AMED - Danişîna doza Narîn Guran a li Amedê hatibû qetilkirin, piştî navberê dîsa dest pê kir. Niha jî dayika wê Yuksel Guran îfadeyê dide.
Danişîna yekemîn a doza Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Di dozê de bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar tên darizandin. Her çar bersûc jî ji ber sûcê “Hevkariya hev kirine û zarok bi qesdî kuştine” bi cezayê muebbeta giran tên darizandin.
Beriya danişîna dozê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hatin girtin. Di heman demê de di hundirê edliyeyê de jî bariyer hatin danîn. Tenê serokên baroyan, parêzerên dozê û rojnaemger girtin salona runiştinê. Parêzerên li ber salona runiştinê dipan îzdîham jiyan û parêzeran gotin ev rewş nayê qebûlkirin.
Gelek serokên baroyan, bi sedan parêzer û rêxistinên zarok û jinan, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl dozê dişopînin. Danişîn, di saetên zû yên serê sibehê de dest pê kir û ji ewil îfadeyên Nevzat Bahtiyar û Enes Guran hatin girtin.
Di runiştina duyemîn de dayika Narînê, Yuksel Guran axivî.
Heyeta dadgehê piştî navberê bi îfadeyên Yuksel Guran berdewam kir. Yuksel Guran wiha got: “Ez sibehê saet di 05.00’an de rabûm. Çûm ser erd û hatim. Saet di 06.30’an de hatim malê. Min karê malê kir. Du zarokên min ji bajarên dur hatibûn ez pir kêfxweş bûm. Min taştê amade kir. Ev sifreya me ya dawî bû. Li me kirin jehr. Cilên me hebûn. Min bir mala Hediye Guran ji bo bike maşîneya cilan. Ev geriyam. Narîn û birayê xwe Eren li şaneşînê dilîstin. Zarokên min li dora min bûn. Bûka apê min hatibû; mala xwişka min ez jî çûm wir. Enes li xwişka min geriya. Got ez birçîme bê malê. Narînê ji min kartolê qelandî xwest. Saet di 13.00’an de sifreya min amade bû. Piştre hinek karê min hebû. Mine w kirin. Çavê Narînê her tim li saetê bû. Narînê got ez diçim dersa Kuranê. Min got neçe. Lê wê israr kir. Min destur da. Narîn derket çû mizgeftê. Piştî Narînê kurê min Muhammed hat hundir. Raza lê çiqas raza ez nizanim. Zarokên min Muhammed û Enes rabûn gotin Hediyeyê cil anîne. Hevalê Enes telefon kir. axivîn û piştre dîsa raza. Min jî got ‘rabe tu pir razaye hinek derkeve derve.”
HEVPEYVÎN JÊ PIRSÎN
Yuksel Guranê bal kişand ser îradeya xwe ya li cendermeyan û wiha got: “Fermandar ji min re got te Salîm dîtiye, ewil nehat bîra min piştre dema dînamo vedikir min carekê tenê bi qasî saniyekê dît. Min ser banê şuşt. Min xwarin çêkir. Min ji kurê xwe re Esen pirsî. Got li dervey.” Li ser vê heyeta dadgehê ji Yuksel Guran gotinên wên yên di roportajan de yên wekê ‘Kê girtiye bila bînin li cihekî deynin, bila gora wê diyar be’ pirsî. Yuksel Guran îdia kir ku wê tiştek wisa negotiye.
Yuksel Guranê piştre pêvajoya windabûna Narînê vegot: “Windabûna Narînê qet nehat hişê min. Min ji hevalê wê Narîn pirsî. Min ji meta wê amûjna wê pirsî. Lê gotin em nizanin, gotin nehatiye vir. Ez çûm mizgeftê. Min li derî xist. Min got Narîn li ku ye. Lê gotin saet di 18.00’an de dîtin. Ez hinekî rehet bû. Lê dîs tirsiyam. Em hemû gundî li Narînê geriyan. Em nizanin kî li cendermeyan geriya. Piştre her kes hat gund.” Serokê dadgehê got ‘Salîm kuşt an jî Nevzat’. Yukselê wiha got: “Ez nizanim. Dibe Salîm jî kiribe dibe Nevzat jî kiribe. Lê rewşa Nevzat li holê ye. Xwedê bela xwe bidê. Ez teslîmê Xwedê dikim.” Serokê dadgehê got: “Her tişt li holê ye lê Nevzat negot wî kuştiye, dibêje Salîm kuştiye.”
Serokê dadgehê ji Yukselê pirsa çima Enes Guran tê pirsîn kir. Yuksel Guran wiha vegot: “Ez li qerekolê bû. Fermandar H. Got wê bê mala wan û ji wê re tiştekê bêje. Hat mala min, got ‘li Enqereyê li malekê di destê mafyayê de wÊneyê te, Enes, Eren û malbatê heye. Wê we hemûyan bikuje.’” Serokê dagehê got ev ji te re bi mantik tê?"
Serokê dadgehê ji Yuksel Guran dîsa roportaj pirsîn. Lê Yuksel Guran roportajên dan dîsa înkar kir. seorkê dadgehê ji Yukselê pirsa ‘di qeydên HTS’ê de Salîm Guran tê mala’ pirsî û got: “Na teqez kes nehat mala me. Ger hatime dora malê ez nizanim.” Serokê dadgehê pirsa;”Qeydên baz yên Esen, yê te, Nevzat û Salîm mala we nîşan dide. Di saeta tu dibêjî ez razame, tu ranezayî, li ser piyanî. Li dora malê bigere hûn çawa nabînin. Têkiliyek te bi Salîm re heye? Salîm reîsê malbatê ye?” Yuksel Guran got: “Teqez tu têkiliya min bi wîre tuneye. Nevzat îftereyÊ davêje. Ez nizanim Salîm kuştiye an nan. Xweda her tiştî dizane. Nevzat îftereyê davêje.”
Li ser vê serokê dadgehê pirsa "Nevzat çima îftereyê bavêje?" pirsî.
Piştre dozger da zanîn ku Yuksel Guran îfadeyên bi naqok dide.
Runiştin bi îfadeyên Salîm Guran didomin.