‘Li Pey Siya Xwe’ dimeşin

img

AMED – Dema mirov dibêje Koma Siya Şevê gotinên stranên wan mirovan dihizirînin. Siya Şevê demek dirêj şûn ve bi berhema “Li Pey Siya Xwe” derket pêşberî muzîkhezan. Solîstê komê Gokçe Selîm diyar kir ku tu demê Rewşa Awarte ji ser muzîka kurdî ranebûye û di dîroka dinyayê de huner-polîtîka, huner-berxwedan çawa li hev hatiye divê ew jî wisa bikin.  

Navê wan Siya Şevê ye. Komek muzîkê ku 17 sal in tarzê muzîka kurdî ya rockê hildiberînin. Dema derketin ser rêya hunerê bi biryara ku dê tenê muzîka kurdî biafirînin. Kom bixwe dibêje ji roja damezrandina wan û heta îro stranek jî bi zimanê biyanî û tirkî çênekirine û negotine. Tenê xebatek kurdî birêve dibin. Heta niha çar berhem derxistine û berhemên wan ji “Zeng”, “Pûç”, “Bêyom” û “Li Pey Siya Xwe” pêk tên. 
 
‘LI PEY SIYA XWE’ DIÇIN  
 
Siya Şevê piştî demek dirêj şûn ve dîsa bi berhemek nû li pêşberî hezkiriyên xwe ye. Albûma dawî ya komê “Li Pey Siya Xwe” derket û di standên muzîkê de li ber destê muzîkhezan e. Ev berhem ji 10 stranan pêk tê. Stranên ji hev xweştir hene. Di albûmê de stranên “Gurî”, “Xema Kê”, “Dawî”, “Ji Mîlena Re Name”, “Rûpayîz”, “Bênamûs”, “Rênezan”, “Tu Xem Nekişîne”, “Kebanî” û “Ji Mîlena Re Name Enstrumantal” cih digirin. Ji bilî gotinên strana “Rûpayîz” a ku helbestkar Roşeng Rojbîr nivîsandiye û “Tu Xem Nekişîne” ya helbestkar Fedlî hemû gotin û muzîk yên Siya Şevê ne.
 
BI PIRANIYA GOTIN Û MUZÎKÊ YÊN WAN IN 
 
Kom destnîşan dike di her çar berheman de jî bi piraniya gotin û muzîkên stranan yên wan in. Komê danasîna albûma xwe ya dawî ewil li Stenbolê û pişt re jî li Amedê bi konsertan dan. Di her du konsertan de jî muzîkhezên rocka kurdî eleqeyek mezin nîşan dan. Kom diyar dike ji roja derketine rêwîtiye heta îro gelek konseran li bajarên rojavayê Tirkiyeyê û bajarên herêmê dan e. 
 
Bi wesîleya derketina berhema “Li Pey Siya Xwe” solîstê komê Gokçe Selîm bersiva pirsên ajansa me Mezopotamyayê dan. 
 
 Nifşên nû têdigîhîjn û ji bo we nas bikin, hûn dikarin hinek xwe bidin nasîn ango hûn ji çend kesan pêk tên?
 
Em ji çar kesî pêk tên. Me koma xwe di sala 2001’î de li Rihayê ava kir. Em hîna jî xebatên xwe yên muzîkê li Stenbolê dimeşînin.
 
 Albûma we ya dawî ya çenda ye, di vê bermehê de çend sitaan yên komê ne û çend ne yên we ne?
 
Albûma me dawî ya çaremîn e.  Ji deh stranan pêk tê. Di albûmê de tenê du gotinên stranan ne yên me ne. Ji xeynî vê hemû gotin û muzîk me nivîsandiye û çêkiriye.
 
Muzîka ku hûn dikin niha di nav civakê de gelek tê nîqaşkirin, hûn çi navî lê dikin?
 
Em naxwazin nav li muzîka xwe bikin. Em bêjin ku hemû stranên me li ser bingeha rockê hatiye sazkirin wê ne rast be. Li belê di muzîka me de newayên Kurdî û tesîra wordmusicê gelek e û ger ku niqaş hebe ev yek baş e.
 
Hûn bi piranî stranên xwe bi şeve dinivîsînin an di nava rojê de, şev ji bo we tê çi wateyê?
  
Dema çêkirina stranan ne diyar e wek jiyanê ye ku mirov nizane wê kengê çi bê serê mirov. Hemû hestên mirov wek bê xwedî û wek bê ewle. Şev ji bo me stargehek e.
 
Cudahiya di navbera gewriya kurdî, tirkî û ingilîzî de çi ye?
 
Ji ber ku gewriya Kurdî ji çar hêla ve hatiye fetisandin, sewta Kurdî jî mîna bi kêra hatibe jê kirin, wisa tûj û ko ye. Tirkî jî zimanê kî li ser zimanê din xwe ava kiriye. Ingilîzî ji xwe zimanekî serdest e û bi hêze. * Hûn ji sala 2001’î ve pêşengiya tarza vê mûzikê dikin, ji bo çi “Giyayê hewşê tal e?”
 
Ji bo ku em bizanîbin “giyayê hewşê tal e” divê ewil em giyayê tahm bikin. Lê mixabin ên me giyayên hewşa xwe naxwin û bêhn jî nakin ku bê ka ev giya tahl e, şîrîn e an tûj e.
 
Muzîka rockê muzîka redkirinê ye, hûn çi red dikin û hûn çi dihebînin?
 
Em jî wekî her kesî li vî warî dijîn, wekî her kesî li hember tiştên çewt derdikevin. Em jî li cem tiştên baş in û diparêz in. 
 
 Li welêt û li ser metropolên Tirkiyeyê hin hunermend, hunera xwe li jêrzemînan (undergrand) dikin û li jêrzemînan dimînin. Li aliyê din hin kes hunereka pirr erzan dikin. Dikin ku guhdêr ji muzîka Kurdî dûr bikevin. Jimara van kesan jî ji yên din bêhtir e, tu kes nikare navekî li “hunera’’  wan jî deyine, sedema vê berdîberdanê çi ye? Ev kes her tim li her deverî ne û xwe bi darê zorê didine guhdarkirin. Gelo ev mijara hanê Siya Şevê diêşîne, hun çawa dinirxînin?
 
Van salên dawî ku muzîka Kurdî tê gotin “qeşmerên” kolana Taksîmê ku gîtarên bê akord di destê wan de ye tê fahm kirin. Mixabin ev kêmasiya me hemûyan e. Sazkirin û bi sîstemek nû nehatiye ceribandin, îro rewşa me ev e. Ên ku dixwazin hunerek xurt çêkin ji ber vê nêzîkbunê nikarin vê bendê derbas bikin.  Perwerdehiyek rast nehatiye dayîn. Gava ku rewş xera dibe gelek hunermend li pişt xwe nanêrîn û ji saziya dur dikevin. Divê ev yek baş bê fahm kirin. Mînak rewşa NÇM’ê ku îro têde ye. Çareserî çiye? Di dîroka dinyayê de ên ku wekî me têkoşîn dane,  huner û polîtîka, huner û berxwedan çawa li hev anî be divê em jî wisa bikin. Huner ne nebata şaneşinê ye.
 
Wek ku hûn dizanin ev du sal e li welêt “Rewşa Awarte” (OHAL) heye, ev rewş bandorek çawa li ser Siya Şevê dike?
 
Sala çuyî me li Batmanê konserek da. Di wê konserê de polîs hatin û gotin “divê hûn bi Tirkî jî bêjin.”  Ji ber ku me got em bi Tirkî nizanin bêjin ew bixwe hevalekî xwe anîn û derketin dikê sê, çar stran bi Tirkî gotin. Ku me ji wan re li esntruman nedaba wê tiştên nebaş biqewimiya. Em neçar man wekî wan bikin. Ji bo muzîka Kurdî her dem Rewşa Awarte bû û tu demê Rewşa Awarte ji ser muzîka kurdî kêm nebû. Rewşa me wiha ye. 
 
 Bi taybetî li Rojava gellek tiştên der mirovî qewimîn û diqewimin, ev rewşa hanê tiştek li hunera we zêde kir an na? Her wiha heke em ne şaş bin strana we ya bi navê “Kebanî” li ser berxwedana Kobanê û Arîn Mîrxan hatiye çêkirin gelo?
 
Xwezî tiştên der mirovî nebûna û tiştek li muzîka me jî zêde nebûya. Strana me ya bi navê “Kebanî” vê yekê tîne ziman û ji bo kebaniyên Kurdistanê hatiye nivisandin. 
 
Di hemû stranên we de êş, xem, aramî, hezkirin, acizî, azadî, felsefe û gelek mijarên din hene, hûn ji kîjan hêmanan pêk tên?
 
Em ji hêmanên dengbêjiyê pêk tên.
 
MA – Bîlal Guldem