AMED – Hunermend Jan Axîn ê ku bi tarzê rockê ya kurdî û carna bi stranên klasîk ên kurdî distrê diyar kir ku guhdariya muzîkê kir ku muzîkjenî li wî peyda bibe û ew di bin bandora hunermendên kurd ên klasîk de maye û wan hunermendan wek awêneya muzîka kurdî pênase kir. Axîn got ku ew piştî demek dirêj bi berhema xwe ya “Zerîba” li pêşberî hezkiriyên muzîka kurdî ye, lê çanda populîzmê nahêle muzîka kurdî li pêş bikeve.
Hunermendê muzîka rockê ya kurdî Jan Axîn ku carna stranên klasîk jî disitrê, bi albûmek nû derket pêşberî hezkiriyên xwe ango muzîkhezan. Hunermend Axîn piştî albûmên “Bajar” û “Evînên Şikestî” demek dirêj şûn ve albûma “Zerîba” derxist. Berhema Axîn xwerû ji kurdî pêk tê û bi gotina wî naveroka stranên wî her tim mirovan ber bi rê ve dibin. Hunermend Axîn derbarê xebatên xwe yên muzîkê de pirsên ajansa me Mezopotamyayê bersivand.
We kengê dest bi muzîkê kir û hestên we yên muzîkê ji ku xwe dide der?
Guhdariya muzîkê kir ku kurmê muzîkjeniyê li min peyda bike. Bi guhdarkirinê ber bi pêvajoya berhem çêkirinê ve hatim.
Wek gelek hunermendan min jî bi zarokatiya xwe dest bi xebatên muzikê kir. Min di zarokatiya xwe de çi didît guhdar dikir. Di wê demê ewqas stranên kurdî jî bi destê me nediketin. Lê çiqas bi destê me diketin me guhdar dikir. Piştî ez mezin bûm şûn ve min estrûman peyda kir û min li estrûmanan xist. Tu bi guhdarkirinê heta rojekê diçî û pişt re tu dibêjî ka ez jî tiştekî bêjim. Guhdariya muzîkê kir ku kurmê muzîkjeniyê li min peyda bike. Bi guhdarkirinê ber bi pêvajoya berhem çêkirinê ve hatim.
Hestên stranan di nava însanan de heye. Heke ku ew hest tune be, bi xebatê û bi serê xwe dernakeve. Jixwe dikarim bêjim stranbêjî di ruhê min de hebû. Heval û dostan digot dengê te xweş û bi min stranan didan gotin. Ew arastekirina hevalên min bû hêz û baweriyek.
Di muzîka kurdî de kîjan hunermendên kurd li ser we bandor kir û herî zêde hûn di bin bandora kîjan tarzê muzîkê de man?
Hunermend Miradê Kinê, Miheme Arîfê Cîzrawî, Mihemed Şêxo, Ayşe Şan, Meryem Xan û yên din îro bingehek mezin ji me re ava kirin e û awêneya muzîka kurdî ne.
Hunermendên mîna Miradê Kinê, Miheme Arifê Cîzrawî, Tahsîn Taha, Mihemed Şêxo, Ayşe Şan, Meryem Xan û gelek hunermendên îro xurtbûyîna me û bingeha me ne. Ez di bin bandora wan de mam e. Bi taybetî dikarim hinekî li ser Miradê Kinê (Miradko) bisekinim. Mirovekî gelek serbest e. Dikare bi awayek jixweberî stranek çêke û lê bide û bêje. Xwedî taybetmendiyek mezintirîn e. Mînak divê ku her kes “Xezal xezal” ji Miheme Arîfê Cizrawî guhdar bike. Kes nikare wek wî bêje.
Îro dema em çi çaxê behsa muzîka kurdî ya klasîk bikin, em neçarin navê van hunermendên hêja bînin ziman. Ji wan kevintirîn jî hene. Em dikarin heta Evdalê Zeynikê jî biçin. Lê wê komê îro bingehek mezin ji me re ava kirin e û awêneya muzîka kurdî ne. Min muzîka kurdî bi wan nas kir. Heke îro bingehek min hebe, ew bingeh ji wan tê. Em jî li ser rê û rêça wan diçin. Ez muzîkek rockê ango ewropî çêdikim lê bes, ez nikarim ji wî ruhê muzîka kurdî ya klasîk dûr bikevim. Ez pê ve girêdayî me.
Tişta ku we arasteyî tarzê muzîka rockê kir çibû. Hûn dikarin henek behsa tarza xwe ya rockê bikin?
Ahenga zimanê kurdî û muzîka rockê hev digire û li hev tîne. Berî her tiştî ji muzîka rockê hez dikim û pir û pir guhdar dikim.
Ji bo tarza rockê mirov ewil li dengê xwe guhdarî dike. Hinek li rihê xwe guhdarî dike. Ez jî dengê cureyên gîtaran hez dikim. Tonaja dengê min û dengê rockê li hev e. Ji xeynî vê jî dixwazim wek îspat jî tiştek bêjim. Şêwaza zimanê kurdî, ji bo muzîka rockê ango rocka cîhanê li hev hatiye. Ahenga zimanê kurdî û muzîka rockê hev digire û li hev tîne. Berî her tiştî ji muzîka rockê hez dikim û pir û pir guhdar dikim. Ez li kes û komên cîhanê guhdar dikim û dişopînim.
Di muzîka rockê de jî wek muzîka kurdî ya îro ye. Komên rockê yên biyanî ku nû derdikevin, îro ev hunermendên wan nû nikarin şûna stranbêjên rockê yên berê bigirin. Çawa ku îro em nikarin şûna hunermendên me nemir bigirin. Ez li ser rihê hunermendên biyanî yên rockê me.
Komek wek Pînk Floyd yanî mervi dibêje van însanên han, wefat bikin wê kî cihê wan tije bike? A rastî pirsek wiha bersiva xwe nabîne. Ez hin bêtir li kevnê wan guhdarî dikim.
Xebatên li ser rockê ya kurdî beriya Koma Wetan jî hene. Lê cara yekem wek albûmekê bi Koma Wetan me dît û em pê jiyan. Tarz û stranên wan xweş bûn û îro jî xweş in.
*Heta niha çend berhemên we derketin?
Heta niha 3 albûmên min ên binavê “Bajar”, “Evînên Şikestî” û “Zerîba” derketin. Ji bilî albuman jî di navberê de xebatên wek vîdoe klîp jî me kirin.
Piştî demek dirêj we berhemek derxist. Hûn dikarin behsa berhama xwe ya nû “Zerîba” bikin?
Projeya albûma “Zerîba” projeyek kevn e. Me xwest em zûtirîn vê albûmê qeyd bikin. Lê bes şert û mercên jiyanê derfet nedan me û di dest me de ma. Encax em pê re gihîştin û di vê serdemê de derxin. Piştî albûma “Evînên Şikestî” zor û zextên jiyanê bandorek neyînî li ser xebatê kirin. Ji ber şert û mercan navberek dirêj ket navbera xebatên min. Lê bes dema carekî tu destpê dikî, tu bixwazî bisekinî jî guhdarvanên ji te hez dikin ew qîma xwe naynin ku tu bisekinîn. Vê albûma dawî hinek jî bi zexta guhdarvanan derket. Ez ji vê têkilî û eleqedariya guhdarvanan re spas dikim.
Wek konseptek derket. Album ji 6 stranan pêk tê. Îro şert û merc guherîne. Îro êdî ew dem nemaye ku rahêjin CD’yek û guhdar bikin. Ji berk u her tişt bûye dîjîtal û li ser înternetê tê guhdarkirin. Ev yek jî zihabûnek gelek zû derdixe pêş. Ji ber wê min nexwest ez gelek stranan di albûmê de bi cih bikim. Ji bo ku her şeş stran baş bêtir bên guhdarkirin û fêmkirin me wiha çêkir.
Di berhemê de stranên ku balê bikişînin hene gelo?
Esasê stranên di albûma “Zerîba” de hemû rêwîtî ye. Mirov arasteyî ser rê dike û diherikîne. Riya mirov pê didome. Sebra meriv pê tê.
Di nav van stranên albûmê de helbestek Murathan Mungan heye. Ez viya jî girîng dibînim. Ez gelek kêfxweşim ku helbestek Murathan Mungan di nav albûma “Zerîba” de ku me wergerandiye kurdî û cih girt. Ev jî tiştekî pîroz e. Berê helbestek wî wergerandine kurdî, lê me xwest em helbesta duyem a birêz Mungan bikin stran. Navê stranê “Dilşikestî” ye. Albûm bi tarzek rockê derket û li gorî xwe formek cuda derket. Piştî berhem derket, ez fikirim ku xwezî min ewqas navberê nexista nav xebatên xwe. Em ê wek standardekê heta dawî xebatên xwe bidomînin.
Muzîk hunerek wisa ye ku sînema, şano û hemû beşên din ên hunerê pê ve girêdayî ne. Wek ku nivîskarê Fransî Marcel Proust dibêje “Hemû huner dixwazin bigîhîjin heybeta muzîkê.” Ji ber ku heybeta muzîkê gelekî girîng û bandor e.
Di wêjeya kurdî de têgehek ango navê “Zerîba” nû ye. Helbestkar Mem Bawer nivîsandiye. Wateya peyvê jî ji zeriya bayê tê. Zerî û ba dema ku tên kêleka hev dibe navek xweştirîn û taybet. Mirov dikare ji bo peyvê bêje xweşika nav xweşika.
Esasê stranên di albûma “Zerîba” de hemû rêwîtî ye. Mirov arasteyî ser rê dike û diherikîne. Riya mirov pê didome. Sebra meriv pê tê. Mînakek bidim; dema mirov li strana “Roniya Heyvê” guhdar dike, wek ku berî mirov dikeve ser riya Cizîrê.
Çanda populîzmê bandorek çiqas neyînî li ser muzîka kurdî dike û muzîka kurdî di çi merheleyê de ye?
Çanda populîzmê civakê xistiye bin bandora xwe. Populîzm hunermendên civaka kurd bê qîmet dike. Di vê mijarê de lazim e em bi rihek netewî li hunera xwe derkevin.
Ji sedî yek ku rihê muzîka kurdî bi wan re hebe, ew ê li muzîka kurdî guhdar bike û jê hez bike. Di vê mijarê de ji muzîka kurdî rev tune ye. Lê bes, ez dikarim bêjim civak, kom û komeleyên me jî îro ji bo tevahî hunera kurdî eleqedarbûna wan têr nabînim. Însan bi çanda populîzmê hatine têgihiştin û her tim berê xwe didin wî/wê kesên ku populer bûne. Lê dawiya populerbûnê nîne. Çanda populîzmê civakê xistiye bin bandora xwe. Populîzm hunermendên civaka kurd bê qîmet dike. Di vê mijarê de lazim e em bi rihek netewî li hunera xwe derkevin.
Heger stran û muzîka kurdî tunebûna, dibe ku îro zimanê kurdî negihişta vê merheleyê. Bandor û hêza muzîka kurdî gelek piştevaniya zimanê kurdî dike. Heger muzîka kurdî tunebûya, ji aliyê ziman û wêjeyê ve dê qelsî derketa holê.
Bi Rewşa Awarte (OHAL) re astengî û qedexeya li ser stran ango muzîka kurdî di çi rewşê de ye?
Tu hêzek nikare muzîka kurdî rawestîne. Heger îro ji me re bêjin ‘hûn nikarin bistrên’ em ê wek Apê Musa bi kurdî bifîkînin.
Qedexe û astengiyên li ser zimanê kurdî didomin. Ji aliyê hin îradeyên polîtîk ve hîn jî pêşiya muzîka kurdî venebûye û hîn xebatên kurdî di nava şert û mercên asê de pêk tên. Hîn jî astengî li ser muzîk û zimanê kurdî didomin. Tenê ne qedexekirina stranan, îro gelek astengiyên cuda li ser stranên kurdî hene. Heke ku civaka me xwedî li hunera xwe derkeve, bêguman wê pêşî li hunera kurdî vebibe. Ez vê yekê hinek kêm dibînim.
Îro qeyûm tayînî ser şaredariyên bajarên herêmê hatine kirin û organîzasyonên muzîkê betal kirin e. Gelek televîzyon û radyo hatin girtin. Lê huner li şûna xwe nasekine. Wê ew av di wê cihokê de biherike. Qet gumana vê yekê nîne. Lê bila viya jî baş bê zanîn tu hêzek nikare muzîka kurdî rawestîne. Heger îro ji me re bêjin ‘hûn nikarin bistrên’ em ê wek Apê Musa bi kurdî bifîkînin. Ji bo huner nebe, divê jiyan raweste. Heta jiyan hebe wê huner jî hebe. Divê yekîtiya me hunermendên kurd jî hebe û her tim em li gel hev bin.
MA – Bîlal Guldem