Helbestvanê nemir Fêrîkê Ûsiv û Mal-Mûzeya li gûndê Sîpanê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fêrîkê Ûsiv yek ji wan helbestvanê mezin ê Kûrdan bû. Heta sala koça xwe, ji bo bipêşxistina wêjeya Kûrdî xebat kir û bi welatparêziya xwe dihat nasîn. Niha li Ermenîstanê li herêma Elegezê li gûndê Sîpanê mal-mûzeya Fêrîkê Ûsiv heye û tevahiya berhemên wî li wir tên pêşandan. Gûndiyên Fêrîk, hêjî wî bi bextewarî bibîr tînin û wî wek iftîxara gûndê xwe binav dikin. 
 
Çiyayên Elegezê û gûndê Sîpanê bi helbestên wî şa dibûn, erdnîgara Hayastanê bi honandina hevokên wî dewlemend dibû.
 
“Mêrg û geliyên Elegezê girtin dûman,
Niza’m ji çi re gelo bihar bû zivistan.”
 
Bi van du gotinan û bi sedan helbestan, hestên xwe û tevahiya Kûrdên Ermenîstanê dianî ziman. Hesreta welêt û jiyana erdnîgara li ser dijî bi helbestên xwe vedigot. Em behsa helbestvanê nemir Fêrikê Ûsiv dikin. Ew helbestvanê ku ji axa bav û pîran dûrketî, li warê xwe yê nû a li qûntarên çiyayê Elegezê koça dawî kiriye.  Fêrikê Ûsiv, helbestvan û wergêrê mezin ji Kurdên Kafkasyayê bû. Di Mijdara 1934’an de, li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê di malbateka Êzidî de ji dayik bû. Gûndê Sîpanê ku berê jê re dihat gotin Pampa Kûrdan, yek ji wan gûndên ku li herêma Elegezê hatiye avakirin e. Tê gotin ku li wê herêmê yekem gûndê Kûrdên ji Serheda jorîn koçkirine û hatine li vir bicîh bûne gûndê Sîpanê ye.  Pêşiyên Fêrikê Ûsiv ji bajarê Qersê, ji gundê Yemençayîrê, derbasî aliyê Ûris bûne. Wî, dibistana seretayî li gundê Sîpanê, di sala 1951’ê de kuta kir. Zarokatiya wî, di ber xwendinê de, li derdora çiyayen Elegezê li mêrg û zozanên wê herêmê derbas bû. Ev yek wî ji hela xwezayê û hestên xwezayî ve gelek bi pêş dêxe. 
 
RÊYA TEZE Û RADYOYA ÊRÎVANÊ
 
Piştî dibistanên seretayî û navîn, Fêrîk di sala 1955 an de, Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Dirok û Fîlolojiyê de dike. Di heman sala ku Rojnameya Rêya Teze dest bi weşana xwe a duvdirêj dike, Fêrik ji rojnameyê re helbestên xwe dişîne û ew di rojnameyê de têne weşandin. Fêrik piştî ku enstîtuyê xelas dike, di Radyoya Yêrevanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê dike. 
Di sala 1963’yan de bi alîkariya xezûrê xwe zimanzanê navdar Heciyê Cindî, beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova dibe û bi wergera xwe ya kurmancî xelata sêyemîniyê werdigre.
 
BERHEMÊN WÎ YÊ BÊHEMPA
 
Pîrtûka wî ya pêşîn bî navê Çavkanî, dî sala 1961’î de tê çapkirin. Paşê sala 1964’an de pirtûka wî ya bi navê Gula Elegezê çap dibe. Di sala 1967’an de, berhevoka helbestkar a sisiyan bî ser navê Lîrîka çap dibe. Sê sal piştî ku ew li gundê xwe de dest bi mamostetiyê bike ango dî sala 1971’an de destana wî Xewna Mîrmih, lî Moskovayê, dî nava pirtûka Hîkayet Der Heqê Bar Mûraz de, bî rûsî hate weşandin. Di sala 1974’an de, bû endamê Yekîtiya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973’yan de hate weşandin. Pirtûka wî ya bi navê Narê di sala 1977’an de çap bû. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984’an de, di berhevoka helbestkar û nivîskarên Kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatin weşandin.
Ji van berheman hinek helbestên Fêrîkê Ûsiv ji aliyê hunermendên kurd ve hatine bestekirin û weşandin. 
 
Fêrîk her wiha berhemên Asedîk Îsahakyan, Lermontov, û Shakespeare wergerandîn kurdî. Dîsa wî heta salên dawiya jiyana xwe her wiha ji Byron, Goethe, Pûşkîn, Yasenîn û Hovannes Tûmanyan behrem wergerandin kurdî.
Ew her wiha Pûşkîn û Yesenîn wek helbestvanên hoste ji xwe re didît û di sala 1987’an de ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li 12 bajarên welatê Ûris digere.
 
Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3’yê gulana 1997’an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Hayastanê, li herêma Elegezê koça dawî dike. Li ser xwestina wî, li gundê Sîpanê, li pala girê Dibûrî li axê hat spartin. Ew li dûv xwe welateke bi hesret û helbestên honandina vê hesreta sedên salan hişt. 
 
MAL-MUZEYA FÊRÎKÊ ÛSIV 
 
Niha li gûndê ku ji dayik bibû û li wir hatibû binaxkirin, mal-mûzeyek Fêrîkê Ûsiv hatiye avakirin. Ev mala ku wek mûze hatiye sazkirin jî ji hêla Fêrîk ve hatiye çêkirin. Ji dîwarê lêkirî bigrin heta dorpêça bexçeyê wî, Fêrîk bi destê xwe ev xanî avakiriye. 
Mal-mûzeya Fêrîk, piştî mirina wî ji hêla keça wî Zerê ve tê sazkirin û tevahiya pirtûkên wî lê têne bicîhkirin. Her wiha dîwarên mûzeyê jî bi wênayan tê xemilandin. 
 
Serkarê gûndê Sîpanê Fêrizê Cemal, dema behsa Fêrîk dibe, dikeve nav hest û ramanan. Dibêje kû dema ew saxbû qedr û qiymeta wî baş nizanibûn. 
 
Fêrizê Cemal, her wiha behsa jiyana Fêrîk û xebatên wî ya di hêla wêjeya Kûrdî dike û welatparêziya wî tîne ziman. 
Serkarê gûnd apê Fêriz, bi helbesteke Fêrikê Ûsiv, hezkirina welat û hesreta sedê salan bilêv dike. 
Fêrizê Cemal, behsa avakirina mal-mûzeya Fêrîkê Ûsiv jî dike û wêneyên bi dîwar ve eliqandî yek bi yek dide naskirin.