Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’

NAVENDA NÛÇEYAN - Di meş û daxuyaniyên ku li gelek bajaran bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hatin kirin de, hate xwestin ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
 
Celadet Elî Bedirxan ê ji ber zextan weke sirgun çû Sûriyeyê û komeke rewşenbîrên kurd di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hawarê ku ji bo zimanê kurdî weke “mîladek” tê qebûlkirin derxistin. Kongreya Navnetewî ya Kurd di sala 2006’an de 15’ê Gulanê ku hejmara ewil a kovarê lê derket weke “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir. Ji vê salê ve li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi aktîvîte û çalakiyên cûr bi cûr tê pîrozkirin. Îsal jî li gelek bajaran aktîvîteyên weke daxuyanî, meş û panele hatin lidarxistin. Di van aktîvîte û daxuyaniyan de daxwaz hevpar bû: “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”
 
AMED
 
Baroya Amedê, şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Serokê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Mehmet Fîdan got ku divê her kes bi hev re xwedî li zimanê kurdî derkeve û kurdî bê parastin. Fîdan, da zanîn ku ev yek berpirsyartiya her kesî ye. 
 
Bi domdarî Fîdan anî ziman ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî civakî û şexsî ye û wiha got: “Mafê her kes û gelî heye ku bi zimanê dayika xwe perwerde bibe. Ev maf ji hêla hiqûqa navneteweyî ve hatiye qebûlkirin û bûye qanûn. Van rojan qala destûreke bingehîn a nû tê kirin û em jî li vir bang dikin; em dibêjin ku bila statûya zimanê kurdî di destûra bingehîn a nû de bê naskirin. Bi wesîleya wate û girîngiya vê rojê; weke parêzerên kurd em bang li parlamento û rayedarên dewletê dikin ku dawî li polîtîkayên pişaftinê bînin û zimanê kurdî nas bikin.” 
 
RIHA
 
Şaxa OHD’a Rihayê û Baroya Rihayê jî li ber Edliyeya Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê Sedat Gul, bal kişand ser êrişên li dijî kurdî û wiha got: “Kurdî li her derê qedexe ye. Kurdî hêj nebûye zimanê perwerdehiyê yê fermî. Li gelek welatan ji zimanekî zêdetir ziman weke zimanê fermî tên qebûlkirin. Em weke parêzer dixwazin ku polîtîkayên bişaftinê bên bidawîkirin û zimanê kurdî bibe zimanê fermî.” Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
WÊRANŞAR 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wêranşarê li ber avahiya xwe ya navçeyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevşaredarê Wêranşarê Serhat Dîcle Înan, encamên meclisa şaredariyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Endamê DEM Partiyê Rûmet Riha Aydin ê di daxuyaniyê de axivî, bang kir ku divê êrişên li ser kurdî demildest bên bidawîkirin û wiha got: “Em ê heta dawiyê li her derê têkoşîna xwe ya jiyandina kurdî bidomînin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.” Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
STENBOL 
 
Şaxa OHD’a Stenbolê, li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku pankarta kurdî “Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hate vekirin de endamê OHD’ê Îhsan Aytûç metna çapemeniyê xwend. 
 
Aytûç ê dîroka Cejna Zimanê Kurdî vegot, destnîşan kir ku bi ruhê wê demê ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî têdikoşin. Aytûç, destnîşan kir ku di rojên dawî de guhertina destûra bingehîn di rojevê de ye û divê di destûra bingehîn a nû de weke li gelek welatan kurdî weke zimanê fermî yê duyemîn were nasîn. Aytûç da zanîn ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî dê weke OHD’ê kampanyayê bidin destpêkirin. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa OHD’a Êlihê û Baroya Êlihê jî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da. Di daxuyaniya li ber edliyeyê hate dayîn de gelek parêzer amade bûn. Endamê OHD’ê Med Rizgar Akman, da zanîn ku ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin û wiha got: “Îro jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên înkarkirin û asîmîlekirinê berdewam e. Bi milyonan zarokên kurd di dibistanan de nikarin perwerdehîyê bi zimanê kurdî bibînin. Şano, konser, fîlm û hemû cure çalakî û şahîyên bi kurdî hîn jî tên qedexekirin. Di sazîyên fermî de kurdî nayê naskirin. Di dadgehan de ji bo parastina bi zimanê Kurdî pere tê xwestin û gelek caran mafê parastina bi zimanê zikmakî tê binpêkirin. Heta di Parlamentoyê de jî kurdî weke zimanekî ‘nenaskirî’ tê pênasekirin.” Akman, anî ziman divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî û wiha domand: “Bi minasebeta vê rojê em weke parêzerên kurd û azadîxwaz bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin, kurdan û kurdî nas bikin.” 
 
Li Êlihê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, di pêşengtiya Komeleya Çand û Lêkolînên Ziman a Arî (ARÎ-DER) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Yilmaz Guney daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku pankartên “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî însanî ye” û “Zimanê me rûmet û hebûna me ye” hate vekirin de gelek kes amade bûn. Kesên tev li daxuyaniyê bûn dowîzên “Her netew bi zimanê xew heye” , “Ziman şitila avakirina civakî ye”  û “Em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin” hatin hilgirtin. 
 
Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha, diyar kir ku zimanê kurdî zimanekî binirx, qedîm û dewlemend e û got: “Azadiya zimanê kurdî, azadiya gelê kurd e. Em ê îsal bi dirûşma ‘Her dem kurdî her der kurdî’ ji bo tecrîda li ser ziman a ku parçeyeke tecrîda li ser birêz Ocalan e rakin hin cure aktîvîteyan li dar bixin. Em ê li her derê dengê zimanê kurdî bilind bikin û rengê wî belav bikin.”
 
MÊRSÎN 
 
Li Mêrsînê jî Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÇHD) ên Mêrsînê daxuyaniyeke hevpar dan. Gelek parêzer tev li daxuyaniya li ber Edliyeya Mêrsînê hate dayîn bûn. Endama OHD’ê Şîlat Turk a di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Berî her tiştî zimanê me hebûn, nasname û rûmeta me ye. Lewre, divê em hemû bi hev re li zimanê xwe xwedî derkevin û wî biparêzin. Ev kar li ser milê me hemûyan e. 
Mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî hem mafekî komelî hem jî mafekî takekesî ye. Anku mafê her gelî û her takekesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Ev maf, wekî mafekî mirovan di hiqûqa navneteweyî de hatiye naskirin û di gelek danezan û girêbestên navneteweyî de hatiye misogerkirin.”
 
Turk, anî ziman ku ji roja avabûna Komara Tirkîyeyê heta niha, kurd, zimanê kurdî û çanda kurdî ji hêla dewletê ve nehatine naskirin û wiha domand: “Îro jî polîtîkayên Tirkîyeyê yên înkarkirin û asîmîlekirinê berdewam in. Bi milyonan zarokên kurd di dibistanan de nikarin perwerdehîyê bi zimanê kurdî bibînin. Şano, konser, fîlm û hemû cure çalakî û şahîyên bi kurdî hîn jî tên qedexekirin. Di sazîyên fermî de kurdî nayê naskirin. Di dadgehan de ji bo parastina bi zimanê Kurdî pere tê xwestin û gelek caran mafê parastina bi zimanê zikmakî tê binpêkirin. Heta di Parlamentoyê de jî kurdî wek zimanekî ‘nenaskirî’ tê pênasekirin.”
 
‘DIVÊ DI DESTÛR BINGEHÎN A NÛ DE KURDÎ HEBE’ 
 
Turk a qala nîqaşên destûra bingehîn a nû ya di rojevê de kir û ev tişt gotin: “Em bi dengekî bilind bang dikin û dibêjin: Divê di qanûna bingehîn a nû de kurdî bibe xwedî statû. Ev mafê me ye. Gelek welatên dinyayê, zimanên cuda yên welatîyên xwe nas dikin û wan zimanan wek zimanên fermî qebûl dikin. Li Amerîkayê îngilîzî û spanî; li Swîsreyê elmanî, frensî û îtalî; li Rûsya, Hindistan û Efrîkaya Başûr û gelek welatên din jî ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Hetta li Qazakistanê perwerdehîya bi zimanê kurdî jî hatiye qebûlkirin. Bi minasebeta vê rojê em wek parêzerên kurd û azadîxwaz bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin, kurdan û kurdî nas bikin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî.”
 
ENQERE 
 
Şaxa OHD’a Enqereyê jî li ber edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Li qada ku daxuyanî lê hate kirin pankarta “Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî mirovî ye” hate daliqandin. Endama OHD’ê Dîlan Denîzhan a di daxuayiyê de axivî, diyar kir ku mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî hem mafekî komelî hem jî mafekî takekesî ye. Anku mafê her gelî û her takekesî heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne. Piştî daxuyaniyê endama OHD’ê Şevîn Kaya, ragihand ku ji bo kurdî bibe zimanê fermî weke parêzeran kampanyaya îmzeyê dane destpêkirin. 
 
WAN
 
Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), ÎHD, TJA, Kovara Destarê, HDP, DBP, DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê, daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniya li ber ARSÎSA’yê hate dayîn de dowîzên “Kurdî hebûna me ye” , “Kurdî nasnameya me ye” , “Bê ziman jiyan nabe” , “Kurdî bextê kurdan e” û “Em perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin” hatin vekirin. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbahar ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Heke îro ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê em hêj bang bikin ev rûreşiya vî welatî ye. Lidarxistina aktîvîteyên me jî tên qedexekirin. Em vê faşîzmê şermezar dikin û ji têkoşîna ziman paş ve gavê naavêjin.”
 
Yek ji rêveberên ARSÎSA’yê Şevket Acar jî bi boneya cejna ziman daxuyaniya hevpar a hate amadekirin xwend. 
 
Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê û Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Şaxa OHD’a Wanê jî li ber edliyeyê daxuyanî da. Endamê Şaxa OHD’a Wanê Mûstafa Ozoral ê di daxuyaniyê de axivî, wiha got: “Mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê hem mafekî kolektîf e hem jî mafekî kesayetî ye. An ku her gel û kes xwediyê ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bigire ye. Ev maf di hiqûqa navnetewî de weke mafekî însanî tê qebûlkirin û bi gelek deklarasyon û peymanên navnetewî hatiye ewlekirin. 
 
ERZIROM
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş di daxuyaniyê de wiha got: “Di serî de zimanê kurdî, divê astengiyên li ser hemû zimanan bên rakirin. Ji ber ku ziman, hebûna mirovan e, nasname û dîrok e. Lewma her tiştek bi ziman tê pênasekirin.” 
 
MÛŞ
 
Li navenda Mûşê û navçeyên wê jî bi boneya 15’ê Gulanê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Endamên gelek sazî û dezgehan li navenda Mûşê hatin gel hev û meş li dar xistin. Girse heta pêşiya şaredariyê meşiya û li vir endamên PM’a DEM Partiyê Selamettîn Yilmaz axivî. Li navçeyên Gimgim, Kop û Milazgirê jî daxuyanî hatin dayîn. 
 
COLEMÊRG
 
Li Colemêrg û navçeyên wê jî daxuyanî hatin dayîn. Bi tevlibûna gelek kesan li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de wiha got: “Zimanê kurdî, yek ji nirxekî sereke, qedîm û dewlemend ê gelê kurd û mirovahiyê ye. Di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandan. Zimanê kurdî hebûna gelê kurd e, nasname, namûs û nasnameya neteweyî ye.” Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Piştî daxuyaniyê, li navenda bajar belavok hatin belavkirin. Piştre jî li pêşiya avahiya partiyê li ber stranên kurdî govend hate gerandin. 
 
Li kolana avahiya DEM Partiyê ya navçeya Geverê jî bi tevlibûna gelek kesan daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” hate hilgirtin. Her wiha welatiyan dovîzên “Her dem li her derê kurdî”, “Ji bo zimanê kurdî li her derê û li her qadê têkoşîn” û “Bila kurdî bibe zimanê perwerdeyê” hatin hilgirtin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de wiha got: “Gelê kurd dê li dijî zextan hebûn û nasnameya xwe biparêze, dê têkoşîna azadiyê mezintir bike û di nava jiyana rojane de bi hemû zaravayên xwe biaxive û hebûna xwe bi awayekî stratejîk biparêze.” 
 
Li navçeya Şemzînanê jî bi tevlibûna gelek kesan li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Agît Tekîn xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê. 
 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Komeleya Ziman, Çand û Hûnere têkîldarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên “Cejna zimanê kurdî pîroz be her dem kurdî, her der kurdî” , “Ziman mala hebûnê ye, hebûn xwebûna me ye” hat vekirin. Her wiha dowîzên “Em zimanê dayikê perwerdehiyê dixwazin” ,” Ez kurdim perwerdehiya bi ziman dixwazim” hatin rakirin.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, rêxistina DBP’ê ya bajêr, aktivîstên TJA’yê, hevşaredarên navçeyan, Meclisa Dayikên Aşitiyê û gelek welatî tev li bûn. 
 
‘GELÊ ME BI SALAN E LI BER XWE DIDE’ 
 
Beriya ku metna daxuyaniyê bê xwendin parlamenter Mehmet Zekî Îrmez axivî û wiha got: “Em ê li hemberî pişaftinê, li hemberî zilm û zordariya li ser zimanê kurdî her tim têbikoşin. Bila gelê me ji vê bawer be ku ew hêviya ew kesên ku pêşberî zimanê me, çanda me, hûnera me zilm û zordariyê û pişaftinê dike em nahêlin ku ew hêviya wan biserbikeve. Ji bo ku gelê kurd ji zimanê xwe, çanda xwe û hûnera xwe dûr bikeve serî li her tiştekî dan lê biser neketin û gelê me bi salane li ber xwe dide.”
 
‘EM Ê LI HER DERÊ HAWARA KURDÎ BELAV BIKIN’ 
 
Pişt re metna çapemeniyê ji aliyê Hevserokê Komeleya Birca Belek Cahît Akil ve hat xwendin. Akil, bi lêv kir ku ew ê li her qadên jiyanê de têkoşina zimanê kurdî bidomînin û wiha got: “Bi vê boneyê em ê îsal bi diruşma ‘Her dem kurdî her der kurdî’ bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna şikandina tecrîda li ser zimanê kurdî ku parçeyek ji tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan û tecrîda giştî ya li ser têkoşîna neteweya kurd e, em ê li dijî vê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em ê li her derê hawar û dengê zimanê kurdî bilind bikin û rengê wê li her derê belav bikin. Di vê çarçoveyê de bi hişmendî, hîndekarî û rêxistinkirina civakî ya zimanê kurdî, herwiha bi daxwazên fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî em ê heta dawiyê hewl bidin ku ji niha û pê ve li hemû bajar, navçe, bajarok, tax, kolan, gund û mezrayên li Kurdistanê û li gelek bajar û navçeyên li Tirkiyeyê têkoşîna zimanê kurdî bi awayekî şênber, domdar û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.”
 
Daxuyanî bi klam û dirûşmeyên “ Bijî berxwedana ziman” ,” Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR 
 
Li Îzmîrê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Sumerbank a Kevn a li Konakê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Perwerdekarê Avesta Zimanê Bûrhan Akkol di daxuyaniyê de axivî û ev tişt gotin: “Em di serî bang li jin û ciwanên ji bo ziman têdikoşin û hemû partiyên li Kurdistan û cîhanê ne dikin ku, em têkoşîna ji bo ziman tê dayîn mezin bikin. Em her derekî bikin cihê perwerdeya ziman. Em li her derekî û li her demê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bifikirin, bi kurdî bixwînin û bi kurdî bijîn.” 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û gotina stranan bi dawî bû.