NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz, pêşniyaz kir ku çend kes ji komisyona meclisê hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin.
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz, têkildarî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li meclisê hat avakirin daxuyanî da.
Yildiz ku li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyanî da, bibîr xist ku komisyon di 5'ê Tebaxê de bi serokatiya Serokê Meclisê Numan Kûrtûlmûş dest bi xebatên xwe kiriye û li gor biryarên di komisyonê de hatine girtin li kes, sazî, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî guhdar kiriye. Yildiz got: "Di civîna me de pêşniyazên serokên meclisê yên berê hatin guhdarkirin. Dewleta tirk di sê sedsalên dawî de, di serdema xwe ya herî xurt de ye."
Yildiz diyar kir ku dê hefteya bê hevdîtin bidomin û got ku hevdîtina komisyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dê nebe cihê bêhêziyê. Yildiz got: "Ji aliyê serokê meclisa me birêz Numan Kûrtûlmûş ve, bi dem û rêbazeke tekûz ji bo guhdarkirina beyanên damezrînerê rêxistina terorê Abdullah Ocalan, ji Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hilbijartina 3-4 kesan dê nebe cihê bêhêziyê."