AMED - Xwediyê Sînemaya Bajar ya Amedê ku bi fîlman çanda herêmî dida xuyakirin, Abdulkadir Aydin, diyar kir ku fîlmên destan û çîrokên kurdan vedibêjin rastî eleqeyek zêdetir tên û wiha got: "Ez dê di her şertan de çanda sînemaya herêmî bidomînim." Aydin, destnîşan kir ku piştî AVM û Cafe vebû çanda gel jî di cafeyan de asê ma.
Li Amedê piştî hêjmara AVM zêde bû, Sînemaya Dîlan jî hat girtin. her ku AVM vebûn, di bin baneyên wan de salonên sînema vebûn û li van salonan fîlmên biyanî û hatin pêşandan. Bêtir çanda herêmî û niştecîhî hat paşguhkirin û ji bîr kirin. Niha tenêli Navenda Kar a Galerîa Sînemaya Bajar maye. Xwediyê Sînemaya Bajar Abdulkadir Aydin, diyar kir ku 50 salin di sektora sînemayê de xebatê dike û wiha got: "Ez hêj 9 salî bûm, ji ber aboriyê min li Salona Sînemaya Dilanê gazoz firotin. Min di 16 saliya xwe de li Sînemaya Site dest bi kar kir. Min li vir 30 salan midûrî kir. Min nexwest ji sektora sînemayê qut bibim. Herî dawî min xaniyê xwe firot û Sînemaya Bajar a Galeria da xebatindin." Aydin, niha li Amedê sînemaya çanda herêmî bêtir dide pêşandan û temaşekirin. Aydin, da zanîn ku êdî piştî AMV vebûn eleqeya li hemberî sînemayên çanda herêmî kêm bûne û dûrketina çandê heye.
‘SÎNEMA AVÊNEYA GEL E'
Aydin, da zanîn ku sinema avêneya gel e û gel bi sînemayê tarza jiyana xwe û çanda xwe bêtir dibine. Aydin, destnîşan kir ku her mijara sînemayekê pirtûkek e û wiha got: "Hem temaşe dike, hem dijî û hem jî dixwîne. Çand û jiyanên cuda dibine û dibihîze. Hiş û ditinê bêtir kûr û fireh dike. Ez dê xebatên xwe di nava gel de ji bo gel bêtir fireh bikim û bidomînim. Ji ber ku sînemaya bajar mirovên zane û gelekî zane pêş dixe. Gel dixwaze xwe di sînemayê de bibîne.
GEL BÊTIR LI SÎNEMAYA ÇANDA HERÊMÎ NÎŞAN DIDE XWEDÎ DERDIKEVE
Li Amedê di sala 1952'an de Sînemaya Dîlan ku di nava Balkan û Tirkiye de sînemaya herî mezin hat vekirin. Heta salên 1970- 80-90’an gel xwe di vê sînemayê de dît. Gel betir eleqe nîşanî sînemaya ku çand, dirok û hunera herêmê dide pêşandan dide. Li van fîlman cih li salonê namîne.
‘PIR LI MEM Û ZÎN XWEDÎ DERKETIN'
Berhemên ku çand û jiyana kurdan nîşan didin bêtir rastî eleqeyek mezin tên. Li sînemaya Dîlan herî zêde fîlmê Mem û Zîn rastî eleqeyê hat. Di dîroka sînemaya Dilan de herî zêde Mem û Zîn rastî eleqeyê hat. Dîsa fîlmên Yilmaz Guney’ ên Suru, Propaganda û Eşkıya rastî eleqeyên mezin hatin. Ji jin heta mêran, ji zarok heta pîran hemû beşên civakê herî zêde eleqe nîşanî fîlmên polîtik dan. Lê piştî salên 2000'an li Amedê AVM û Cafe vebûn êdî çand û hunera gel di cafeyan de asê ma. Sînema gel jî ket televîzyon û cafeyên înternetan. Ev şaşiyek mezin e. Di çanda kurdan û Amediyan de çanda sînemayê kêm maye. Derfetên ku mirov çanda xwe nas bikin û pêş bixin ij holê rabûye. Niha wekî sînemayên herêmî tenê Sînemaya Bajar maye. Min 50 salan di qada sînemayê de xizmet kir. Divê gel, partiyên siyasî û şaredarî li çand û hunera herêmî xwedî derkeve û pê pêş bixe."