ENQERE - Dengbêj Gazin kilamên di dilê xwe de nestirîn û jiyana xwe ji dest da. Gazin di hemû temenê xwe de ji bo çanda dengbêjiyê jîn bike têkoşîn û kedek mezin da. Di roportaja xwe ya dawî de hestera xwe ya "Stranen kilamên bi ruhê azadiya çiyê ya ji Zozanan" vegotibû.
Dengbêja Kurd Gazin, duh (di 21’ê Tebaxê de) koça dawî kir û çû ser dilovaniya xwe. Dengbêja navdar Gazin, di 18’ê Tebaxê de, ji ber bilindbûna tansiyona wê, xwînariya mêjiyê derbas kiribû û di 21’ê Tebaxê de jî li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da. Malbat û heskiriyên Gazin di roja yekem ya Cejna Qurbanê de, şîn ji bo wê girêdan. Dengbêja Wanî Gazin di biçûktiya xwe de dest bi dengbêjiyê kir. Ji ber ku xwendin û nivîsandina wê tune bû, şansa wê kêm bû. Gazin ji ber nasnameya xwe ya jinê di biçûktiya xwe de gelek zehmetî kişand. Gazin di roportajek xwe ya DÎHA De gotibû çanda dengbêjiyê di esasê xwe de aydî jinan e û wiha gotibû: "Piştî tevgera azadiya kurd hebûna jinan diyarde bûye û jinan jî çanda dengbêjiyê dane berdewamkirin. Ez jî 30 sal zêdetir e dengbêjiyê dikim. Dema kilaman dibêjim êşên jinan hîs dikim û êşên jinan bi kilaman vedîbêjim. Piştî erheja Wanê min kilamek çêkir. Di komkujiya Roboskê de mirov ê hestir ketibîn nava hevdu ev rewşeke pir giran bû, dilê me şewitî bû. Li ser van êşan min kilam çêkir. Ev êş dibin bingeha dengbêjiyê. Gelê ermen û kurd salên demdirêj li ser axake bi hevre jiyane û ji ber vê yekê jî çanda wan dişibe hev. Ez êşên ku komkujiyên ermanan vedibêjin jî distrêm. Ev êş bi saya dengbêjiyê heta îro gihîştine. Ez bi aşiq Leylî re çûm gundên ermenan û bi hevre kilam gotin. Dema ku min li Ermenistanê konser da, gelek jinên ermen giriyan. Bi vê projeyê ve me derfetên ku êşên hevre dijîn bînin ziman dît. Armanca me ew e ku vê çandê bi vê projeyê ve bêştir pêş bixin û bigihînen nifşên nû, nirxên xwe baştir bidin naskirin, taybetî jî ji bo jinên ku dengbêjiya wan bi salan ji civakê hate veşartin qadeke vekin.”
Em 4 meh beriya ku Gazin jiyana xwe ji dest bide li Enqereyê di Şevbuhêrkekê de rastî hev hatin. Wê kelecana ku hatiye paytextê welatê bi salan e kurdî qedexe kiriye û distrê jiya, em jî ji bo hestera welat derbas bikin çûbûn bernameya Gazin. Ez difikirim ku roportaja ez bi Dengbêj Gazin re çêdikim dê kengî bê weşandin, agahiya mirina Gazin ku bi sewt û kilamên xwe em dibirin çîrok û dîrokê gihişt me. Li ser vê yekê em bûn deyndarê wê yê wefa û Ahdê. Ew jî bi hestera çend kilamên di dilê xwe de parve bike çû.
‘ÊDÎ TU MEZIN BÛYE BILA KES DENGÊ TE NEBIHÎZE'
Gazin, li gundê Unsuz ê Tetwana Bedlisê ji dayik bû. Dengbêj Gazin, anîbû ziman ku li gundê wan hêj dêra berê ya ermeniyan heye. Di sohbetê de diyar kiribû ku hêj biçûk bû kilam digotin û çîroka jiyana gund wiha gotibû: "Di dema me de zarokên keçik di 9-10 saliya xwe de serê xwe digirtin. Piştî dibûn 12 salî dest bi amadekariyên zewacê dikirin. Ne tiştekî xweş bû. Bi taybetî dayika min pir zor li min dikir. Dema min kilam digotin, dayika min zext li ser min zêde dikir. Digot 'Êdî tu mezin bûye, bila kes dengê te nebihîze' Her ku wê digot kilaman nebêje min bi israr kilam digot. Her ku wan digot nebêje min jî bi israr digot. Min her dem kilam got."
BI AZADIYA RUH SITRANA KILAMAN
Dengbêj Gazin, di bin zextan de fêrî kilaman bû. Lê ji ber ku nekaribû li her derê kilaman bêje bêzar bû. Tenê dema diçû dawetan, li zozanan dema bêrîvanî dikir kilan digot. Her ku qala xwe dikir bêtir rojên wê yên borî dihat bîra wê. Dengbêj Gazin, bi gotina “Bi taybeti dema em diçûn beriyê pez bidoşin, pir kêfa me dihat. Bi ruhê azadiyê ku çiya dida me, me bi dengê bilind stran digot. Bi wî ruhê azad û bi hemû dengê xwe strana kilaman tiştekî pir xweş bû." zextên li ser xwe bilêv dikir. Dengbêj diyar kiribû ku di her malekê de dengbêjek heye û wiha gotibû: "Herî zêde ez ji amojina xwe Dilşa bi bondor bûm. Dîsa bandora Ayşe Şan û Meryem Xan pir li ser min çê bûbû."
'LI BAJAR CILÊN MIN GUHERTIN...'
Gazin hêj 15 salî bû ji aliyê malbatê ve hat zewicandin. Dengbêj Gazin, piştî zewicî li bajar bi cih bû. Gazin bandora ku bajar li ser jiyana wê kir bi van gotinan anîbû ziman: "Cilekî spî û cilekî reş ji min re dirûtibûn. Lewra cilê sipî bûkaniya min bû û li min kiribûn. Hemû gundî şaş bûbûn. Dema ez bûm bûk û hatim bajar cilê min ê herêmî bûn. Li bajar cilê min guhertin. Ez pir xemgîn bûm. Hêj min ji bîr nekiriye. Min ew cilê xwe veşartibû. Niha jî ez wan cilên berê û bukaniyên berê kom dikim û vedişêrim. Dema em diçin bajar dixwazin bişibin wan."
JI HOZAN MIZGÎN HÊZ GIRT
Dengbêj Gazin, piştî zewicî li malê bi dengê nizm kilam got. Piştî têkoşîna azadiya kurd pêş ket, êdî li ser dikê û diwanan dest bi stran û kilaman kir. Gazin, destnişan kiribû ku wê hêza herî mezin ji Hozan Mizgîn wergirtiye û wiha gotibû: "Wê rê li pêş min vekir. Wê got hûn dikarin bikin. Lê temenê wê kêm bû. Piştî wê min got madem Mizgin got 'Hûn dikarin bikin' min ji bawer kir ku ez dê bikim. Min bi hêza ku ji jinan girt kilam got. Min 33 sal berê di dawetekê de kilam got. Ciwanek li wir ez guhdar kirim ez birim Stenbolê û kaseta min çap kir. Min li mala cîranan wan distra. Ez li gel wan bûm. Lê kesî nizanibû ez im. Ez ditirsiyam ku bêjim ez im."
YEKEM CAR JI BO JINAN DERKET SER DIKÊ'
Dengbêj Gazin, diyar kiribû ku yekem car ji bo şahiyek 8'ê Adarê li Baxçeyê Navenda Çanda Dicle Fıratê ya Amedê derket ser dikê û hestê xwe wiha gotibû: "Hestê li ser wê dika biçûk kilamên ji bo jinan nayê vegotin. Cih û hestekî pir taybet bi min re çêkirûbû. Piştî wê ez derketim ser dikê û tev li bernameyan bûm."
EWIL MALBATÊ NIHA DEWLET
Dengbêj Gazin, destnîşan kiribû ku têkoşîna jinê ji bo wê xwedî wateyek pir mezin e û wiha berdewam kiribû: "Di Komeleya Dengbêjan a Jinan de ji 6 salî heta 50 salî şagirt hebûn. Min ji wan re ev çand vegot. Lê yek ji komeleyên para xwe ji dewletê girtin komele bûn. Min berê gund bi gund bername çêdikirin. Niha mal bi mal bernameyan çe dikim. Lê ev dê wisa neçe. Ewil malbata min destûr nedida. Lê niha dewlet destûr nade. Em dîsa bu kurdî biaxivin û stranên xwe bêjin. Pir zor e. Ji ber vê yekê gelek caran cane min diêje."
BI KILAMÊN DI DILÊ WÊ DE MANE ÇÛ...
Dengbêj Gazin, diyar kiribû ku ji ber çend kilaman rastî ceza hat û wiha gotibû "Xeyalê min ê herî mezin ez gund bi gund, bajar bi bajar bigerim û ji bo jinan dengbêjiyê bikim. Piştî komele hat avakirin me li 3 gundan bername çêkir. Piştre destûr nedan me. Kilamên ku min li ser êşa Şengalê nivîsand lê nikarim bistrêm. Hemû di dilê min de mane. Hevî dikim ku di demên pêş de em dê ji van zextan rizgar bibin. Xeyalek min a din jî Qeyda dengê 200-300 dengbêjan ez wan derbasî nivîsê bikim. Pikim pirtûka nivîskî."
Dengbêj Gazin, di dawiya axaftian xwe de wiha bang li ciwanan kiribû: "Bila ciwanên me hem li dengbêjiya xwe û hem j3i li çanda xwe xwedî derkevin. Bila li çand û dîroka xwe xwedî derkevin."
MA / Berîvan Altan