Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin

img

AMED - Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Omer Şahîn got ku ew Roja Şanoyê ya Cîhanê bi qedexeyan pêşwazî dikin û wiha got: “Ev qedexe, polîtîk in. Li dijî van qedexeyan jî berxwedaneke dîrokî tê raberkirin.” 

 
Yekitiya Şanoyan a Navneteweyî ya di bin sîwana UNESCO’yê de di sala 1961’ê de 27’ê Adarê weke “Roja Şanoyê ya Cîhanê” ragihand û ji wê dîrokê heta niha ev roj ji hêla lîstikvanên şanoyê û şanohezan ve tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê zext û qedexeyên li dijî şanoyê roj bi roj zêde dibin. Herî zêde jî şanoyên kurdî rastî van qedexe û qedexeyan tên. 
 
Di salên berê de qeyûman tevahiya saziyên çand û hunerê girtin. Yek ji mînakên vê jî Şanoya Bajar a di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bû. Her wiha li Êlihê jî Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê hate girtin, li wanê Koma Şanoyê ya Navenda Çandê ya Nûdayê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku xebatên şanoya bi kurdî dikir, ji hêla qeyûm ve hate belavkirin. 
 
Lîstikvanên şanoyê yên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji kar avêtibûn, dev ji têkoşîna xwe bernedan û di sala 2017’an de Şanoya Bajar a Amedê ava kirin. Her wiha Şano Ar, Teatra Jiyana Nû (Stenbol) û Teatra Mencel (Wan) û gelek komên din jî xebatên xwe biisrar domandin û bi lîstikvanên xwe hêj li ser dikê ne. Li dijî van israran, her wiha qedexe jî di meriyetê de ne. Herî dawî lîstika Şano Arê ya “Qral û Travis” di 11’ê sibatê de li Dîlokê, di 17’ê sibatê de jî li Agiriyê hate qedexekirin. Lîstik, herî dawî ji hêla qeymeqamtiya Şîşlî ya Stenbolê ve bêyî hincetek were nîşandan hate qedexekirin. Kedkarên şanoya kurdî tevî hemû zext û astengkirinan jî hewl didin bi hunera xwe bersivê bidin. 
 
Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Omer Şahîn bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê tiştên dijîn vegot. 
 
PÎROZBAHÎ Û XEBATÊN DI BIN ZEXTAN DE 
 
Omer Şahîn anî ziman ku mîna hemû neteweyên din, ew jî 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê bi zimanê xwe pîroz dikin û şanoya kurd ji roja hatiye avakirin heta niha rastî her cureyên qedexeyan hatiye. 
 
Şahîn, wiha domand: “Roja ku me çavê xwe vekirî heta niha em di bin zexta serdestan de ne. Em bi zimanê xwe yê dayikê şanoya kurdî dikin. Mîna her sal, îsal jî em ê 27’ê Adarê di bin zextan de pîroz bikin. Îro ne tenê ji bo şanoyê, ji bo hemû cîhanê rojeke girîng e. Ji ber ku ji dîrokê ve bingeha gelek beşên hunerê ji şanoyê tê. Lê mixabin ev demekî dirêj e li Kurdistanê em vê rojê di bin şert û mercên pir cuda de pîroz dikin. Hêvîdarim di rojên pêş de zextên li ser şanogerên kurd û şanoyê bi dawî bibin û em jî mîna li her devera cîhanê bi awayeke azad û bicoş vê rojê pîroz bikin.” 
 
Bi domdarî Şahîn zext û êrişên li ser şanoya kurd weke “qedexe û zextên polîtîk” nirxand û wiha pê de çû: “Hîç tu kes nikare bibêje şanoya kurd bi sedemên krîmînal an jî sedemên cuda tên qedexekirin û şanoger bi van sedeman tên cezakirin. Ev yek bingeha xwe ji dîroka Rojhilata Navîn digire. Weke ku gelê me jî pê dizane, ev demekî dirêj e li vê erdnîgariyê pirsgirêka kurd heye. Dikare bi gelek sedemên cuda were vegotin lê sedema esasî ya qdexekirina şanoya kurdî, polîtîk e.” 
 
ARMANCEKE LÎSTIKÊN ME HEYE: GEL ŞIYAR DIKE 
 
Di berdewamê de Şahîn daxuyand ku şano jî mîna beşên din ên hunerê xwedî disiplînekê ye û weke xebateke entelektuelî tê domandin. Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em şanoyê dikin, em ne tenê weke pêşandaneke ku temaşevan lê temaşe bikin dikin. Armanceke lîstikên me heye. Em plansaziyên xwe yên şanoyê li gorî sosyolojiya vê erdnîgariyê, di dîroka wê de çi heye em li gorî wê çêdiki. Bêguman gelê ku van lîstikan temaşe dike, ji hêla ziman, çand û dîroka xwe bêhtir serwext dibe. Em hemû pirsgirêkên vê erdnîgariyê bi rêya şanoyê vedibêjin. Ev jî bi kêrî îktîdarê nayê. Ji ber ku serdest dixwazin gel nezan be, têgehiştî nebe û hay ji rastiya xwe ya dîrokê nebe. Heke gel wisa bibe, wê demê serdest jî dê bikarin bi her awayî polîtîkayên xwe bidomînin. Şano tam jî di vê kêliyê de dikeve dewrê. Şano vê polîtîkayê têk dibe, gel şiyar dike, ziman, çand û rastiya dîrokî û roja me bi bîra wan tîne. Ev yek jî ji bo dewletê dibe tevlihevî.” 
 
Şahîn, destnîşan kir ku lîstikên wan zêdetir li Tirkiyeyê tên astengkirin û wiha derbirî: “Em jî rastî van tênn. Li Stenbol, Êlih û Amedê gelek caran lîstikên me hatin qedexekirin. Ji bo lîstikê saetek dimîne ku qedexe dikirin. Di rojên pêş de her kes dê mafdariya me bibîne û bizane bê ka em karekî çawa pîroz dikin. Em xebatên xwe yên hunerî tevî gelê xwe didomînin. Lewma jî kesên ku dîrok dê wan mehkûm bike em nînin. Kesên lîstikan qedexe dikin û pêşiya şanoya kurdî digirin dê ji hêla dîrokê ve bên darizandin.” 
 
‘EV 30 SAL IN EM LI DIJÎ ZEXTAN LI BER XWE DIDIN’ 
 
Şahîn, bi lêv kir ku tevî hemû zextan jî şanoya kurdî paşvegavê naavêje û wiha dom kir: “Bi rastî jî di vê pêvajoyê de şanoya kurdî û lîstikvanên kurd bi tu awayî ji sekna xwe tawîz nedan û paşvegav neavêtin. Hemû şanogerên kurd karekî pir binirx kirin û divê bên pîrozkirin. Ev yek ji bo me gelek girîng e. Gelo dema şano tê qedexekirin ev şanoger çima li ber xwe didin û dev ji xebatên xwe bernadin? Divê şanoger li ser girêdana şanoya kurdî lêkolînê bike. Em di nava vê pêvajoyê de ne lewma nikarin ji derve lê binêrin. Li gorî min bi taybet jî ev 20-30 sal in em di nava berxwedaniyekê de ne. Em çima dev ji şanoya kurdî bernadin? Ji ber ku em bi vî zimanî diaxivin. Em bi rêya vê hunerê xwe pêş dixin. Em bi vî ziman û hunerê hebûna xwe didomînin. Êdî tu kes nikare ji tu kesekî re bibêje ‘bi zimanê xwe neaxive, karê xwe neke.’ Ev yek faşîzm e. Divê mirov li dijî vê li ber xwe bide.” 
 
XWEDÎDERKETINEK LI ŞANOYA KURDÎ HEYE
 
Lîstikvan Şahîn da zanîn ku weke şanogerên kurd tenê daxwaza wan a ew e ku bi zimanê xwe şanoyê bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Gel dibîne ku zilm li me tê kirin û bi hatina şanoyê xwedî li me derdikeve. Ev xwedîderketin tenê bi hatina lîstikan bisînor nîne; bi rexne û pêşniyarên xwe jî her tim dibêjin ku dê me bişopînin û temaşe bikin. Di demên ewil de ji hêla temaşekirinê ve me pirsgirêk dijiyan lê niha êdî temaşevan di ferqa şanoya kurdî de ne. Mirov dikare bibêje bandora medyaya dijîtal jî li ser vê pêşketinê heye. Gelê me ji me haydar e, şanoya kurdî dizane û xwedî lê derdikeve. Em ji vê rewşê gelek memnûn in. Li gorî min şanogerên kurd êdî dev ji karê xwe bernadin. Erê rast e pirsgirêkên cuda hene; dibe ku pirsgirêkên aboriyê hebin ji ber ku qadeke zêde populer nîne. Lewma jî pêdivî bi piştgiriya temaşevan û aboriyê heye. Di wê baweriyê de me ku dê tevahiya van pirsgirêkan di demekî kin de çareser bibin. Gelê me jî dê her tim bi şanoya kurdî re be. Em jî dê girêdana xwe heta dawiyê biparêzin.” 
 
MA / Eylem Akdag