SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê Muzeya Emnesureke 22 salin şahidiya komkujiya li ser kurdên 4 perçeyên Kurdistanê hatiye meşandin dike. Muze di heman demê de hişekî ava dike û komkujiya li ser gelê kurd pêş dikeve radixe ber çavan. Ev muzeya ku berê navenda îşkenceya serdema Sedam bû, niha şahidiya îşkenceyê dike. Lê li Amedê Girtîgeha Amedê ku di serdema darbeya 12'ê Îlonê de navenda îşkenceyê bû hêj girtîgeh e.
Muzeya Emnesureke ya Neteweyî, 22 salin li Silêmaniyê şahidiya komkujî û îşkenceya li ser gelê kurd pêş dikeve dike. Muze her diçe rastî eleqeyek mezin tê. Her rojê 20-40 kes diçin ziyaret dikin. Rayedarên muzeyê diyar kirin ku ji Emerîqa, Almanya, Îtalyan, Firansa, Îran, Iraq, Sûriye û gelek welatên cîhanê tên Silêmaniyê û muzeyê ziyared dikin.
Navenda êşkence, kuştin, heqaret û lêdanê ya ku rejîma Baas li dijî Kurdan bikar di anî, niha wekî “navenda vegotina dîroka bi êş” hem bîranînan zindî dihêle, hem jî peyamên girîng dide. Emne Sûreke (emniyeta sor) ku di dema rejîma Sedam de li dijî Kurdan wekî dojehê dihat bikaranîn, di roja îroyîn de bûye muzexaneya çîrok û komkujiya li ser kurdan a bi êş. Çîrokên ji êşkencekirina girtiyan bigire heta Enfal, windahiyan û qirkirina bi armanca tinekirina nasnameya gelê Kurd dihewîne û her çîrokekê ji ya din bi êştir e. Emne Sûreke dikeve Taxa Eqar a li navenda Silêmaniyê. Di sala 1979'an de li ser daxwaza hikûmeta wê demê ya Iraqê ji bo Kolêja Ziraetê (Çandiniyê) li ser erdekî bi rûpîvana 16 hezar û 880 çargoşeya metreyan hatiye avakirin. Lê di di sala 1980'an de rêveberiya ewlehiya Silêmaniyê dest danî ser û veguherand navenda Rêveberiya Ewlehiya Silêmaniyê. Heta raperîna sala 1991'an weke navenda girtin, kuştin û gulebarankirina ciwanên Kurd hate bikaranîn. Navê xwe ji rengê xwe girtiye Rengê avahiya Emne Soreke di navbera sor û qehweyî de ye. Lewma di nava gel de wekî “Emne Sureke (Emniyeta Sor)” tê pênasekirin. Raperîna 1991’an dawî li zordariyê anî
GELÊ SILÊMANIYÊ LI VIR RASTÎ ÎŞKENCEYA GIRAN HAT
Dema ku di 7'ê Adara sala 1991'an de li dijî rejîma Baas li Başûrê Kurdistanê raperîn destpê kir, Emne Sureke jî bû yek ji hedefên serekê yên gel. Gelê Silêmaniyê li vê navenda gelek zordarî, heqaret, binpêkirin û îşkence dîtibûn, lê belê qet jibîr nekiribûn. Lewma di raperînê de yekser berê xwe dan vir û di êvara 7’ê Adarê de dawî li zordariyê anî.
HEM BÛ ŞAHIDÊ ÎŞKENCEYÊ HEM JÎ BÛ ŞAHIDÊ KOÇBERIYÊ
5 salan koçber tê de man. Piştî rizgarkirina navendê, avahiya Emne Sureke heta sala 1996'an bû stargeha koçberan. Koçberên ku cihek wan tunebû, li van avahiyan hatin bicîhirin. Piştî ku ji bo koçberan cîhek din hat amadekirin, êdî Emne Sureke jî hat valakirin. Dema avahî hat valakirin, hinek derdoran xwestiye ku vê navendê veguherînin navenda bazirganiyê. Lê bi pêşengeya hevjîna Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî Hêroxan Îbrahîm wekî şahidiya dîrokê veguherandin mûzexaneyê. Navê wê jî kirin “Muzexaneya Niştimanî ya Emne Sureke”.
SERPÊHATÎ, ÊŞ Û ÇANDA KURDAN DIDE PÊŞANDAN
Muzexane li gorî çîrok û serpêhatiyên hatine dîtin, hatiye dabeşkirin û her beşek mijarekê vedibêje. Di qata yekem de korîdorek heye û di dema rejîma Baas de efser di vir de derbasî jor dibûn. Niha ev der weke şikeftan hatiye dîzayînkirin û bîranînên enfal û gundên Kurdistanê yên hatin wêrankirin hene. Ji bo bîranîna 182 hezar kesên ku di enfalê de hatine qetilkirin, 182 hezar parçeyên awêneyan (eynik) li dîwarên vê korîdorê hatine daliqandin. Wekî sembola gundên di enfalê de hatine wêrankirin, 4 hezar û 500 lampe jî li şikeftê hatine danîn. Dîsa salonek ji beşê şervanên kurd ên li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kirine hatiye avakirin. Beşek ji mayin û teqemeniyê ku bi sedan pêşmerge û şervanên kurd birîndar kirine hatiye raxistin. Li avahiyeke jî çand û kelepora kurdan hatiye pêşandan.
EM DÊ MUZEYÊ MEZIN BIKIN
Berpirsiyarê Arşîva Muzeyê Emnesureke Dilşad M.Qadir, diyar kir ku ew wêne û çîrokê hemû kurdên di şer de jiyana xwe ji dest dane û niha amadekariya ku beşek ji çar qat û 100 odeyan pêk tê lê zêde bikin.
Qadir, anî ziman ku wan dest bi restorasyona avahiyê kirine û armanc dikin ku di nava salekê de vê beşê temam dikin û hemû şervanên kurd ên li dijî DAIŞ'ê û di jenosîdê de jiyana xwe ji dest dane li vê beşê zêde bikin.
HEM WARÊ ÎŞKENCEYÊ Û HEM JÎ WARÊ BERXWEDANÊ ZINDANA AMEDÊ
Wekî Emnesureke ku navenda îşkenceya rejîma Seddam bû, li Amedê jî Zindana Amedê di serdema Kenan Evren û darbeya 12'ê Îlonê de navenda îşkenceyê bû. Lê tevî AKP'ê soz dabû tevî saziyên kurdan serlêdan kiribûn jî hêj zindana Amedê nehatiye girtin û hêj bi sedan girtî li vir girtî ne. Dema Hikûmeta AKP'ê soz da ku vê girtîgehê bigirin. Lê hikûmetê xwest vê zindanê bike dibistan û şûna îşkenceyê bigire. Hikûmetê ji bo ku şopa zulm, wahşet, îşkence, hovîtî û cînayetên xwe wenda bike, tu delîl û belgeyê, tu cî û warê van hovîtiyan li pey xwe nehêle, di destpêkê da xwest vê zindana kela zulmê bigre û bike dibistan, ya jî tiştekî din. Bike dibistan, ji bo ku zarokên kurd li ciyên ku bav û kalên wan bi hovîtiyeke mezin lê hatine qetilkirin çavgirtînko û bi gogê bilizîn.
Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiya Girtîgeha Amedê ya Hewildana 78'an jî di 30'ê îlona 2012'an bi armanca ''5emîn Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan' û darbekarên 12'ê Îlonê û tevkarên Girtîgeha Amedê bên darizandin" mitîngek li dar xistibûn. Hewldana 78'an 5 sal in li ser Girtîgeha Amedê xebat meşandin û xwestin bibe muze. Ji bo îşkencya di salên1980 û 1984'an de ronî bikin û hezar û 500 mexdûrên îşkenceyê serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dan. Ji bo zindan bibe muze gelek semîner û panelan li dar xistin. 100 hezarî zêdetir îmze kom kirin û dan serokwezîrtiyê. Hemû şexsiyet û hêzên kurd bi israr li dijî projeye dewletê ya dibistanê derketin û xwestin ku ev kela zulmê, ji bo ku kurd serpêhatî û dîroka xwe, zulm û wahşetê û liberxwedana gernasên kurdan ji bîr nekin bibe muze. Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker, li Amedê di merasima vekirina nexweşxaneyekê da li ser girtina zindana Amedê got, li dewsa zindanê ewê kampusa perwerdehiyê ava bikin lê beşekî jê ewê weke sembol bikin muze. Eker da zanîn ku wan beriya hilbijartinan soz dabû ku zindana Amedê vala bikin û ji bo ku wehşeta li vê zindanê neyê jibîrkirin, beşekî jê bikin muze.
ZINDANA AMEDÊ LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ NAVENDA BERXWEDANÊ YE
Zindana Amedê piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an bû kela zulm, îşkence û li dijî zilmê cihê berxwedanên girtiyên PKK'ê bûn. Pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan li dijî zilmê li ber xwe da û di 21'ê Adarê de bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir û bû sembola berxwedan û ronahiyê. Pêşengên PKK'ê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz li dijî îşkenceyê ketin rojiya birinê û bedena xwe li dijî îşkenceyê kirin merdal û jiyana xwe ji dest dan. Ferhat Kurtay, Necmî Oner Mahmut Zengîn û Eşref Anyik jî li dijî îşkenceya darbeya 12'ê Îlonê ya leşkerî û rejîma wê demê li ber xwe dabû û li dijî îşkenceyê agir berdan bedena xwe û bûn sembola berxwedanê.
MA / Mehmet Alî Ertaş