NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Şirnexê panel hat lidarxistin û li Wanê jî meş hat lidarxistin. Di çalakiyan de banga “Li her derê bi kurdî biaxive, bifikire, binivîse û bijî” hate kirin.
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Wanê meş û li Şirnexê jî panel hat lidarxistin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li eywana konferansan a avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) panela “Jin û ziman” li dar xist. Di panelê de pankarta “ Ziman mala hebûnê ye, hebûn xwebûna me ye” hate vekirin. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan û gelek jin tev li panelê bûn.
Hunermenda kurd û endama KASED’ê Selma Ozelasî weke panelîst tev li bernameyê bû. Panel bi rêzgirtinê dest pê kir.
‘HEBÛNA ME BI ZIMANÊ ME YE’
Piştre Sema Ozasî axivî. Ozasî, bal kişand li ser rol û mîsyona jin û ziman û wiha axivî: “Em şerê ziman dikin, şerê me şerê çand û hunerê ye, şerê me şerê ziman e. Mirov li ku derê dinyayê be bi zimanê xwe tê naskirin. Dema ku mirov bi zimanê xwe nizanibe û motîfeke kurdî li ser me nebe, tu wateya mirov jî namîne û ew mirov dibe keseke din. Ji ber wê em dibêjin me zimanê xwe heye, hebûna me bi zimanê me heye. Di têkoşîna gelê kurd de her tim têkoşîna ziman hatiye dayin. Divê em li malên xwe li tax û kolanên xwe bi zimanê dayikê biaxivin.”
DI SERDEMA NEOLOTÎKÊ DE JIN
Ozasî, di berdewama axaftina xwe de qala rola jinan a di serdema neolotîkê de kir û wiha got: “Di dema neolîtîkê de rol û mîsyona me jinan çi bû û me wê demê çi dikir û em niha çi dikin? Di wê serdemê de jin pêşengên civakê bûn, xweza bi destê jinan dihate afirandin. Di wê demê de jinan çandinî dikir, giya kom dikir û bi vê re zarok xwedî dikir. Jin û xweza di nav hev de dijiyan. Mêr nêçîrvan bûn lê jin hem xweza û hem jî mal birêve dibir. Heke ku ew dem di hundirê me de nebûya îro me li dijî pergalê li ber xwe nedida. Niha jî li ser jinê pişaftineke mezin tê kirin. Jin bi her awayî hedef hat nîşandan. Her berhemeke jinan weke berhemek mêr pêşkeşî civakê kirin. Keda jinê weke keda xwe nîşan dan. Ji ber wê di roja me de jin berxwedana hebûnê, çandê û ziman dide.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.
WAN
Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA) Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî meş li dar xistin. Meş, li pêşiya avahiya DEM Partiyê dest pê kir û heta ARSÎSA’yê domiya. Di meşê de dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin.
Di meşê de her wiha jinan dovîzên “Kurdî dilê Kurdistanê ye”, “Zimanê min welatê min e” û “Kurdî nasnameya me ye” hatin hilgirtin. Beşdaran li pêşiya avahiya ARSÎSA’yê stranên bi kurdî striyan. Rêvebera ARSÎSA’yê Evîndar Akbulut daxuyanî da. Akbulut, diyar kir ku zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye.
‘ZIMANÊ KURDÎ ÇAVKANIYA SEREKE YA AZADIYA GELÊ KURD E’
Bi domdarî Akbulut destnîşan kir ku zimanê kurdî di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Akbulut wiha domand: “ Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekitiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.”
‘TOVÊ KU BI HAWARÊ HATÎ REŞANDIN BÛ ÇAVKANIYA TÊKOŞÎNA ZIMAN’
Di berdewamê de Akbulut destnîşan kir ku gelê kurd her dem ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye û wiha pê de çû: “Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Elî Bedirxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî. Di 15’ê Gulana 1932’yan de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan di warê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir. Ev tovê ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin, ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî.”
GOTINA OCALAN A ‘ZIMAN LAŞ E XWEDÎ LÊ DERKEVIN’ BI BÎR XIST
Akbulut, bi domdarî gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd bi taybetî di van 50 salên dawî de li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya li dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne. Di encama vê têkoşînê de, di sala 2006’an de bi ked û hewldanên TZP Kurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.”
‘JÊDERKA BINGEHÎN A ZIMANÊ KURDÎ JINÊN KURD IN’
Akbulut, daxuyand ku çavkaniya bingehîn a hawara zimanê kurdî jinên kurd in û wiha derbirî: “Dema ku em dibêjin ‘jin jiyan e’ em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in. Li Kurdistana Sor û her çar milên Kurdistanê jinên wek Celale Xanima Loristanî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Mestûre Kurdistanî, Lîza Xanim, Sûsika Simo, Fatma Elî, Meryemxan, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in.
Li ser vê bingehê, pêwîst e ku di roja me de jî, yên herî zêde li vê hawara zimanê kurdî û nirxên kurdewar xwedî derkevin û bi ala zimanê kurdî bimeşin, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin em jinên kurd in. Em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin. Li şûna ku em tenê bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê dayikê derkevin’; divê em di heman demê de bibêjin ku ‘em xwedî li zimanê jinê, jiyanê û azadiyê derkevin’.”
‘BI KURDÎ BIAXIVIN, BINIVÎSIN, BIFIKIRIN’
Akbulut, anî ziman ku ew ê bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna li dijî tecrîda ser zimanê kurdî ku parçeyeke li ser tecrîda Abdullah Ocalan e û tecrîda li ser jinên kurd, çalakiyên cuda li dar bixin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bi boneya salvegera 92’yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Elî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêzvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li rêzdar Abdullah Ocalan, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û bang û gazî li hemû gelê xwe yê Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku; em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, em her derê bikin dibistan û zanîngehên zimanê kurdî, em her dem û li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn. Jiyan, jiyan, azadî.”