Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike

img
ŞIRNEX - Mamosteyên Kurdî-DER'ê ku di sala 2016'an de hat girtin niha amade ne ku li Navenda Çand û Hûnerê ya Eyşe Şanê perwerdehiyê bidin xwendekaran. Yek ji van mamosteyan Aydin Deniz diyar kir ku armanca wan ew e ku navendê veguherînin fêrgehêekê û wiha got: "Em dixwazin vê derê bikin fêrgeheke berfireh a zimanan."
 
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê ku di bin banê Şaredariya Silopiyayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de xebatên xwe dimeşîne, di 10'ê Nîsanê de dest bi qursên kurdî kiribû. Ji bo qursên ji aliyê mamosteyênKurdî-DER'ê ku di sala 2016'an de bi KHK'yê hatibû girtin hatibûn destpêkirin, di demeke kin de 120 kesan qeyda xwe çêkir. Li Navenda Çand û Hunerê bi giştî 6 mamosteyên kurdî wê dersa kurdî bidin. Navenda Çand û hûnerê ya ku dê bi vê re jî sînordar nemîne armanc dike ku di demên pêşiyê de polên zaroka,jin, ciwan û dayikan veke. Di heman demê de li gorî daxwaz û serlêdanan dê zaravayên weke dimilkî û soranî jî perwerdehî bên dayin. Perwerdehiyên ziman dê rojên şemî û yekşeman bên dayin. Têkîldarî qursa zimanê kurdî de mamosteyê kurdî Aydin Denîz axivî. 
 
6 MAMOSTE AMADENE KU PERWERDEHIYA ZIMAN BIDIN 
 
Denîz diyar kir ku li hemberî perwerdehiya bi zimanê dayikê jin û ciwanan eleqeyeke mezin nîşan daye û da zanîn ku piraniya xwendekarên wan ji jin û ciwanan pêk tê û wiha axivî: "Ev nêzî sê meh in navenda çand, ziman û hûnerê ya Eyşe Şanê vebûye. Me weke mamosteyên ziman mehek beriya niha ji bo qursên ziman bangawaziyek kir. Mehek û şûnde qasî 120 xwendekaran hatin serî li me dan da ku perwerdehiya ziman bibinin. Niha 6 mamosteyên me amadene ku perwerdehiya ziman bidin. Heta ku mamosteyên me yên ku di asta mamostetiyê de jî perwerdehiyê bidin hene. Piştî demeke dirêj di bin banê navenda çand û hûnerê ya Eyşe Şanê em jî dest bi qursên xwe dikin. Rojên perwerdehî dayine me li gorî xwendekaran diyar kiriye. Xwendekarên me kîjan rojê guncav bin û demê wan hebe li gorî wê em mamosteyên xwe diyar dikin û pol vedikin. Piraniya xwendekarên me roja şemî û yekşema daxwaz kirine. Sê polên me hene û dê şemî û yekşemê  perwerdehiya ziman bibinin. Ji ber ku gelek kesên ku serlêdan kirine ji karsaz û karmendan pêk tê. Li gorî daxwaza wan hin polên me jî dê bi şev perwerdehiyên xwe bidin."
 
'ZIMANÊ HERÎ QEDÎM Û DEWLEMENDE'
 
Denîz di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser taybetmendî û giringiya ziman û got: "Ziman hebûn, nasname, çanda mirove. Dema ku mirov bi zimanê xwe azad bijî wê demê bedena mirov jî azad dibe û azadiya xwe jî bi dest dixe. Heke ku mirov bi zimanê xwe ne azad be nepêkaneye ku mirov jî azad be. Zimanê kurdî zimanê herî dewlemende. Zimanê kurdî di rêza 10'emîn de ye. Lê mixabin ji aliyê serdestan ve heta roja îro jî nehiştine ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Lê bila herkes baş bizanibe ku di nav zimanan de zimanê herî qedîm û dewlemend zimanê kurdî ye."
 
XEBATÊN NÎVCOMAYÎ DÊ TEMAM BIKIN
 
Mamoste Aydin Denîz da zanîn ku ew wekî mamosteyên Kurdî-Der'ê niha di bin banayê şaredariyê de, dê perwerdehiya ziman bidin û got ku xebatên wan ê ku li Kurdî-DER'ê nîvco mane ew ê temam bikin û ev tişt got: "Zimanê kurdî di nava xwe de çend zarave hene. Mebesta me ya sereke ew e ku zimanê kurdî pêşve bibin. Hemû kûçe,kolan û bajaran, dibistanan û saziyên fermî de bibe zimanê fermî. Di sala 2011'an heta sala 2015'an weke mamosteyên ziman me di saziya Kurdî-Der'ê de xebatên xwe dan meşandin. Hin projeyên me yên berfireh hebûn. Lê mixabin di sala 2016'an de  saziya me hat girtin. Wê demê ji bo ku hemû zaravên kurdî bên fêmkirin û perwerdehî li ser wan zaravan jî bê dayin me hinekî xebat dan meşandin. Wê demê 2 polên me yên zaravayê dimilkî jî me dan destpêkirin. Lê mixabin nîvco ma. Lê niha heke ku daxwaz hebin ji bo zaravayên din mamosteyên me hene ku perwerdehiya wan zaravan jî bidin. Girêdayî vê hin mamosteyên me hene ji derveyî kurdî hin zimanên din jî perwerdê bidin. Hin mamosteyên me hene ku bi farisî jî perwerdê bide. Em dixwazin ku vê derê bikin fergeheke berfireh. Dixwazin hemû zimanan li vir bidin rûniştandin. Em bibêjin zimanê me bindeste û em ti zimanên din qebûl nakin nabe. Em hemû zimanan qebûl dikin. Armanca me ew e ku hemû zimanan li vir bidin jiyin. Her wiha polên me yên cuda dê hebin. Em ê di demen pêşiyê de polên zarokan, polên jinan, polên dayik û ciwanan jî vekin. Ji bo herkese ku bixwaze ku li vir perwerde bibine ji 7 salî heta 70'ê salî em amade ne."