ÊLIH – Yek ji dengbêjên herî ciwan dengbêj Cafer ku wek dengbêj Şakiroyê Biçûk tê nasîn diyar kir ku ji ber tesîra dengê dengbêj Şakiro fêrî dengbêjiyê bûye û got: “Mirov nikare saloxdana Şakiro bide. Ez dikarim bêjim di warê dengbêjiyê de dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e.”
Di nava civaka Kurdan de li ser eşq, şer û mijarên din bûyer qewimîne û rêya dengbêjiyê hatine deng vedan. Her wiha dengbêjî ango wêjeya devkî ji bo wêjeya îro jî bûye bingehek xûrt. Tenê kesên navsere û kal dengbêjiyê dikin. Ciwan jî li çanda dengbêjiyê xwedî derdikevin û nahêlin ku tune bibe. Yek ji van dengbêjên ciwan jî Cafer Akarsû (Dengbêj Cafer e.) û wek dengbêj Şakiroyê Biçûk jî tê nasîn.
Dengbêj Cafer herî zêde klamên Şakiro dibêje û dema van kilaman dibêje dengek bêhempa mîna yê Şakiro ji gewriya xwe dixulxulîne.
Dengbêj Cafer di sala 1988’an de li gundekî navçeya Farqînê ya Amedê tê dinê. Bi salan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê karkeriya çandinî û înşatê dike. Piştî 10 salan şûn ve bi malbatî vedigerin û li Êlihê bicih dibin.
Dengbêj Cafer ê li Êlihê di bin banê Navenda Çanda Biharê de xebatên xwe dengbêjiyê birêve dibe hem ji me re kilam got û hem jî behsa serpêhatiya dengbêjiya xwe kir.
‘EZ LI BER BANDAN HÎN BÛM’
Dengbêj Cafer destnîşan kir ku di malbata wan de kesê dengbêj nîne û wiha got: “Di malê de tenê bavê min li dengbêjan guhdar dikir. Hemû bandên rehmetiyê Şakiro li ba bavê min hebûn. Her roj bi me dida guhdarkirin. Her wiha bandên dengbêj Reso û Zahiro û gelek dengbêjên din hebûn. Dema me li dengbêjan guhdar dikir, dengê Şakiro bandorek mezin li ser min kir. Piştî ku dengê Şakiro ji min re xweş hat, min jî biryar da ku ez ê kilaman bêjim. Şakiro mamosteyê min e û teyîp û bavê min jî meyla min dan ser dengbêjiyê.”
‘EŞQA DENGBÊJIYÊ MIN VEGERAND’
Dengbêj Cafer da zanîn ku ev 15 sal e dengbêjiyê dike û got: “Dema em li batiyê (rojavayê Tirkiyeyê) dixebitîn, min dest bi dengbêjiyê kir. Dema em li nav zeviyan û înşatan dixebitîn her tim min kilaman digot. Lê her çiqas min li wir kilaman jî digot xweziya min welêt bû. Piştî 10 salan xweziya min pêk hat û em vegeriyan. Piştî ez hatim welêt, bi navbeynkariya hunermend Farqîn min di bin banê Navenda Çanda Dîcle-Firatê de dest bi dengbêjiyê kir. Yanî eşqa dengbêjiyê min li welêt vegerand.”
‘ŞAKIRO PAVAROTTIYÊ KURDAN E’
Dengbêj Cafer anî ziman ku dengbêj Şakiro ji bo wî destana dengbêjiyê ye û got: “Li gorî ez ji Şakiro fêm dikim mirov nikare saloxdanê wî bide. Yek ji dengbêjê herî xûrt ê kurdan e. Jê re dibêjin ‘kewê ribat’ lê bes Şakiro ji kewribatbûnê jî bihûriye. Tu kes nikare wek Şakiro kilamên wî bêje. Ez dikarim bêjim di warê dengbêjiyê de dengbêj Şakiro Pavarottiyê kurdan e. Ku îro jî Şakiro li heyatê bûya wê dengbêjiyê rakira.”
‘WELAT ÇAVKANIYA DENGBÊJIYÊ YE’
Dengbêj Cafer diyar kir ku kilam û dengbêj êşa civaka kurd vedibêje û her ku ew li dengbêjiyê guhdar dike jiyana wan a rabûrdûyî û niha dibîne û ew ê vê çanda dengbêjiyê dewam bike. Dengbêj got welat ji bo çanda dengbêjiyê cihek têr û tije ye û cara yekemîn wî kilama Evdila Begê gotiye.
MA / Bîlal Guldem