Çîrokbêj Duymak: Çîrokên me evîn û şerê me ne

img

ŞIRNEX – Dengbêj û çîrokbêj Mihyedîn Duymak ji zarokatiya xwe ve çîrokên kurdî berhev dike û dinivîsîne. Duymak van çîrokên berhev dike dixwaze bike pirtûk. Duymak diyar kir ku ji bo vê yekê pêdiviya wî piştevaniyê heye û got: “Ev çîrok evîn û şerê me ne. Divê em xwedî lê derkevin.” 

 
Çîrokbêj û dengbêj Mihyedîn Duymak ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî li ser banga Hozan Şemdîn a di bernameya Şevbihêrka Dengbêjan a di Roj TV de dihat weşandin û vê bangê kiribû: “Divê dengbêj û çîrokbêjên me lîstîk û çîrokên dîroka me berhev bikin û binivîsînin.” Li ser vê banga Hozan Şemdîn, Duymak jî di sala 2008’an de dest bi berhevkirina çîrokên qet nehatine nivîsandin berhev kir. Duymak heta îro 32 jê çîrok, 38 lîstik û bi giştî 642 berhemên kurdî nivîsand. Ev berhem hin bêtir ên herêma Botanê ne. Duymak dixwaze van çîrok û lîstikan bike pirtûk. 
 
EWIL BÛ XWENDEKAR PIŞT RE BÛ RÊVEBER Û MAMOSTE
 
Duymak di sala 1958’an de li gundê Deştalela ya girêdayî navçeya Cizîrê tê dinê. Heta sala 1994’an li gund dimîne. Piştî gundê wan ji aliyê dewletê ve tê valakirin, koçî navenda Cizîrê dike û li vir bicih dibe. Demek di karên cuda de dixebite û pişt re li navçeyê mexaza cilan vedike û dest bi esnafiyê dike. Ji aliyekî ve esanfiyê û ji aliyê din ve jî dengbêjî û çîrokbêjiyê dike. Wî heta dibistana seretayî xwendiye. Di 2006’an de bi vekirina Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a KHK’ê hat girtin, bi ciwanan re dest bi xendekariyê kir. Piştî astên xwendekariyê xelas kir, rêveberî û mamostetiya KURDÎ-DER’ê kir. 
 
Duymak pêvajoya berhevkirina çîrokên kurdî ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re vegot. Duymak anî ziman ku piştî KURDÎ-DER bi KHK’ê hat girtin jî xebatên xwe yên hunerî li malê dewam kir û vê xebata xwe didomîne. 
 
‘TENÊ ÇÎROKÊN JI ZAROKATIYA MIN MANE’ 
 
Duymak diyar kir ku hin bêtir xebatên xwe li ser ziman birêve dibe û got: “Çîrokên min anî ba hev bêtir ên min di zarokatiya xwe de li gund guhdar kiriye ne. Çîrokên min berhev kir tenê yên di hişê min de mane. Niha 32 çîrok di destê min de hene. Çîrokên zarokan, evînê û şer in. Çîrokên dirêj hene. Çîrokên kurt hene. Min ji bo bibe pirtûk amade kir. Ev çîrokên ji zarokatiya min mane. Beriya Cizîrê qedexe bikin hiş û bîra min gelek baş bû. Min hemû çîrokan di hişê xwe de digirt. Lê belê bi qedexeyan re pirsgirêkên derûnî b imin re peyda bûn û jibîrkirinê destpê kir. Her çiqas beden amin lawaz bûbê jî lê van faktoran nivîsandina min nikaribû asteng bike.” 
 
DEMA DINIVÎSÎNIM XWE LI SER BEHRÊ HÎS DIKIM’ 
 
Duymak da zanîn ku dîroka çîrokên wî nivîsandina nayên zanîn û heta roja îro wî jî çîrokan bi nivîskî negotiye bi devkî gotiye û çîrokên erhev kirine ji bo pirtûkê amade ne. Duymak hestên nivîsandina çîrokan wiha anî ziman: “Dema ez çîrok, stran û lîstikan dinivîsînim dixwazim bi tenê bim. Dema ez dinivîsînim, cîhana min diguhere. Min dibe û diçe. Ez xwe di cîhanek din de hîs dikim. Carek din ez vedigerim zarokatiya xwe. Ez xwe ji vê civatê xwe di nav civatek din de hîs dikim. Ez xwe wek gera li ser deryayê hîs dikim.” 
 
‘YA MIN DESTPÊ DIKIR A WÎ XELAS DIBÛ’ 
 
Duymak destnîşan kir ku çîrokên wî çîrokên cuda ne û wiha dewam kir: “Çîrokê min nivîsandin, pir ji vegotina xwe ne cuda ne. Ji bilî yek çîrokek nivîsandî wek din çîrokên din ên nivîsandî min nedît. Ew jî çîroka Cembelî û Binevşa Narîn e. Îhsan Colemêrgî pirtûka wê nivîsandibû. Cîranek min ji Sûriyeyê hatibû hebû. Dema dît min vê çîrokê nivîsandiye, behsa pirtûka Îhsan Colemêrgî kir. Got heman çîrok di wir de jî heye. Li ser vê yekê me pirtûkê peyda kir û min çîrokê hevrû kir. Hema bêje heman tişt bûn. Min jî herduyan kir yek. Yanî ya min çîrokê nû destpê dikir a birêz Colemêrgî jî çîrokê xelas dikir. Dema me herduyan anî ba hev tiştek xweş derket.”
 
'MIROV ÇÎROKÊ XWE WINDA BIKE, DÊ CIVAKÊ JÎ WINDA BIKE’ 
 
Duymak anî ziman ku ji bo van çîrokan bike pirtûk pêdiviya wî bi piştevaniyê heye û wiha got: “Ev çîrok çanda me ne. Veşartî û bêxwedî man e. Çawa ku li herêma Botanê kes lê xwedî dernakeve, her wiha li hemû herêmên din jî kes lê xwedî dernakeve. Hema bêje li herêma Amed û Serhedê çîrok nemane. Heke em jî biçin dê hemû winda bibin û bên jibîrkirin. Dema mirov çand, dîrok û çîrokên xwe winda bikin, dê civakê jî winda bike. Ev çîrok evîn, şer û her tiştê me ne, divê em xwedî lê derkevin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal