AMED – Derhêner Îlhamî Bakir, sînemager Yilmaz Guney wek dengbêjê sînemeya kurdî nirxand û got: “Sînemaya Yilmaz Guney hêza xwe ji vegotina çîroka kurdan digire.”
Yilmaz Guney yek ji sînemagerê navdar ê Tirkiyeyê bû. 35 sal bi ser koça dawî ya Guney de derbas bû. Guney 12 sal di girtîgehê de dimîne û di neçar dimîne ku bikeve ser rêya sirgûnê. Guney di 9’ê îloana 1984’an de li Parîsê ji ber penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest dide. Guney bi berhemên xwe hem li hundirê welat û hem jî li derveyî welat gelek xelatan werdigire. Di 114 fîlman de lîstikvaniyê dike, derhêneriya 26 fîlman dike, di 15 fîlman de çêkeriyê û di 64 fîlman de jî wek sernarîst cih digire.
Derhêner Îlhamî Bakir ji ajansa me re behsa sinemaya Yilmaz Guney kir.
Bakir anî ziman ku Guney mohra xwe li sînemaya Tirkiyeyê xistiye û got: “Yilmaz Guney ji bo sînemayê li Tirkiyeyê rê nîşanî gelek kesan daye. Mirov nikare sînemaya Tirkiyeyê bê Yilmaz Guney vebêje. Ez gelek caran pirr difikirin gelo Yilmaz Guney rastiya civakê di wan şertan de aniye ba hev û kiriye fîlm.”
‘RASTIYA KURDAN VEGOTIYE’
Bakir têkildarî mijarên di hundirê fîlmên Guney de di nava sînemaya kurdî de tê nirxandin an na jî wiha got: “Di esasê xwe de li ser sînamegeriya Guney sînemagariya kurdî ye ango gelo sînemaya tirkî ye gelek nîqaş tên kirin. Sînemagerek ji Tirkiyeyê ye? Dema mirov li fîlmê wî temaşe dike ji her netewê însan di fîlmên wî de hene. Di karekterên fîlmên wî hemûyan de tirkî tê axaftin. Raste zimanê fîlman tirkî bûye. Lê bi rastî jî sînemaya Yilmaz Guney têr hêja bûye. Naveroka fîlmên Hêvî (Umut), Xeter (Endişe), Kerî (Suru) û Rê (Yol) ên Yilmaz Guney karektera kurdan, erdnîgariya kurdan û sosyolojiya kurdan vedibêje.
Dema dîroka sînemaya kurdî were nivîsandin mirov nikare bê sînemay Yilmaz Guney binivîsîne. Mirov dikare bêje ku sînemagerên kurd di bin bandora Yilmaz Guney de mane. Yanî mirov nikare Yilmaz Guney derveyî sînemaya kurdî bihêle.”
‘DENGBÊJÊ SÎNEMAYA KURDÎ YE’
Bakir destnîşan kir ku kurdan yekem car li Tirkiyeyê di bi sînemageriya Yilmaz Guney re cih girtine û got: “Di sînemeya Tirkiyeyê de kurd ne wek tîp wek karekter cihê xwe digirin. Jixwe dema bi baldarê lê were temaşekirin fîlmên lehengiya kurdan vedibêje di nava sînemaya cîhanê de cihê xwe girtiye. Bandorek ava kiriye. Yilmaz Guney di vî warî de tabûyek hilweşandiye û pêşengiyek şoreşgerî pêk aniye. Yilmaz Guney wek dengbêjê sînemeya kurdî ye. Sînemaya Yilmaz Guney hêza xwe ji vegotina çîroka kurdan digire.”
MA / Lezgîn Akdenîz