SÊRT - Welatiyên Sêrtê diyar kirin ku ji bo nifşên nû hînî zimanê dayikê bibin berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê malbatan û wiha gotin: “Mirov li cihê ku bi zimanê xwe neaxive tune dibe, bêesil dibe.” Welatiyan ji bo zimanê kurdî banga têkoşînê kirin.
Gelê kurd bi zêdetirî sedsal e rastî polîtîkayên pişaftinê tê. Gelê kurd ji bo zimanê xwe têkoşîneke mezin raber kir û ev têkoşîn hêj didome. Di 15’ê Gulana sala 1932’yan de bi pêşengtiya Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî li paytexta Sûriyeyê Şamê hejmara yekemîn a Kovara Hawarê hate weşandin. Cara ewil di kurdî de alfabeya latînî hat bikaranîn û vê yekê bandoreke mezin li ser pêşvebirina zimanê kurdî kir. Bi vê boneyê Kongreya Neteweyî ya Kurd di sala 2007’an de 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî ragihand. Ji wê rojê ve jî gelê kurd her sal 15’ê Gulanê weke Cejna Ziman pîroz dike.
Çalakiyên ziman ên îsal ku dê heta 1’ê hezîranê bidomin bi dirûşma “Her der kurdî her dem kurdî” tên lidarxistin. Em jî têkildarî ziman bi welatiyên Sêrtê re axivîn.
PEYWIRA ESASÎ DIKEVE SER MILÊ MALBATAN
Welatiyê bi navê Abdulhekîm Seven anî ziman ku ji bo nifşên nû hînî ziman bibin peywira esasî dikeve ser milê malbatan û wiha got: “Divê kesek eslê xwe ji bîr neke. Zimanê wî/wê yê dayika çi be divê bi wî zimanî biaxivin. Dema ez diçûm dibistanê min bi tirkî nedizanî lewma min zehmetî kişandin. Zimanê mirov çi be, divê mirov bi wî zimanî perwerde bibe.”
GIRÎNGIYA PERWERDEYA DI MALÊ DE
Omer Suçîn jî got ku ji bo zimanê kurdî neyê jibîrkirin divê malbat di nava malê de bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û wiha domand: “Mamosteyên herî mezin ên zarokan, dayik û bav in. Divê gelê kurd zimanê xwe ji bîr neke. Ev maf û dîroka me ye. Lewma divê her kes pirtûkên bi kurdî bikire, li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive. Kesek nikare vê asteng bike. Heke li derve bê astengkirin jî li hundirê malê kesek nikare asteng bike. Dewlet vê derfetê nade lê tu dikarî li malê perwerde bikî. Divê gelê kurd ji bo zimanê xwe bêhtir têbikoşe. Bi taybet jî divê bijîşk, parêzer û mamosteyên kurd bêhtir xwedî li ziman derkevin.”
‘HER GEL BI ZIMANÊ XWE HEYE’
Remzî Dayan jî got “Em bi zimanê xwe hene” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj niha jî tê qedexekirin lê li ber xwe dide, em zimanê xwe diparêzin. Divê kurd kurdî ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Ev yek li ser me tevan ferz e. Heta daxwazên me tên qebûlkirin jî dê têkoşîna me bidome.”
Ji welatiyan Salih Ozdemîr jî bal kişand ser xetereyên derûdorê û wiha axivî: “Cîranên me, derdora me tevan bi tirkî diaxivin. Zarokên me jî ji ber van sedeman bi kurdî naaxivin. Divê malbat bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Zimanê me tê qedexekirin. Li metropolan tu kes bi zimanê dayikê naaxive. Divê li her derê bi kurdî bê axaftin.”
‘EM Ê DEV JI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ BERNEDIN’
Ayten Bîlek jî xwest kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ev tişt anî ziman: “Li cihê mirov bi zimanê xwe neaxive tune dibe û bêesil dibe. Divê li dibistanan perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn. Li Sêrtê 3 ziman hene; erebî, kurdî û tirkî. Lê em nikarin bi rehetî bi zimanê xwe yê dayikê kurdî biaxivin. Ji ber ku zarok bi tirkî perwerde dibin, pişaftin dibe. Heke malbat bi kurdî biaxivin, zarok jî dê hîn bibin. Ji ewil malbat piştre dibistan. Heke li her du deveran jî kurdî bê axaftin dê pirsgirêk nemîne.”
Zekî Yeşîlkavak jî diyar kir ku zimanê wî yê dayikê kurdî ye, bi tirkî baş nizane û axaftina xwe wiha qedand: “Çima zimanê kurdî qedexe dikin? Em dev ji zimanê xwe yê dayikê bernadin.”
MA / Rûkiye Adiguzel