dirûşmeya wê û berhemên şexsiyetên ku di bin banê Hawarê de hatin gel hev rawestiyan. 
 
Beriya em li ser hin qonax, nifş û tevgerên wêjeya kurdî ya modern (a kurmancî) rawest in, em hinekî li ser munaqeşeya “destpêkirina” wêjeya kurdî ya modern bisekinin. Hin kes ji Mela Mehmûdê Bazîdî, ji Hecî Qadirê Koyî, Meşrûtiyet Mektebî û hwd. didin destpêkirin. Tu vê yekê çawa dinirxînî? 
 
Dema edebiyata kurdî a modern tê gotin; hinek dibêjin li Stenbolê di salên 1900’î de bi avakirina saziyên wekî Komeleya Pêşketina Kurdistanê, Komeleya Teavun û Terakkî, Komeleya Hêvî ya Xwendekaran a Kurd û hwd. Lê ew destpêka ku ji aliyê hin kesan ve tê qebûlkirin, wekî destpêka edebiyateke modern nîne. Beriya wê ji klasîkan kesê herî dawî ku em dikarin bêjin tevî ku tê de hin nîşaneyên modernbûyînê hebin jî, lê tam bi rengekî klasîk nivîsiye Hecî Qadirê Koyî ye. Li cem min Koyî kes û şa’irê herî dawî ye ku bi metodeke klasîk daye ser riya helbesta klasîk û nivîsiye. Beriya wê berhevkirinên Mela Mehmûdê Bazîdî hene, lê ew jî ji edebiyateke nivîskî bêtir, berhevkariyeke edebiyata gelêrî ne, yanî yên zargotinê ne.
 
Yanî tu serdema di navbera 1900’î heta 1918’an wek destpêka wêjeya modern qebûl nakî?
 
Çima ez dibêjim ji 1900’î heta 1918’an ne wekî destpêka edebiyata modern e? Ji ber ku wê hingê tenê wek edebiyata ku em dikarin bêjin wê karibe têkeve edebiyata ku em jê fam dikin; tê de çîrok û helbest û roman û tiştên bi vî rengî henin, nîne. Bes çîroka Fûad Temo heye. Lê jê pêvtir hemû nivîsên di kovar û rojnameyan de hatine weşandin bêtir hêçane(cerebe), gotar û maqale ne. Helbet ew jî beşek ji edebiyatê ne, lê di rojên îroyîn de gava ku behsa edebiyata modern tê kirin; bêtir helbesta modern, çîroka modern, çîroka nivîskî a modern û roman… Wê hingê berhemeke ku mirov karibe bêje berhemeke wêjeyî ye derneketiye. Bes kovar hebûne, di kovaran de her cure nivîs hebûne. Nivîsên siyasî, bîr û baweriyê, yên li ser polîtîkaya zimên hebûne û çîrokek hatiye weşandin an jî gotar hatine weşandin. Loma ez dibêjim, bi dîtina min ew ne destpêkeke xurt e ku mirov karibe bêje ew dem destpêk e.
 
Nexwe li gor dîtina te mirov divê ji kuderê bê destpêkirin?
 
Ji ku bide destpêkirin pir diyar e. Ji Hawarê dest pê dike.
 
Çima ji Hawarê?
 
Bingeha wê ya sosyolojîk û bingeha wê ya hestên neteweyî gelek girîng e. Min li ser vê mijarê tezek nivîsiye. Navê teza min “Bêjara (Dîskursa) Netewparêz a di Hawarê de” ye. Belê di ser vê tezê re ez dikarim bêjim ku, çima Hawar destpêk e. Serhildana Mîr Bedirxan, bêtir wekî serhildaneke parastina “mîrîtî” û “îktîdara” xwe ye. Ne bi rengekî neteweyî ye. Helbet li wê derê neteweyîbûn an jî gelbûyîn, îktîdara kurdan jî heye. Lê piştî serhildana ku pêk hatiye 1840’î de, di ya Şêx Ubeydullah de, cara pêşî di wê serhildanê de bi armanceke siyasî ya terîtoryal behsa Kurdistanekê hatiye kirin. Gava ku dibêjim terîtoryal ez behsa sînorekî dikim ku gelek di nav wî sînorî de dijî. Di wê terîtoryalê de Serhildana Şêx Ubeydullah bi taybetî xizmet û daxwaza wê tiştê kiriye. Lê şikestinek pêk hatiye. Têkçûyîna wê bûye şikestineke bîr û baweriya di wê terîtoryalê de; ka wê ew terîtoryal ava bibe an jî ava nebe. Loma jî bi taybetî li Stenbolê ew komeleyên ku hatine avakirin û kovar û rojnameyên hatine derxistin hema bêje di hemûyan de pêgirêdayîbûn, pêbestîbûn û jêdûrneketina ji Dewleta Osmanî heye. Hemû derpêş dikin, hemû dixwazin û pêşniyaz dikin ku di nava Dewleta Osmanî de heqê kurdan bê dayîn. Tu yek ji wan behsa sînoreke terîtoryal nake. Ew şikestin zêdetir, şikestineke derizînê ye. Yanî derizîneke hestî di navbera kurd û tirkan de çêbûye. Lê ji ber ummetê, ji ber hevoliyê ya kurd û osmaniyan an jî tirkan kurdan hestên xwe bêtir nedane pêş. Xwestine ku di nav ummetê de çareseriyeke ji bo kurdan bê pêşkeşkirin. Loma jî piştî wê di Serhildana Koçgiriyê de jî dîsa daxwazeke terîtoryalî çênebûye. Daxwazeke xurt a terîtoryalî çênebûye. Ew derizîn, derizîna esasî şaxên dîtir ên derizînê vekirine. Lê Tevgera Azadî, Rêxistina Azadî hatiye avakirin û rastî Serhildana Şêx Seîd tê. 
 
Hê Serhildana Agirî têk naçe, hê şer berdewame Hawar dest pê dike. Hawar dibe rengek, agahdariyek, portreyek, wêneyeke ji wê serhildanê jî. Di wê navberê de helbet bi helwesteke neteweyî Hawar derdikeve û hemû xebatên ku di Hawarê de tên kirin bi helwesteke netewî tên kirin.
 
Serhildana Şêx Seîd bi xwe, bi têkçûyîna xwe tiştekî nû ava dike. Tiştekî nû ji xwe çêdike. Ew jî çî ye? Şikestineke sosyolojîk û neteweyî di navbera kurd û tirkan de çêdibe. Ji ber ku di wê serhildanê de tevî ku rengekî oldariyê jî li pêş e ji ber Şêx Seîd, ji ber daxwazên misilmaniyê, heqên nav misilmaniyê de heye jî, daxwaza sereke ew sozên komarê ne ku di wexta avabûna dewleta Tirkiyeyê de soz hatine dayîn û ji wê sozê vegeriyane û rasterast dest bi qedexekirinê kirine û piştî wê Serhildana Şêx Seîd li dar dikeve. Têkçûyîna Serhildana Şêx Seîd ne têkçûneke tunebûnê ye. Têkçûneke wisa ye ku ji xwe gelek tiştên nû diafirîne. Yek ji wan tiştan jî ew e ku têkşikîn, jihevşikîn, jihevqetîn û ew derizîna ku berê çêbûye êdî nemaye. Digel encamên xwe jî, di navbera kurd û tirkan de bi temamî xeteke şikandinê çêbûye. Loma jî piştî wê hema em dikarin bêjin 6-7 sal şûnde Rêxistina Xoybûnê ava dibe. Hemû kesên ku car caran pêşengiya kurdan kirine, li Stenbolê bi tirkan re di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û xelasiya tirkan de bi tirkan re ketine şer, piştî avabûna komarê reviyane berê xwe dane hatine Helebê, Şamê û Sûriyeya wê çaxê. Di nava wan de gelek kes henin ku wekî Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Celadet Bedirxan, Haco Axa ku di Serhildana Şêx Seîd de alîgiriya dewletê kiriye lê paşê di Xoybûnê de ketiye nav xebata Xoybûnê, gelek kesên giregir û rewşenbîr hene. Û di gel wan jî gelek şexsiyetên dîtir Xoybûn ava kirine û serokê Xoybûnê yê yekem jî Celadet Bedirxan e. Armanca Xoybûnê rasterast avakirina dewleteke terîtoryal a bi navê Kurdistan e. Yanî êdî têde tiştekî dîtir ku bidin ber dewletên dîtir an jî ber gelên dîtir ku wan nerm bikin û di nava tiştekî de çareseriyekê bixwazin nîne. Rasterast behsa sînoreke terîtoryal û behsa mafê gelekî dikin ku di nava wê terîtoryalê de heye û navê wê jî Kurdistan bi nav dikin. Ku pê re jî Kovara Hawarê derdikeve. Bi taybetî bi helwest û hewldanên Celadet Bedirxan. Hê Serhildana Agirî têk naçe, hê şer berdewame Hawar dest pê dike. Yanî Serhildana Agiriyê di sala 1930’yî de dest pê dike, lê cih bi cih heta 35-36 jî didome. Lê Hawar di 1932’yan de derdikeve. Di heman demê de Hawar dibe rengek, agahdariyek, portreyek, wêneyeke ji wê serhildanê jî. Di wê navberê de helbet bi helwesteke neteweyî Hawar derdikeve û hemû xebatên ku di Hawarê de tên kirin bi helwesteke netewî tên kirin.
 
Yanî tu dibê, dema mirov behsa wêjeya modern bike, mirov dikare wî dîmenê modernbûyînê di Hawarê de bibîne?
 
Belê, em dikarin di Hawarê de bibînin. Yanî li ba min helbesta modern ku bi qaîdeyên moderniya ku em fam dikin, ku cara yekem hatiye nivîsandin “Bilûra Min” a Celadet e. Û di Hawarê de helbestên dîtir ên nûjen ku em behsê jê dikin ên Qedrî Can in. Helbet li Silêmaniyê, li Başûr dibe ku hebin, em behsa wan nakin. Em bêtir behsa Bakur û kurmancî dikin. Di kurmancî de ev e. “Bilûra Min” a Celadet Bedirxan û…
 
Bi vê re rê hat vekirin û…
 
Bi wan dest pê kir. Ez wê helwestê wek rêvekirinê qebûl nakim. Ji ber ku helwesteke neteweyî a xuya, danandî û sedema wê, her tiştê wê aşkere ye. Bala xwe bidê, ne şaş bim hejmara yekem a Hawarê ye. Manîfestoya ziman, wêje û çand û kultura kurdî ji aliyê Celadet ve hatiye nivîsandin. Dibê çi bê kirin? Ew tiştê ku hatiye nivîsandin belkî di salên 1800’î de di destpêka modernîzm û neteweyîbûnê de, piştî şoreşa Fransî li Ewropayê dest pê kiriye. Piştî 1800’î. Heman manîfesto bi eynê awayê li Almanyayê ji aliyê Herder (Johann Gottfried) ve jî hatiye nivîsandin. Lê bi awayekî din. Sedem çî ye? Li wê derê dîsan jî ez karim bêjim ku netewparêziya almanan netewparêziya çandî ye, ne nîjadî ye û ne jî siyasî ye. Netewparêziya kurd û almanan pir nêzî hev in. Li ser çandê ye yanî li ser “almanbûnê” ye. A me jî li ser “kurdbûnê” ye. Yanî kurd û kurdîbûnê. Tenê kurdbûn têr nake. Divê tu kurdî bî jî. Ji ber vê yekê bi van her du şa’iran, helbestkaran êdî dikarim bêjim, di gel wê Cegerxwînek jî heye ku rengê klasîkiyê pê dikeve, lê ne klasîk e. Ji ber ku pir baş zimanê kurdî dizane, rihê zimanê kurdî zevt kiriye, qafiye û lihevhatinên kurdî, pir xweş nivîsiye herkes dibêje qey klasîk e. Na, helbestên Cegerxwîn jî modern in.
 
Ku ji bo Cegerxwîn tê gotin ku “peyva kurdî ji erş anî ferş”. Yanî wê ji wî ruhê mîstîk daweşand.
 
Cegerxwîn peyva kurdî, gotina kurdî, çanda kurdî, rihê kurdî kir ê kurdan. Kurdan bi xwe fam kir ku rihê wan ev e. Digel vê jî çîrokên Celadet, çîrokên Kamûran Bedirxan, çîrokên Osman Sebrî li ba min yekem mînakên çîrokan in ku bi hişberiyeke modern hatine sazkirin.
 
Belê. Wek rehmetiyê Arjen Arî gotiye; Cegerxwîn peyva kurdî ji esman anî erdê. Ev pir girîng e. Pîrozî mirovan nêzî armanca xwe nake. Pîrozî bendek e, sînorek e, kend û kospeke xurt û hişk datîne di navbera mirov û armanca mirov de. Lê sedema vê gotina Arjen Arî ev e ku dixwaze bêje Cegerxwîn peyva kurdî, gotina kurdî, çanda kurdî, rihê kurdî kir ê kurdan. Kurdan bi xwe fam kir ku rihê wan ev e. Digel vê jî çîrokên Celadet, çîrokên Kamûran Bedirxan, çîrokên Osman Sebrî li ba min yekem mînakên çîrokan in ku bi hişberiyeke modern hatine sazkirin. Û bi taybetî çîroka “Gazinda Xencera Min” tu kêmasiyeke wê, belkî gelek zêdehiya wê heye ji çîrokên ewropayî ên wê serdemê. Ji ber vê yekê ez dibêjim destpêka edebiyata kurmancî a modern Hawar e.
 
Em dibînin ku beriya Hawarê li Stenbolê gelek kovar hene ku ji aliyên şexsiyetên kurd ve hatine derxistin û weşandin. Kovarên mîna Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn, Jîn û hwd. Gelo mirov dikare bibêje ku Hawar encama van kovaran an jî van qonaxan e? 
 
Helbet pêwendiyek çêbûye. Lê ez dikarim bêjim ku sedema Hawarê Eliyê Herîrî ye, Xanî ye, Bazîdî ye, Cizîrî ye, Teyran e, Bateyî ye… Lê sedema wan jî, hebûna wan bi çi derdikeve pêş? Bi rojnameya Kurdistanê derdikeve pêş. Hetawî Kurd, Jîn, Rojî Kurd, Yekbûn û Rojnameya Teavun û Terakkî bi xwe jî encama rojnameya Kurdistanê ne. Ew weke zincîreyekê tên. Heke Celadet di dema Rojî Kurd de, di dema Hetawî Kurd de ne xortek bûya, bala xwe nedaya ser kurdî, wê hingê nefikiriyana… Mesela Xelîl Xeyalî difikirî ku ji bo kurdan bi tîpên erebî alfabeyekê çêbike. Lê Celadet dibê ez 12-13 salî bûm an jî 14 salî bûm, ez difikirîm ku bi tîpên latînî ji bo kurdî alfabeyekê çêbikim. Bala xwe bidê, li wê derê Celadet dibe encameke wê qonaxê.
 
Yanî tu dibê her qonax bingeha qonaxa beriya xwe ye?
 
Belê. Her qonax bingeha qonaxa berê ye û pişt re her qonax dû xwe bi xwe diafirîne. Loma jî heke ev qonax nînbûnan, qonaxa Hawarê jî çênedibû. Ekola Hawarê jî çênedibû. Hawar jî dernediket. 
 
Em dibînin ku piştî weşandina Hawarê radiweste heta demeke dirêj bêdengiyeke heye. Yanî ji bilî çend tiştên şexsî çilmisînek heye. Gelo sedem çî ye ku Qonaxa Hawarê li dû xwe tiştek dîtir ava nekir. Yanî piştî Ronahiyê sekinî? 
 
Belê di serê pêşîn de ez vê bêjim, hemû qonax in. Loma jî ez wekî Qonaxa Hawarê, Qonaxa Tîrêjê, Qonaxa Rewşenê bi nav nakim. Lê ez dibêjim Ekola Hawarê, Tevgera/Bizava Tîrêjê û Nifşê Rewşenê. Hawar Ekolek bû û di demeke kin de li dû xwe nifşeke dîtir ava nekir. Piştî Ronahiyê ma. Ji ber şert û mercên siyasî, konjukturî, ax û sînorî, bi her awayî nikaribû bikirana. 
 
Piştî demeke dûr û dirêj em dibînin ku “Tevgera” Tîrêjê xwe dide der. Gelo mirov ji bo Tîrêjê jî dikare bibêje ku encameke Hawarê ye?
 
Hemû kesên di Hawarê de nivîsîne, hemû kesên cî girtine xwende ne. Xwendeyê kurdan in ku li Stenbolê di dibistanên Osmaniyan de heta ji te tê, heta ku mirov dikare bêje bes bilind xwendine. Hewl dane ku nûneriya gelekî bikin, doza mafê gelekî bikin. Ji bo vê sê ling henin, lê lingekî esasî tune bûye; Gel. Di dema Hawarê de dîsa ew lingê esasî a gel kêm e. Di kîjan aliyî de kêm e; di Serhildana Agiriyê, di Serhildana Şêx Seîd de ne kêm e. Di şer de ne kêm e. Di aliyê siyasiyê de hinekî em bêjin heye, xwe nîşan dide. Lê di warê xwendewarî û di warê rewşenbîriyê de, di çand û zimên de ew ling kêm e. Jixwe hewldana Hawarê, avakirina wî lingî ye. Avakirina wê stûnê ye. Stûna ku dê bibe sedem, ew lingê ku em behs jê dikin ava bibe. Nexwe em niha dikarin bêjin heke Hawarê kêm zêde hemû hestî, hestiyên esasî ên wî lingê ava nekiribanan, wê Tîrêj hebûya? Wê Tîrêj tunebûya. Wê hin kovarên wê çaxê derketine, ji bilî Tîrêjê ez bawerim tevî ku siyasî ne jî tê de nivîsên edebî jî hebûne; Kovara Deng, Dicle-Firat, Dîcle Kaynagi û hwd. Yanî nivîsên Apê Mûsa bi xwe ji aliyekî ve wêje ne. Ev hemû xwe digihînin kuderê? Em ji Herîrî bigirin heta Hawarê, heta Tîrêjê hemû bi hev ve girêdayî ne. Wekî zincîreyekê ne.
 
Te got ji Herîrî heta Hawarê û ji Hawarê jî heta Tîrêjê hemû bi hev ve girêdayî ne û zincîreyek in. Mirov ji bo Tîrêjê dikare bibejê ku teqlek li Hawarê xistiye? 
 
Kesên li ser Tîrêjê pispor, helbet wê bi awayekî din binirxînin, lê fikra min li ser Tîrêjê tiştekî taybet e û ez dikarim bêjim, ji ber ku Tîrêj nêzî tevgereke siyasî bû, di wê demê de bi hestekî neteweyî, bi helwesteke neteweyî rabû. Lê dîsa jî sedemeke ku wê hingê gelek kurdên çepgir, demokrat û şoreşger hay jê nedibûn ew enternasyonalîzma ku ji bandora tirkan dihat nedihişt ku kurd bibin “kurdî”. Tîrêj di nav wê “emperyaliya qaşo demokrat” de ew helwesta “kurdîbûnê” ye. 
 
Mebesta te ji “Emperyaliya qaşo demokrat” çî ye?
 
Şoreşgeriya beriya 1980’yî tim çawa ku niha hin alî ji bo kurdan bi derengî bixînin di ser ummetê re çareseriyê pêşkeş dikin, wan jî wê çaxê di ser sosyalîzmê re çareserî pêşkeş dikirin; pêşî bila sosyalîzm ava bibe pişt re kurd bigihîjin heqê xwe, lê her ku diçû kurd dereng diman. Ev fikra min a şexsî ye, ez wiha dinirxînim. Loma ez wê wek “emperyaliya demokrat” bi nav dikim. Lê ne emperyaliyeke berfireh emperyaliyeke di nav sînorên Tirkiyeyê de. 
 
Lê helwesta Tîrêjê ya li hemberî vê “emperyaliya qaşo demokrat” çi bû? 
 
Tîrêj helwesteke li dijî “emperyaliya qaşo demokrat” e. Çima? “Kurdîbûnê” nîşan dide. Bi du zaravayan dertê; hem bi kirmanckî hem bi kurmancî.
 
Tîrêj helwesteke li dijî vê emperyaliyê ye. Çima? “Kurdîbûnê” nîşan dide. Bi du zaravayan dertê; hem bi kirmanckî hem bi kurmancî. Di Hawarê de nivîsên soranî henin, nivîsên kurmancî henin lê nivîsên kirmackî yanî zazakî tune ne. Lê di Tîrêjê de bi taybetî helwesteke di nav sînorê Tirkiyeyê de helwesteke kurdîbûnê heye ku dibêje em “kirmanc û kurmanc in, em zaza û kurmanc in.”
 
*Piştî Tîrêjê kovarên wekî Rewşen û Nûbiharê dderdikevin. Tu jî yek ji nivîskarên Nifşa Rewşenê yî. Berî ku em behsa têkiliya di navbera Hawar û Tîrêjê de bikin, wekî nifşekî Rewşenê, di çav te de Rewşen rabûn tevgereke çawa bû?
 
Rewşen bi xwe, tevger û rabûneke poskolonyal e. Çima poskolonyal dibêjim. Dema kolonyalîzma klasîk qediyaye. Wê hingê qediya bû. Lê demek nûtir hebû ku hemû bandor û pêkanîn hemû sepandinên kolonyalîzmê bi awayekî dîtir di ser emperyalîzmê re û di ser mêtîngeriyeke bi metodeke nû dihat pêkanîn. Rewşen rabûneke poskolonyal e ku ew kolonyaliya klasîk qediyaye, lê tiştekî nû, ê dîtir didome hê jî li ser kurdan. Rewşen ji bo şikandin û rabûna wê pêkanînê ye û helwesteke bi vî rengî ye. Ez rewşenê bi vî rengî bi nav dikim; rabûneke poskolonyal e. 
 
Wê çaxê Nûbihar jî heye. Ya Nûbihar?
 
Helbet digel Rewşenê Nûbihar jî heye. Divê mirov Nûbiharê jî digel Rewşenê jî fam bike. Dema em dibêjin Rewşen bêguman em behsa Nûbiharê jî dikin. Piştî 97-98 Kovara Pelînê jî derket, beriya wê li Amedê Kovar Govend jî derdiket, lê dawiya dawî ew qonaxek e. Di wê qonaxê de du kovarên sereke ên zimanî û wêjeyî; Nûbihar û Rewşen in. 
 
Îjar bandora Tîrêjê a li ser Nifşên Rewşenê?
 
Helbet Rewşen jî çawa me got Hawar berdewamiya Elî Herîrî, Teyran û Cizîrî û Xanî ye, Rewşen jî wek zîncîre girêdayî Tîrêj û Hawarê ye jî.
 
Helbet Rewşen jî çawa me got Hawar berdewamiya Elî Herîrî, Teyran û Cizîrî û Xanî ye, Rewşen jî wek zîncîre girêdayî Tîrêj û Hawarê ye jî. Di wê konjuktura hem siyasî, hem çandî hem jî di atmosfera dinyayê de Rewşen êdî tiştekî dîtir e. Yanî nirxandina Rewşenê tiştekî taybet e.
 
Di warê ziman de Rewşen teqleke çawa li zimanê Hawar û Tîrêjê hat xistin?
 
Teqleke bêtir kurdîbûna ruhî.
 
Bi çi rengî?
 
Gava em li zimanê Tîrêj û Hawarê dinihêrin, pir bi axaftina gel ve girêdayî ye. Pir sade ye. Lê heta tu bêjî zengîn, berfireh û xurt e. Lê di wexta Rewşenê û Nûbiharê de êdî hem qonaxa cîhanê hem şert û mercên cîhanê jî guherîbûn, hem jî gelek têgih ava bûbûn. Wêje û nivîskarên wê wextê hewcetî bi wan têgehan didîtin ku bi kar bînin. Digel peyvên normal ê keleporî, diviya hin peyvan bi kar bianiyanan. Lê belê ew peyv ji ber ku tu saziyek tune bû, ji ber ku ji aliyê saziyekê ve nehatibûn afirandin, nivîskarên wê hingê berî ku li ba xwe çêkin ji hev dipirsîn. Ez wekî nivîskarekî nifşê Rewşenê dikarim bêjim ku me ji hev dipirsî. 
 
Mesela peyvên çawa?
 
Wekî peyva “kiras”. Gava em dibêjin kiras fîstan tê bîra me, kincên jinan tê bîra me. Lê kiras di heman demê de”rûber” e jî, wek mecazî “veşartina, perdeya tiştekî” ye jî, tê wateya “pol û potik” jî… Em li peyvên bi vî rengî digeriyan ka em dikarin bêyî ku em ava bikin, bêyî ku em li ba xwe peyv çêbikin em ji nav toreyê, ji nav kelepûrê ji nav peyvên adetî û wek mecazî kîjan peyv nêzî wê peyvê ye em wê bi kar bînin. 
 
Tu vê helwestê wek helwesteke çawa pênase dikî?
 
Ev helwest helwesteke xweavakirinê ye, xweveavakirinê ye. Yanî tu hem li ser tiştên heyî disekinî hem jî tu li ser wê tişta heyî tu cardin xwe veava dikî.
 
Ev helwest helwesteke xweavakirinê ye, xweveavakirinê ye. Yanî tu hem li ser tiştên heyî disekinî hem jî tu li ser wê tişta heyî tu cardin xwe veava dikî. Cardin xwe ji nû ve ava dikî. Helwesta esasî û rengê Rewşenê ew e. Ji aliyê nivîskarên Rewşenê, yên Nûbiharê ve pir jî bi hişmendî ve hatiye kirin. Loma jî dema em niha bala xwe didinê hê jî mecaza wan peyvan pir bi xurtî di wêjeya kurdî de tê bikaranîn.
 
Piştî Rewşenê gelek kovar û weşanên din jî derketin û hin ji wan hîn jî hene. Mirov dikare bêje ku ev kovar û weşan teqlek li Rewşenê xistin an jî gaveke jê xurtir avêtin?
 
Piştî Rewşenê gelek kovar derketin û niha jî derdikevin. Pêşdebirineke bi çi awayî çêbû, bes em dikarin bêjin bûn sedem û helwesteke xweş danîn ku nivîskariya kurdî di kovaran de bidome. Lê ku em bêjin ji Rewşenê tiştekî xurttir avakirin, na. Ewqas tiştekî xurt ava nekirin. Lê wekî domdar, wekî peyrewekî helbet ew jî didomînin û dê bidomînin jî. Ew ê qonaxek were, demek were belkî çend kovarên dîtir derkevin û êdî em karibin bêjin gelek gav bi pêş de avêtin, di warê kovargeriyê de ji Rewşenê, ji Hawarê, ji Tîrêjê xurtir in.
 
MA / Rêdûr Dîjle-Dicle Muftuoğlu