Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê

AMED - Ji mêvanên Mihrîcana Şanoya Amedê Sureyya Karacabey bal kişand ser têkoşîna hunermendan a li dijî qedexeyan û got: “Ez ji wê rikê pir bawer im. Ew rik dikare desthilatê bîne xwarê.” 
 
9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê a bi pêşengtiya Şanoya Bajar a Amedê, bi diruşma "Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” tê li dar xistin, didome. Mihrîcan dê bi lîstik û gotubêjên cur bi cur, heya 27’ê nîsanê dom bike. Nivîskar Doç Dr. Sureyya Karacabey derbarê zextên ser şanoyê  û têkoşîna li dijî zextan tê meşandin axivî.
 
Karacabey akademisyenên ku ji Beşa Şanoya Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîgeha Enqereyê hatiye îxrackirin yek e. Karacabey bal kişand ser guherîna piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha got: “Ez ji Enqereyê têm û bandora guherîna wê derê, min ji wîr hîs kir. Em gelek kêfxweş bûn. Me hemû lîstikan di cihekê de tenê temaşe dikir. Niha em ber vir û wir de diçin û tên. Ez ne ji Amedê me lê belê min hestên ku hemû mekan ên me ne, jiyam. Piştî demeke dirêj em ketin avahiyekî şaredariyê. Berê di wê şaredariyê de jî xebatên min hebûn.” 
 
‘EZ BI RIKA HUNERMENDAN BAWER IM’
 
Karacabey ser zextên li dijî şanoya kurdî yên di dema AKP’ê sekini û wiha got: “Di dema desthilata AKP’ê de huner bûye wekî luks û dixwazin berdêla vê yeke jî hunermend bidin. Lê balkêş e ku rikek jî heye. Anku dest jê bernadin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin, wan derxistin derve, ma dest jê berdan? Bi ser ve dem derbas bû, ji xwe re cihekî girtin. Bi rastî yên ku bi hunerê re eleqedar dibin, rikekî wan heye. Ez bi wê rika wan bawer im. Ew rik dikare gelek desthilatan bîne xwarê. Ew (desthilat) nikarin bi wan. Anku hezaran sal in ev mirov xwe feda dikin, hest û ramanên xwe bi gel re parve dikin. Nikarin vê yeke ji deste me bistînin. Zor û zehmetî hene helbet lê têkçûn qethiyen.” 
 
TÊKOŞÎNA ŞANOGERÊN KURD
 
Karacabey anî ziman ku di mijarekî de israrkirin girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku hûn ji mafdarbûna xwe piştrast bûn, dema ku wijdana we rehet bû, yê ku li hemberî we çiqas zalim be û hiqûqê binpê bike jî tu tirs li we peyda nabin. Ma dê ev zarok ji çi bitirsin? Ji ber lîstikekî kurdî çêkirine polis li ber derî digerin. Heke lîstik bi tirkî, ingilîzî an jî fransî be dê qet pirsgirêk dernekeve. Dema ku hûn vana dibinîn hûn hêrs dibin. Di demên wisa de ji bo ku mirov paş de neçe her tiştî dikin. Bimin bi temamî ev zehmetî me araste dikin. Dê dawî li gor wan be, dê li ber xwe bidin û dê tu kes nikare pêşî li wan bigire.” 
 
GIRÎNGIYA HUNERA ZIKMAKÎ
 
Karacabey ser girîngiya hunera zimanê zikmakî sekinî û anî ziman ku ev yek mafê her civakekî ye. Karacabey wiha pê de çû: “Belavkirina zimanê xwe yê zikmakî, xwendin û bi kesên heman zimanî diaxivin re parvekirin… Hemû qedexeyên li pêşiya vê tiştê bêbandor in û ez difikirim ku dê bi ser nekevin jî. Qedexe dikin, asteng dikin û di dilê raya giştî de jî bandorekî baş ava nakin. Ev yek girîng e. Ji ber ziman bîr, bîranîn, çîrok, stran û lorikan radigihîne. Şano jî yek ji bingehên herî xurt a vê yekê ye.” 
 
Karacabey qedexeyên demên berê yên li Ewropayê bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Taybetî jî di walatên pirzimanî ev yek pir zalimane û kirêt bû. Bu tiştekî ku gelan tune dihesiband. Ez bi tirkiyê ve hatim dinê. Ji min re çi fêdeya qedexeyê heye ez wê fêm nakim. Pîrika min oset bû. Min dixwest ez stanên oset û kurdî jî guhdar bikim. Ji ber wê dê di destên kesên qedexeker de ji têkçûnê bêhtir tiştek nemine. Kesên bi zimanekî diaxivin neçar in ku bîra wê jî ragihînin. Ji ber li hember wî zimanî û çandî berpirsyariya wan heye.” 
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI LISTIKÊN QEDEXEKIRÎ DERKEVIN’
 
Karacabey di dawiya axaftina xwe de îşaret li lîstikên qedexekirî yên kurdî kir û wiha derbirî: “Em dibînin ku lîstikên li hin cihên Tirkiyeyê tên lîstin, di Mihrîcana Şanoyê ya Amedê de tên lîstin. Aqlê kesên lîstikan qedexe dikin her tim yek e. Lê belê divê em xwedî li ew lîstikên tên qedexekirin derkevin.”  
 
MA / Rukiye Adiguzel