ÎZMÎR - Girtî Mehmet Savûr, Selahattîn Elma, Hayatî Engîn û Mehmet Şirîn Gumuş ên ji ber cezayên hucreyê berdana wan hate taloqkirin, piştî biryara binpêkirinê ya AYM’ê hatin berdan. Girtiyan ev peyam dan: “Armanca têkoşîna me welatekî azad e.”
Mehmet Savûr (56), Selahattîn Elma (53) û Hayatî Engîn ên zêdetirî 30 salane girtî ne û li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’yan a Şakranê ya Îzmîrê dihatin ragirtin, hatin berdan. Malbatên girtiyan, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER), endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) girtî bi kulîlk û tilîliyan pêşwazîkirin. Li vir Selahattîn Elma kevokên spî yên aştiyê temsîl dikin ber bi asîman ve firandin.
‘JIYAN BI AZADIYÊ WATE YE’
Selahattîn Elma, diyar kir ku 32 sal in di girtîgehê de ye û wiha got: “Em ji bo doza azadiyê ya gelê xwe hatin girtin. Tevî hemû zextên dewletê jî me ji têkoşîna xwe bi paş ve gav neavêt, em ê ji niha û şunde jî bi paş ve gavê neavêjin. Armanca têkoşîna me welatekî azad, serokatiyeke azad û gelekî azad e. Ji bo me encax jiyaneke wiha dikare bi wate be. Armanc û wateya jiyaneke ne azad nîne. Gelê me jî ji bilî jiyaneke azad jiyaneke din qebûl nake. Di têkoşîna 40 salan de gelek êş hatin kişandin lê ez bawer dikim ku ev êş dê bibin wesîleya jiyana azad a gelê me.”
‘EM BERDANÊN TAKEKESÎ WEKE AZADÎ NABÎNIN’
Girtî Hayatî Engîn jî wiha got: “Girtina me emreke. Belê em derketin derve lê em zehmetiyê dikişînin ku me hevalên xwe li pey xwe hiştin. Berdana me ne azadî ye. Heta ku Serokatiya me, gelê me û hemû hevalên me yên li hundir azad nebin dê tu wateya berdana me jî nebe û em weke azadî jî nabînin.”
Mehmet Şirîn Gumuş (56) jî di çarçoveya biryara AYM’ê de guh bi şev ji girtîgehê hate berdan. Gumuş ê di sala 1992’yan de li Îzmîrê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” hate girtin, piştî 32 salan hate berdan. Leşkeran Gumuş ê berdana wî ji parêzer û malbata wî re nehate ragihandin nîvî şevê danîn istasyoneke petrolê.
SERLÊDANA AYM’Ê
3 girtiyan di sala 2019’an de têkildarî Tevgera Bariş Pinariyê de ji Wezareta Dadê re name şandin. Pişt re cezayê hucreyê wergirtin û ji ber vê yekê înfaza wan hate şewitandin. Li ser vê yekê parêzeran têkildarî cezayên hucreyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Piştî ku AYM’ê biryara binpêkirinê da Dadgeha Înfazê cezayên hucreyê betal kirin. Mehmet Savûr ê 33 sal, Selahattîn Elma yê 32 sal û Hayatî Engîn ê zêdetirî 30 salan girtî bûn tevî ku cezayê li wan hatibû birîn xelas kiribûn nedihatin berdan, piştî biryara AYM’ê hatin berdan.