Yalçinkaya di pêşketina şanoya Kurdî de rolek girîng lîst

img

AMED - Şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya yê 26 salan weke lîstikvan, nivîskar, wergervan û derhêner derket ser dikê, di pêşketina şanoya Kurdî de rolek girîng lîst. Hevalên Yalçinkaya, diyar kirin ku ewê xwedî mîrasê wî derbikevin û mezintir bikin.

 
Lîstikvan û mamosteyê Şanoya Bajar a Amedê Mehmet Emîn Yalçinkaya, di 11’ê Tîrmehê de li nexweşxaneya Îzmîrê ji ber nexweşiya pankreasê jiyana xwe ji dest da. Hunermendê şanoyê Yalçinkaya yê di sala 1968’an de hat dine, di salên lîsê de eleqeya wî ji bo şanoyê çêdibe. Yalçinkaya sala 1990’î de, di Koma Anadolu ya Şanoyê de demekê dixebite û dûrê weke profesyonel di sala 1990’an de, li Şaredariya Amedê di Şanoya Bajêr a Dr. Orhan Asena dest bi lîstikvaniyê kir. Yalçinkaya di fermiyetê  de weke zabita dihat xuya kirin, lê ji derveyî şanoyê bi tu kareke din re eleqeder nebû. 
 
Yalçinkaya bêhejmar di gelek lîstikan de lîst û rol girt. Yalçinkaya 26 salan weke lîstikvan, nivîskar, wergervan û derhêner derket ser dike û di lîstikên binavê “Mala Dinan”, “Mala Extiyaran”, “Cembeli û Binevş”, “Av û Ar” û “Zembilfroş” de derket ser dikê û gelek berhemên Azîz Nesîm bi Kurdî werger klir.
 
JI KAR HAT HAVÊTIN 
 
Piştî qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DBP’ê hat kirin, Yalçinkaya bi 30 hevalên xwe re di sala 2016’an de ji kar hatin havêtin. Dûre Şanoya Bajarê Amedê hat avakirin û Yalçinkaya di vir de dest bi xebatên xwe yên lîstikvaniyê kir û di gelek  dîziyan de rol girt ser xwe. 
 
 LÎSTIKA AV Û AR 
 
Yalçinkaya herî dawî di sala 2016’an de, ji bûyereke rast a di salên 1990’î de ya şewitandina navçeya Lîcê bibandor bû û lîstîka bi navê Av û Ar (şer û wijdan) nivîsan û derhêneriya wê kir. Hevalên Yalçinkaya yên demek dirêj bi hevre derketin ser dikê, derbarê jiyana wî de axivîn. 
 
Lîstikvanê Şanoya Bajarê Amedê Yavuz Akkuzu yê di sala 2003’an de, di dema xebatên şanoya Kurdî de Yalçinkaya dinase wiha behsa Yalçinkaya dike: “Piştî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin, şano girt, Yalçinkaya û hevalên wî jî tayînê karê zabitayê kirin. Wê demê bertek nîşanî qeyûm da û nexwest gel qeyûm bixebite û got divê em şanoyekê avabikin. Me hemûyan jî weke mamoste Emîn difikirî û me got divê em bersivekê xweş bidin qeyûm. Em bi ked û hewldanek mezin Şanoya  Bajarê Amedê ava kir. Sekna mamoste Emîn pir bi nirx bû. Niha bi sedan xwendekarên wî hene. Ez baş dizanim niha pir keyfxweşe.” 
 
‘TIM DINIVÎSAND’
 
Ji lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê Elvan Koçer jî, diyar kir ku wê perwerdeya şanoyê ji Yalçinkaya girt û wiha got: “Yalçinkaya, jiyana kurdan, êş û berxwedanên gelê kurd dikirin mijarên şanoyê û derdiket ser dike. mamosta Emîn dinava cıvata şanogeriyê de xwedî seknek bi pîvan bû. Qet nedisekîn. Bi enerjiyek mezin tim dixebitî. Hem dinivîstand, hem jî dilîst û hem jî derhênerî dikir. Nivîsandin ji bo wî pir girîng bû. Ji bo binivîsîne tim dinava lêkolînê de bû Hewl dida di pêşketina şanoya Kurdî de karekê girîng bike.”
 
'JI BO GELÊ KURD MÎRASEK MEZIN BÛ'
 
Şanoger Kemal Ulusoy jî, diyar kir  ku Yalçinkaya endamê Pena Kurdî bû û wiha axivî: “Di şanogeriya Kurdî de 30 salên xwe derbas kirin. Yalçinkaya ji bo gelê kurd mîrasek mezin bû. Windakirina hevalê me Emîn, ji bo me cihê xemginiyê ye û pir bi êşe. Emê tim xwedî mîrasê hevalê xwe derbikevin û mezintir bikin.”
 
TÊKOŞÎNA GEL Û HUNERÊ BI RÊVE DIBIR 
 
Lîstikvana Teatra Jiyana Nû Rugel Kirici jî, da zanîn ku Yalçinkaya di rêça şanoya Kurdî de hemû gotinên xwe gotin û wiha axivî: “Lîstikvaniya şanoya Kurdî kirin, tê wateya têkoşîna gel û hunera gelê bi rêve birine.  Daxwaza wî ya herî mezin ew bû ku hunera Kurd bibe kurdî û di asta herî jor de çanda Kurd bê jiyîn. Li gorî wî hunera Kurd divê bi hemû hucreyên xwe bûbûya Kurdî û bi Kurdî bihata pêşandan.”