Rojbîn Perişan: Strana Axê li dijî şikandina hiş berxwedanek biçûk e

img

AMED  - Nivîskara pirtûka "Topragin Şarkisi/Strana Axê" Rojbîn Perîşan ku berxwedana Cizirê ya serdema qedexeya kolanan vegotiye diyar kir ku hewldana bi watekirinê û ji nû ve vejîn; wêrekî û hêza berxewdanê ava dike. Weki kevneşopiya vegotina pirtûkê, ji bo hevkariyek hewldanê ye." 

Li navçeya Cizîrê di serdema qedexeya derketina kolanan ku zêdeyî 3 mehan berdewam kir de bi sedan welatiyên Cizîrê di êrîşên tang û topan de hatin kuştin. Zêdeyî sed zarok, ciwan û mezin di 3 jêrzemînan de bi topbarê hatin kuştin. Xanî, kolan û tax bi tang, top û kepçeyan tev xera kirin û ser û bin kirin. Dema zarok û mezin ên birîndardar birin nexweşxanyê rastî gulebaranê hatin û ji yana xwe ji dest dan. Bedenê zarokan ji bo xera nebe di sarincan de parastin. Nivîskar Rojbîn Perîşan, piştî qedexeya derketina kolanan a li Navçeya Cizîrê ji bo berxwedan û geşedanên li Cizîrê zindî û nemir bike pirtûka "Topragin Şarkisi/Strana Axê" bi zimanekî wêjeyî û zindî nivîsand û kir pirtûk. Ajansa me Mezopotamya (MA) li ser naveroka pirtûka "Topragin Şarkisi/Strana Axê" bi Perişan re axivî. Nivîskar Perişan, ji Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê bi riya nameyê pirsên MA'yê bersivandin. 
 
Perîşan der barê cewherê mijara pirtûkê û biryara nivîsandina pirtûkê agahî da û wiha axivî: "Di serdema xwerêveberiya herêmî de gelek tişt hat nivîsandin. Yên piştrî dan hebûn. Yên li dijî wê derketin hebûn. Yên êriş kirin û tawanbar kirin hebû. Yên ku ji nedîtinê hatin ji hebûn. Lê piştî bajarên rêveberiyên cewherî ku bi temamî hat xerakirin, dengê ciwan, jin, zarokan, dengê bi hevî, bi biryar û bi kilecan ên şên bi hat qutkirin. Bêdengiyek giran dest pê kir. Dewletê ne tenê yên li ber xwe dan bêdeng kirin û kuştin. Wargeh û qadên li berxwedanê jî xera kirin talan kirin û wêran kirin. Li Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbînê li bajarên berxwedanê kolan, sikak, xanî u warên dîrokî tev xera kirin. Talan û wêran kirin. Wisa kirin ku hemû qadên berxwedanê bi dozeran den û dûz kirin. Xwestin hiş û şopa berxwedanê ji aqil û hişa winda bikin. Li van bajaran xwestin ne tenê berxwedan tune bikin, Xwestin qadên berxwedanê jî tune bikin. Di wê pêvajoyê de zarok, ciwan, kal û pîrên hatin girtin, cezayê herî giran li wan birîn. Ev jî perçeyekî rêveberiya tarî ye. Xwestin tolê ji kesên li ber xwe dan hilînin. Ev cezayê li wan hatin birîn îlana hiqûqa ku di hest û ramanê de nikaribûn cesate bikin bû. Halbûkî li van bajaran tişta ku dîrokê nedîdît, çîroka berxwedana herî wêrek, herî masûm û herî li dijî dewletê hat jîyîn. Ji ber vê yekê xwestin hişê civakê yê li dijî tariyê tarî bikin. Êrîşî vî hişî kirin. Ev pirtûk li dijî vê şikandina hiş, berxwedanek bikçûk e. Tevkariya hewldana li dijî tunekirina vî hiş û çîroka berxwedanê ye. Tê zanîn ku di çanda gelê kurd de çanda dengbêjiyê heye. Çanda dengbêjiyê li dijî dîroka nivîskî û fermî çanda dîroka vegotina devkî ye. Şer, evîn, înanet, mirin, kuştin, êş û şahî bi vê kevneşopiyê heta îro di hiş û aqilan de maye û zindî bûye. Aliyekî zindî yê vê vegotinê jî heye. Çîroka wê rojê ku me bihîstiye wekî xwe bi awayeki herî xas û sade heta îro tîne û vedibêje. Ma me henan tişt li jêrzemînan, li ber Siya Sûran, li tenişta çemê Dicleyê bi hevre nebihîst. Ji ber vê yekê ez dibêjim ev hêza ji nûve vejîn û jiyandinê ye. Disa tarî didome. Ji ber vê yekê dibêjim hêza ji nûve vejînê. Nifşên piştî me divê tariyê wekî rastiya bi tenê nizanibin. Gelek sedemên ku ev pêvajo bi min da nivîsandin hebû. Belkî ya herî girîng wêrekiya ku ez bibin dengê van leheng û berxwedêran..."  
 
JI BILÎ BERXEWDANÊ RÊ TUNE BÛ
 
Perişan ku beyî bibe şahidê berxwedana Cizîrê û tenê li ser vegotina şahidê bûyerê geşedanên li wir, destnîşan kir ku ji bo çîrok û peqrexaniya mirovên ji bo azadiye teslîm nebûn û çond danenîn û li ber xwedan zindî bike ev pirtûk li ser xwe ferz dît û wiha berdewam kir: "Hûn dizanin di roja ku artêşê hêza xwe ya operasyonê li qadên berxwedanê bi cih kir, qadên ku berxwedanê lê berdewam dikir tecrîd kir. Qedexeya derketina kolanan îlan kirin. Sekwan li der û dorê bi cih kirin. Bi maşineyên zirxî tang û topan bajar dorpêç kirin. Bi awayekî kesên berxwedêr xistin dorpêça dojehê. Ji ber vê yekê hin kesên nekarîbûn xwe bigînin berxwedêrên di nava dorpêçê de bêçare li dervê dorpêçê radewistiyan. Hin kes wekî ku tiştek nebûbe jiyana xwe berdewam dikirin. Hin kesan tenê temaşe dikirin. Vê çemberê cîhan dikir du perçe. Berçeyê berxedêr û yên temaşe dikin. Yên di nava çemberê de diviya bûn bi hevre yek bin. Yên xwestin herikîna dîrokê biguherînin, li dijî "Xwedayên demê" serî hildan. Bi rihê azad li ber xwe dan. Bi hevî û tirsên xwe dest dan hev û xwestin sînor û çemberan bişkînin û derbas bikin. Ji bo mirovên ji rêzê bêjin teslîm nebûn, çond nedewandin, ji bo azadiyê li ber xwe dan û bûn beqrewan. Ji bo vê yekê ji bilî vê berxwedanê hilbijêrek wan a din tune bû." 
 
VEGOTINA HESTÊN EZ JIYAM NAYÊN GOTIN
 
Perîşan, bal kişand ser zahmetiyên ku beyî bûyerê bibîne û pirtûka berxwedanê wekî şahidî kiribe nivisand û wiha lê zêde kir: "Her dem zor û zahmetiyên nivîsandina li hundir heye. Bi taybet ger ku hûn bi salan girtî bin. Dema berxwedana rêveberiya cewherî pêş diket, min got "Girtin negihiştina welat e" Min televîzyon temaşe dikir, rojname dişandin, li dijî mirin, xerakirin û hilweşînê dest û lingê min girêdayî bû. Min qerîna dayikan guhdar dikir û hêsirên wan temaşe dikir û nikaribû tiştek bikiraya. Bawerim ev hest bi tu awayî nayê  vegotin. Tu car ev hest nayê vegotin. Dema min biryar da Cizîrê nivîsim, berî her tiştî bin dest bi komkirina agahiyan kir. Ez qet neçûm cizîrê. tenê bi qasî ji min re hatiye gotin nas dikim. Bajarekî ku ez neçûmê, min neditiye, min hewa wî, hilma wî nekişaniye hundirê xwe ez dê çawa vebêjim? Ez dê çawa kolan û malên wan vebêjim. Hin caran dema mirov kolanekê an jî malekê tasfîr dike hûrguliyek pir biçûk gelek girîng e. Lê ez ji guhguliyan bêpar bûm. Min der barê bajar de agahî kom kirin. Bi alîkariya hevalên xwe yên girtigehê min agahî kom kirin. Hin heval sax bin bi riya nameyan jî piştgirî dan min. Der barê pêvajoya berxwedanê de jî bi qasî min dixwest piştgirî ji min re ji derve nehat. Dibe ku bandora OHAL'ê jî li ser wê hebû. Belkî jî bandora bêdengiya ku nayê şikandin... Ji ber vê yekê min agahiyên ji rojnameyan, qunçiknivîsand ku hêjmara wan pir hindik agahî kom kir. Min bi agahiyên pir hindik komî ser hev kir.
 
'ZILM LI KU BE EW JÎ DÊ LI WIR BIN'
 
Bê guman rojên wan ên dawî û halên wan ên dawî em nizanin. Li ser çi fikirîn, niqaş kirin. Heywa wan bi çi hat. Çi hîs kirin em nizanin. Kî û çi anîn bira xwe em nizanin. Kîjan biranînê xwe anîn bira xwe, Xeyal û heviyên wan ên pêşerojê çibûn em nizanin. Dîsa min hewl da ku ji rastiyê dûr nekevim. Di destê min de lîsteya şehîdan a di rojnameyê hatibû weşandin, dîsa çend wêneyên ku ji malbatan gihiştin destê min. Wekî din min dikaribû çi bikiraya? Minak di wê lîsteyê de hin ji wan tenê kodê wan hebû. Navê wanê resen tune bû. Kîbûn ji ku bûn, li ku û çawa mezin bûbûn, der barê çîraka jiyana wan de agahî tune bû. Te bîra min ez li ser her navî hûr bûm, fikirîm û min hewl da jiyan û şeklê wî li ber çavê xwe zendî bikim. Min hewl da wan ji nûve jîn bikim. Min hewl da êş û birînên wan hîs bikim. Li aliye din min hewl dida vî tiştî ji bîr bikim: Ewladê vî geli ku çand netewandin, wekî ku bawer kirin mirin. Ji bilî teslîmiyetê tu rêyên din li pêş wan nehiştibûn. Mezinbûna wan ewe ku mirin bi rumet kirin. Wekî ku Axin heri dawî bi xwişka xwe re axivî bû û gotibû: "Zilim li ku be ew jî dê li wir bin. Û stran dê ji zimanan derbasî zimanên din bibin." 
 
'EZ DÊ ÇÎROKA XWE BÊJIM, DIBE ROJEKÊ JI TERE LAZIM BIBE' 
 
Parîşan, bal kişand ser lehengên pirtûkê şervan Axîn û  xizmetkara tenduristiyê ya Cizîrî Eylem ku bûbûn şahidê bûyerê û wiha got: "Belê hilbijartinek taybet bû. Min hevalên Axin û Eylem li girtîgehê nas kirin. Dema Axin Derya Karahan nû hat girtin min ew dît û nas kir. Hêj nû ketibû 18 saliya xwe. Li cihê xwe ne disekinî. Her dem rû li ken bû. Her dem dixwest jiyanê têr û tije bijî. Em demek pir kin bi hevre man. Ez bi hevala Eylem yanî Gulistan Ustun re jî li girtîgehê hatin cem hev. Beriya bê berdan rojekê got "Ez dê cîroka xwe ji tere bêjim tu jî nîşe bigire. Dibe ku rojekê ji tere lazim be." Ez şaş mam. Lê min bi ken qebûl kir. Hêj zarok bû hatibû girtin. Li girtîgehê mezin bûbû. Tê bîra min. Min gotibû 'Ma tu dixwaze bibe navdar?' û min henek kiribû. Ji zarokantiya xwe de dest bi çîroka xwe kir. Min jî nîşe digirt. Dem bi dem bi pirsan min hewl dida bajarê Cizîrê binasim û xeyal bikim. Kolanên Cizîrê û taxa Cudî, Çemê Dîcleyê. Gundê xwe vedigot. Min nîşe digirt. Piştre bi rastî ez dê li wan nîjeyan vegerim. Beyî ku çiroka xwe xelas bike hat berdan. Dema çû got ez dê ya mayî binivîsim û ji tere bişînim. Bawerim nekaribû bişîne. Çend meh şûnde şerê Kobanê dest pê kiribû. Di şer de min bihîst ku bi birîndarên diçûn wî alî eleqeder dibû. Pişti şer li Navenda Çandê ya Cizîrê dixebitî. Dengê wê pir xweş bû. Dema min bihîst di Jêrzemînên Cizîrê de nemir bûye, li aliyekî êşa wê ez heşandim, li aliyê din fikra "Min got gelo hîs kiribû?' di mejiyê min de geriya. Min êdî wekî deyn û vasiyetekê girt dest. Min du lehengên sereke li ser vê yekê zindî kir. Fermandarek jin ku berpirsiyariya berxwedane dabû ser milê xwe. Û her ku diçû jinek ciwan ku di nava zimzima bajarê birînvekirî de winda dibû. Li aliyekî şervaniya wê, li aliyê din eniya gel diviya bû min gotiba. Min çiqas vegota ew qas girîng bû. 
 
Rojbîn Perişan, bal kişand ser tekiliya Kobanê û Cizîrê û wiha lê zêde kir: "Kobanê û Cizîr, ne tenê sînorê nava dewletan bê wate dikir. Di heman demê de sînorê di nava gelan de jî bê wate dikir. Perçeyê axa ku rûmet, wîcdan, hest û raman li bi serê lûleya tifinê vekiribûn bû. Hevalê ku Eylem dibêje Mamê Rıfat, di serdema şerê Kobanê de li ser sînor piştgirî da şervanan. Piştî serkeftinê jî tev li xebata avakirinê bû. Rifat ê Arnavûtî ye, dema xeyala xwe ya ku pirtûkxane-muzeyê ava bike li Kobanê rastî êrîşa DAIŞ'ê hat û jiyana xwe ji dest da. Navê wî Rıfat Horoz bû. Berî her dihat hevdîtina min. Eylem û ciwanan digot Mamê Rifat. Xeyala wan li vir teqez xeyala cîhana wekhevî û azadiyê bû... Wekî li Sûr, Nisêbîn, Gever û Hezexê... " 
 
Rojbîn Perîşan li ser gotina "Zindiyên binê axê û miriyên ser axê" jî axivî û wiha got: "Li vir tenê qala bêdengiyê nayê kirin. Dixwaze balê bikişîne ser gelek mişarên ketine nava hev. Lê ewil li dijî bêdengiyê qêrînek e. Zimêr û hawarek e. Dîsa dixwaze balê bikişîne ser rastila li ser kurdantê ferzkirin û rewa tê dîtin. Ger ku bê bîra we di rojên dawî yên berxwedanê de kolan û kuçe tije cenazeyên miriyan dibûn."  
 
Perişan li ser çalakî, berxwedan, coş û jiyana li jêrzemînan jî rawestiya û wiha pêde çû: "Bê guman berxwedan ne tenê li pişt barîkatan bû. Li wir li pişt barîkat û xendekan xeyalek hat parvekirin. Ji bo wan xelalan pêk bînin ev şer hat meşandin. Bûn dîrok bi xwe. Bûn jiyana parvekirin, piştevanî, jiyana komîn û hevkariyê. Bû jiyana rêhevaltiyê. Li dijî birçîbûn, serma û êşên giran berxwedanek mezin nîşan dan." 
 
Perîşan, li ser şerê niha ku wekî şerê 3'emin ê cîhane tê pênasekirin û vegotina berxwedan û peqrevanên di vi şerî ya ji aliyê wêjenasan jî rawestiya wiha bi dawî kir: "Ev pêvajoya şer bi qasî tê xwestin mijara wêjeyê ye? Ez ne bawer im. Ez bawer nakim bi qasî wate û girîngiya xwe vê berxwedanê cihê xwe di wêjeyê de girtibe. Mînak vegotina şerê cîhanê yê 1'emîn û 2'emîn di wêjeyê de gelek zêde ye. Hêj mijara belge û wêjeyê ye. Ev şerê niha yê hebûn û tunebûnê ye. Divê wêjeya niha bi qasî hilweşîn, talankirin û xerakirinê karibe berxwedanê jî bigire dest. 
 
ROJBİN PERİŞAN KÎ YE?
 
Rojbin Perişan, di sala 1973'an de li Navçeya Lîce ya Amedê ji dayik bû. Li Amedê dibistana seretayî û navîn xwend. Zangoya Perwerdehiyê ya Sêrtê ya Zanîngeha Dicle xwend. Di Newroza sala 1991'an de  tev li refên PKK'ê bû. Salek şûnde hat girtin û rastî cezayê muebetê hat. Li girtîgehê dest bi nivîsa helbest û çîrokan kir. Li girtîgehê gelek pirtûk nivisand. Niha li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebze girtî ye. 
 
MA / Dîcle Muftuoglu