Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Jiyan, piştî 7 salan dê li Dusseldorfê konsera xwe ya ewil bide. 
 
Agirê Jiyan komeke navdar a muzîka Kurdî ye û xwedî gelek stranên hît e. Kom piştî sala 2018'an ket nav bêdengiyekê. Li gorî nûçeya ANF’ê; endamên koma Agirê Jiyan li Almanyayê dîsa li hev civiyan. Ev bû çend meh bi hev re provayan dikin. Art Recordsê ji bo Agirê Jiyan konserek amade kiriye. Konser dê di 6'ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Dusseldorfê saat 20:00'ê de dest pê bike. Cihê konsêrê jî Capitol Theater Düsseldorf e.
 
Roja Şemiyê ji bo Agirê Jiyan û hezkiriyên wan rojekê dîrokî ye. Kom piştî 7 salan cara yekemîn e ku konserekê bide. Agirê Jiyan dibêje: "Werin em stranên xwe bi hev re bêjin. Stranên ku xwedî bîranîn, dîrok û nostaljî ne."
 
HUNERMENDÊN DERKEVIN SER DIKÊ
 
Hunermendên ku wê sibe derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin:
 
Solîst: Alî Geçîmlî
 
Solîst & Gîtar: Şener Yildiz
 
Solîst: Eylem Aktaş
 
Vokal: Asli Zelal
 
Klavye & Orkestra Chef: Amed Tabar
 
Keman: Nûrê Dilovanî
 
FlÛt & Saksafon: Dilvan Ronî
Mey & Zirne & Tulum: Emrah Oguzturk 
Saz: Bulent Yildirim
Dahol: Mûrat Vural
E-Gîtar: Bariş Boyraz
 
KOMÊ 4 ALBÛM DERXIST 
 
Koma Agirê Jiyan heta niha 4 albûmên bi navên “Adarê (Adara 1996’an)” , “Helîn (1999)”, “De Were (2006)” û “Aştî (2014)” derxistiye.