Bakurê Sûriyê Serdema Neolotîk ronî dike

img
QAMIŞLO –Li Bakurê Sûriyeyê 2 hezar cih warên dîrokî yên ku Til Xelef, Girê Moza, Til Beyder jî din av de ne Serdema Neolotîk ronî dikin. Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê jî hewl dide ku van herêman restore bike û biparêze. 
 
Li Sûriyeyê 7 sel in şer didome û lê di encama vê şerî de jî ev herêm bi jiyaneke nû re jî rûbirû bû. Bakûrê Sûriyeyê bi kavêlên xwe yên dîrokî jî xwedî cih û wareke girîng e. Hema li Bakurê van kavilên dîrokî Xirabreşkê (Gobeklî Tepe), Newala Çorî û xêlek ‘gir ango tump’ hene. Ev cih û war û yên Bakurê Sûriyeyê têkildarin û berdewamê hev in. ji gelek nirxên dîrokî re jî malovaniyê kirine. Van kavilên dîrokî yên Serdema Neolotîk in. Lê hatine berovajîkirin. Encax bi xebatên nû yên li Bakurê Sûriyeyê tên kirin ev dê hem bên restorekirin û hem jî bên parastin. Li gel vê dê ji serî nû ve bên xwendin û li gor rastiya xwe bên aşkerekirin. Ev jî dê bi xwe re şoreşeke nû yê dîrokê ava bike. Di 7 salên şer de gelek berhemên giranbiha yên dîrokî bi destê DAê hatin hilweşandin, hinek ji wan xesarên mezin dîtin. Hinek ji wan jî hatin talankirin û firotin hin walatên din. 
 
CIHÊN KU DÎROKÊ DEST PÊ KIRIYE NE
 
Tê destnîşankirin ku bi kêmanî 2 hezar cih û warên dîrokî li Bakurê Sûriyeyê hene. Ji vana 200 jê li Herêma Cizîrê ne. Di nav herka şerê li Sûriyeyê de cihên dîrokî ku herî zêde xesar dît jî ev cih in. Divê neye jibîrkirin ku van deran hem bi destê DAIŞ’ê hatin wêrankirin û tunekirin û hem jî li bajarên Bakurî Sûriyê yên hatin dagirkirin de DAIŞ’ê li wir çi hebûn talan kir. Sûr û Kelehê livir wek baregehên leşkerî bikar anîn. Berhemên dîrokî yên pere dikir di serî de firotin Fransa û welatên din ên Ewropayê. Ku ji vana cih û waran çend jê bên rizêkirin;
 
TIL XELEF
 
Tilxelev Li Bakurê Sûriyê li bajarê Serêkaniyê ye û ev wergeh, wargeha herî kevin a ku mirovahî lê bicih bûne ye. Ev herêm herî zû ji bin destê Rejîma Baasê hat rizgarkirin û ket bin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Ev ji bo herêmê bû derfet ku zêde ji şerê demê xesar nedît. Bi dîtina çanak û çomlekên ku li Til Xelef hatin dîtin hat fêmkirin ku herêm xwedî civakdariyeke tê zanîn hê pirtir pêşketîbûye. Til Xelefa ku çandiniya destpêkê lê hatiye çandin bi hêzên leşkerî ewlehiya wê tê girtin. 
 
GIRÊ MOZA
 
Li herêmê cihekeke ku di nava gel de tê zanîn Girê Moza ye. Girê Mozan li Amûdê ye. Tê diyarkirin ku herêm wek cih warê Hûriyan tê zanîn. Di kolanên ku li derdora Gir hatî kirin de kavilên gundan derketiye. Ev dever hê berê ji aliyê arkelokên elmen ve hatiye kolan û ewlehiya wê ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve tê girtin. Li qontara gir di cihê ku kolan lê hatiye kirin de cihê ritûelên olî, mexzen, daşir (tuvalet), kolan, mohr, çomlek û kevirên çêkirî hatine dîtin.
 
TIL BEYDER
 
Ciheke din ê girîng Girê Til Beydere. Girê Til Beyder di navbera bajarê Dirbesiyê û Hesekê deye. Girê Til Beydar 30 Km dikeve bakurê bajare Hesekê û  25 metre bilinde. Di kolanên hatiye kirin de cihwarên kevin yên dîrokî derketine holê. Di serdema xwe de Til Beyder li ser riya bazirganiyê de bûn. Karwan dihat û di ser Til Beyder de derbas dibûn. Di van gundên kavil yên dîrokî de mal, embarên genim û dikanên di rêzê de hatine dîtin. Bo ku xesareke bi ser wan de neye bi çamura sor hatine sîwaxkiri.     
 
GELEK AGAHÎ Û DANE DERKETIN HOLÊ
 
Ji Berpirsê Parazvanê Berhemên Dîrokî yê Wezareta Parastina Arkeolojî û Turîzmê yê Bakurê Sûriyeyê Ristem Ebdo destnişan dike ku herêm hem di nav herêma Rijhilata Navîn de û hem jî di Cîhanê de li ciheke girînk de ne. Ebdo destnîşan dike ku berya şer dest pê bike li 70 cîhan zêdetir xebatên kolana akreolojîk hatibû kirin. Ebdo aşkera dike ku ev kolan ji aliyê 20 komên arkeolok ve pêk hitine. Di encama van xebatan de gelek agahî û daneyên ku karin dîroka rabirdû ronî bikin hatine dîtin. Ebdo dide zanîn ku van komên arkeolok ji ber şer neçar mane ku ji herêmê derkevin û biçin.
 
GIRTINE BIN PARASTINÊ
 
Ebdo vedibêje ku herêm bi kavilên dîrokî yên derketina holê pesend dibe ku bi dîroka xwe diçe heta Serdema Neolotîk  û wiha pêde diçe: "Van deverên giranbiha piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya demokratîk ve hatin kotrolkirin û şûn ve parastina taybet ji bo wan hatiye sazkirin. Piştî ewlehiya wan deran hat girtin hin xebat jî li wan cih û waran dan destpêkirin. Hin ji wan restorasyona wan hat kirin û hatin parastin. Bilî vê ji bo parastina van berheman zanyariya gel hat xurtkirin. Xebatên li ser van aliyan bê ku navber bikevê tên pêşxistin. Ji bo parastina berhemên dîrokî amadekariya me heye ku em hevkariya xwe ya bi yekîneyên arkeolok ên navteweyîre jî li pêş bixin. Hin jiwana bo ku bên livir dest bi amadekariyan jî kirine." 
 
MA / Nazim Daştan