Keça Araratê: Lênûska Leyla

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê girtî Menaf Osman, bi romana xwe ya dawî "Lênûska Leyla" berê pênûsa xwe ber bi jiyan û têkoşîna Sema Yuceyê ve hêl dike. Bi vê romana xwe Osman careke din bi hikmê pênûsê şahidiyê li serdema xwe dike û ji hundir ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike. 

Romana dawî ya nivîskarê girtî Menaf Osman "Lênûska Leyla" di Tîrmeha 2018'an de bi edîtoriya Ûlaş Guldîken ji Weşanên Aramê der çû. Tevî Lênûska Leylayê 5 jê roman, 2 jê jî çîrok heta niha 7 berhemên nisîvkarê girtî Menaf Osman ku di sala 1965'an de li bajarê Hesekê yê Bakurê Sûriyeyê hatiye dinê û ji ber liv û tevgerên xwe yên siyasî di sala 1993'yan de hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn, der çûne. Osman di Lênûska Leyla'yê de berê pênûsa xwe dide rojên xwendekarî, têkoşîn û girtîgehê yên Sema Yuceyê ku di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê agir berda bedena xwe. Lênûska Leyla tevî beşa "Li Şûna Pêşgotinê" ji 27 beşan û 220 rûpelî pêk tê. Her beşek romanê bi helbestekê dest pê dike. 
 
Nivîskar di Lênûska Leylayê de, bêyî derfetên zimanê rojane teng bike û bijidîne bi teknîkên vegotinê yên wekî teswîr (mekan, zeman û bûyer), veger, monologa hundurîn, diyalog û pûxteyî livdarî û kûrahiyekê li wateyê bar dike. Di romanê de rojnivîsk û biyografî daxilî sêwirandinê hatine kirin û tevna bûyerê bi pergala ji serî de tê hûnandin. Nivîskar di romanê de bi kesên din livdariyekê li bûyerê bar dike û bi vî awayî serlehenga romanê Leylayê temam dike. 
 
RÊWÎTYA JI ARARATÊ DEST PÊ DIKE Û DÎSA BER BI...
 
Di Lênûska Leylayê de bûyer li gor pergalekê hatine sêwirandin. Leyla ji zarokatiya xwe ve tim bi ser awayê jiyana texrîbkirî ya civata xwe û qeyd û pîvanên ferzkirî de diçe û ji ber vê dikeve nav lêgeranê. Wexta li Enqereyê xwendekara zanîngehê ye têkoşînê dinase û piştî wextekê tevî hevalê xwe Xemgîn berê xwe dide çiyê. Ewilî qederekê li Mêrdînê dimîne. Paşê ji bo tev li perwerdehiya akademiyê bibe di ser Sûriyeyê re diçe Lubnanê û vedigere. Rêwîtiya wê ya ji ber serê kêlika pêşengê Serhildana Agiriyê Biroyê Heskî Têllî dest pê dike, berê wê dide herçar perçeyên Kurdistanê. Axirê ev rêwîtî wê ji Tendurekê ber bi Sîpanê, ji Deşta Bavê Lalo ber bi Çemê Mûradê û ji wir jî ber bi Araratê ve ku diyarê xeyalên wê yên zarokatiyê ye dibe. Diyarekî ne pasaport, ne ewraq û ne jî tu nasnameyên fermî lê derbas dibin. Di vê rêwîtiya xwe de dikeve nav xewn û xiyalên welatê xwe yê li ber gorên serhildêrên 1931'ê veşartî. Di rêwîtiyê de Leyla gotina Zerdeşt "Huxta, humata, havreşta" (Baş bifikire, rast bibêje, xweş çêbike) ku kalê wê Xalid Begê tim jê re digot ji xwe re dike rêber. Di dema rêwîtiya xwe de Leyla li Tendurekê di pevçûnekê de birîndar dibe û dîl tê girtin. Bi rojan tê îşkencekirin û paşê tê hepskirin. Li girtîgehê roja Newrozê bi bedena xwe, agirê bedena Zekiye ya li Birca Ben û Sen a Amedê yad kiribû geş dike. 
 
BÛYER Û TEVNA BÛYERÊ 
 
Di Lênûska Leyla'yê de tevna bûyerê bi rêk û pêk e; destpêk, qewimîn û encam. Bêyî nepenî û tevlîheviyekê di xwe de bihebînin, bûyer ne ji ortê û dawiyê, ji serî de dor bi dor tên hûnandin. Bûyer ji zarokatiya serlehenga romanê Leylayê dest pê dike û bi dorê li gor salên wê yên berxwedan û girtîgehê şikil digirin û di çarçoveya sedem-encamê de bi kes, zeman û mekan tên sêwirandin. Bûyer, bi aktûelkirina îro-duh û mesafeya navbera mekanan Semayê ji tiştên ketûber xelas dikin. Bi vî awayî bûyer dibin sedem ku pêşî navê sembola berxwedanê Leyla Qasimê li Sema bê kirin û paşê jî alaya vê berxwedanê bilintir bibe û navê wê veguhere Serhildan. 
 
TESÎRA MEKAN A LI SER HÊLA DERÛNÎ Û FIZÎKÎ YA LEHANGAN 
 
Di Lênûska Leylayê de mekanekî sabît tune ye. Bûyer li gelek deveran diqewimin. Teswîra mekan hem ji aliyê kesê sêyem ve tê kirin hem jî bi weziyeta lehegan tê nîşandan. Nivîskar di romanê de bi mekanên derve û hundurîn hêla derûnî û fizîkî ya lehengan dide der û di ser lehenga sereke ya romanê de rewşa civakê ya sosyo-çandî jî dide der. Di romanê de gelek mekanên derve hene, lê belê ji ber livdarî, lez û beziya sahneyan bi awayekî berbiçav nehatine xêzkirin û teswîr hatiye piştguhkirin. 
 
Tevî mekanên derve, di romanê de gelek mekanên hundurîn jî hene. Li gorî yên derve, mekanên hundurîn bêtir berbiçav in û ev mekan tesîrê li seyra liv û tevgera lehengan dikin. Wekî mînak; li Şama Şerîf li Mizgefta Emewiyan serdana Leyla û Bêrîvanê ya tirba Selahddînê Eyyûbî. Wêneyê generalê fransî Goreau yê li tirbê ku potînên xwe spartiye kêleka Seladdînê Eyyûbî û gotina "Selahaddîn, eva ez dîsa hatim!" ya li ser wêne tesîreke neyînî li Leyla û Bêrîvanê dike û wan ber bi cîhaneke din ve hêl dike.
 
DI LÊNÛSKA LEYLAYÊ DE TÊGÎNA ZEMAN 
 
Di Lênûska Leylayê de serlehenga romanê Leyla ne lehengeke xiyalî ye, ji jiyana rasteqîn hatiye girtin, Sema Yuce ye. Ji ber vê mirov dikare bibê, di romanê de têgîna zeman diyar e. Ji bilî beşa ewil a romanê ku di wesfa teknîka vegerê de hatiye bikaranîn, her 25 beşên din 9 salên jiyana Leylayê yên di salên 90'î de di xwe de dihebînin. Di romanê de bi teknîkên wekî qevastin, veger, pûxte û tomarkirina bilez têgîna zeman ji bo hemû hûrguliyên salên têkoşînê yên Leylayê nehatiye sêwirandin. 
 
DI ROMANÊ DE KADROYA LEHENGAN 
 
Kadroya lehengan a romanê, kadroyeke berfireh e. Ji ber biyografî daxilî romanê hatiye kirin û hatiye sêwirandin, ji bilî lehenga sereke ya romanê nayê zanîn lehengên din xiyalî ne yan ji jiyana rasteqîn hatine girtin. Lê belê bûyer li dor Leylayê diçin û tên. Bi vê yekê hêla fizîkî, derûnî û liv û tevgera Leylayê xwe didin der. Leyla wekî lehengeke ji zarokatiya xwe ve tim bi ser awayê jiyana texrîbkirî ya civata xwe û qeyd û pîvanên ferzkirî de diçe û ji ber vê dikeve nav lêgeranê tê nasandin. Ji bilî çend kesên (Bêrîvan, Apê Şewket...) ku Leyla bi rêya monologa hundurîn hêla wan a fizîkî û derûnî diyar dike, kesên din hema bêje nehatine diyarkirin. 
 
ZIMAN Û ŞÊWE 
 
Di Lênûska Leylayê de bêyî derfetên zimanê rojane bê tengkirin û jidandin, ziman û awayê vegotinê li gorî asta civakî, ruhî û derûnî ya lehengan hatiye hilbijartin û nivîskar bi sexbêrî ziman bi kar aniye. Di romanê de tevî zimanê berxwedan û şoreşê, di gelek beşan de xwîner leqayî zimanê rojane, gotinên pêşiyan û biwêjan jî tên: 
 
“Tu li gorî siyaseta dewleta kedxwar, serên zarokên me tijî dikî û ruhê wan gemarî dikî. Ji biçûkaniya wan ve tu wan dihelînî û dihêlî ku ji kujerên bav û kalên xwe hez bikin û ji wan re bibêjin ‘spas.’”
 
 “Çi ye Rizik, qey te dinya neditiye kuro! Şûna ku tu silavê bidî, tu dikewtînî malneket, qey hîna dev ji wan tebê xwe bernedaye kurê Fatê!”
 
 “Xwedê mirovî bike heriya nav lingan, neke benîştê nav diranan…”
 
Di romanê de ne pir, lê di çend beşan de hin ristên ku nehatine diyarkirin aydê kê ne jî hene: 
 
“Şev bû digeriyam/Yar nexuya bû…” 
 
Her wiha di hin beşan de xwîner leqayî diyalogên bi tirkî, erebî, fransî, îngilîzî û zaravayê soranî jî tên: 
 
“Nasıl yani anlamadım?”, “Be ser çawim, be ser serim, birayekanim! Belam ême mecbûr in xwe ragîraw ta beyanî rojî dike.”, “Laisses moi!”, “Please madam, your passport!”, “Saihe, ma hêk?”
 
JI HUNDUR BER BI DERVE VE BERXWEDANÊ LI WÊJEYÊ BAR DIKE 
 
Nivîskarê Afrîkî Ngugi wa Thiong'o ji bo wêjeya berxwedêr dibê; "Li Efrîqayê nivîskar û siyasetmedar gelek caran heman kes e. Nivîskar pirê caran beşdarî tevgera siyasî dibin. Li gorî wan çek, pênûs û kursî ji bo heman tiştî ye, ji bo azadkirina welatê wan e." 'Ji ber di civaka kurdî de jî rengê siyasetê li ser berxwedanê ava bûye, wêjeya kurdî ya modern jî ji gelek hêlan ve bi vî rengî ye.' Di vê çarçoveyê de ji şahidên berxwedana kurdî nivîskar Menaf Osman ku ji 53 salên temenê xwe 25 sal di girtîgehê de derbas kirine, bi romana xwe "Lênûska Leyla"yê careke din di bin nîrê çewisandin û sansurê de bi zimanê berxwedanê û hikmê pênûsê şahidiyê li serdema xwe dike. Ji hundir ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike. 
 
MA / Rêdûr Dîjle