‘Şano bi çewisandinan nayê girtin'

img
AMED - Bi KHK'yan saziyên ku di warê şanoya kurdî de dixebitîn û yekeyên şanoyan ên şaredariyan ji aliyê qeyûmên hatin tayînkirin hatin girtin. Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê destnîşan kirin ku tevî hemû çewisandin û astengiyan jî dê şano neyê girtin. 
 
Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an de bi biryarnameyên (KHK) ku piştî Rewşa Awarte hat îlankirin re Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) hat girtin. Bi vê re li Îzmîrê Şanoya Hêvî, li Edeneyê Şanoya Yekbûn û li Mêrsînê jî Teatra Arzeba ku girêdayî NÇM'ê bûn hatin girtin. Her wiha li herêmê jî piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, qeyûman rê li ber fealiyetên çandî girtin. Qeyûmê tayînî Şaredariya Mezin a Amedê hat kirin, Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê girt û xebatkarên wê ji kar derxistin. Her wiha Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê û Koma Şanoyê ya Navenda Çandê ya Nûdayê ku girêdayî Şaredariya Mezin a Wanê bû jî hat girtin. 
 
Lê belê piştî van çewisandin û girtinan lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê, di sala 2017'an de Şanoya Bajêr a Amedê avakirin. Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê der barê vê pêvajoyê de ji bo Ajansa Mezopotamyayê re axivîn. 
 
‘DÎROKA ŞANOYA KURDAN PERÇEKIRÎ YE' 
 
Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Nazim Hîkmet Çalişkan bal kişand ser dîroka şanoya kurdî û got: "Dema mirov bi awayekî giştî lê binere dîroka şanoya kurdî perçekirî ye. Kurdan di şevbihêrkên xwe de rîtuelên mîna şanoyê çêkirine. Jixwe di xweza û jiyana her neteweyî de şano heye. A girîng ew e ku mirov wê derxîne holê. Dema mirov di vê çarçoveyê de lê binere, şano tim hebûye. Lê mixabin wekî di her qadê de kurd di vê qadê de jî hıneki derengmayî ne." 
 
'ŞANO SERİHILDAN E' 
 
Çalişkan bilêv kir ku şano ji bo kurdan tenê ne şaxeke hunerê ye û got: "Di her serdemê de qadeke serhildanê ye. Jixwe ji ber polîtîkayên tên meşandin, çi tiştê em bi kurdî dikin destpêka serîhildanê ye. Koma şanoyê ya li Stenbolê hat avakirin jî di vê çarçoveyê de bû û temaşevan eleqeyeke mezin nîşanî wê dan. Paşê gelek kom hatin avakirin û hejmara temaşevanan zêde bû." 
 
'ŞANOYA KURDÎ DÊ QET NEQEDE' 
 
Çalişkan, diyar kir ku şanoyên di bin banê şaredariyan de hatin vekirin hem tevkariya kedkarên şanoyê kir hem jî tevkariya şanoyê kirin û got: "me xebatên xwe li qadeke berfirehtir û bi awayekî xurt bi rê ve birin. Her sal ji bo tevkariya tekstên şanoyê pêşbazî, mîhrîcan dihatin lidarxistin û bi avakirina şanoya akademîk perwerdehî hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de hem di warê şano, hem di warê nivîsandin û lîstikan û hem jî di warê perwerdehiyê de xebatên hêja hatin kirin." 
 
Çalişkan bi bîr xist ku Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin û bi vê re gelek xebatên wan nîvco mane. Çalişkan, diyar kir ku lê belê şanoya kurdî tu carî xwe bi eywanekê ve sînordar nekiriye û dê tu carî şanoya kurdî neqede. 
 
‘ME LI HER DERÎ LÎSTIK PÊŞKEŞ KIRIN' 
 
Nivîskarê pirtûka "Dîroka Şanoya Kurdî" û lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji ber bêstatubûna kurdan û qedexekirina kurdî şanoya kurdî heta 1991'ê jî xwe nedaye der. Akkûzû, bilêv kir ku Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di salên 90'î de hatiye vekirin, lê belê ji ber çewisandinên dewletê heta 2003'ayn jî zimanê şanoyê ne kurdî bi tirkî bûye. Akkûz, destnîşan kir ku ji sala 2003'yan ve wan her hefte lîstikên bi kurdî berpêş kirine û tûrne li dar xistine û li tevahiya bajarên herêmê geriyane. Akkûzû got, ji bo şanoya kurdî belav bibe wan li her derî lîstiye. 
 
'QETHIYEN DÊ ŞANO NEYÊ GIRTIN' 
 
Akkûzû, diyar kir ku piştî Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê hat girtin, wan bi derfetên xwe Şanoya Bajêr a Amedê vekiriye û xebatên xwe berdewam kiriye û got: "Şanoya kurdî li ser çand û zimanê kurdî bilind bûye. Her wiha siyaseta kurdî jî tesîrê li şanoyê dike. Lê tevî hemû çewisandinan jî dê şanoyê neyê girtin." 
 
Akkûzû, anî ziman ku ew bi şanoyê peyamekê nadin, lê belê ew rastiyên xwe didin der û got: "Ji bo nîqaşkirinê em lîstikekê derdixin ser dikê. Mirov temaşeyî vê yekê dikin û em mudaxile nakin li kê fikreke çawa peyda bûye. Yanî a rast jî ev e, em temaşevanan pasîf nakin." 
 
‘EM ŞANOYA GEL IN' 
 
Akkûzû, destnîşan kir ku Şanoya Bajêr a Amedê şanoya gel e û ew bi her terhî lîstikan dinivîsîni, werdigerînin û destan û çîrokên kurdî dikin lîstik.