STENBOL - Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê, berhevokeke fîlmên ku di Mihrîcana Fîlman a Kurd a Stenbolê de hatibûn pêşandan jî di nav de careke din bi temaşevanan dide temaşekirin.
Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê, berhevokeke taybet a fîlmên ku di Mihrîcana Fîlman a Kurd a Stenbolê ya ku di meha adarê ya derbasbûyî de hatibû lidarxistin de hatibûn pêşandan berhev kir careke din bi temaşevanan dide temaşekirin. Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê, têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û ev bang li fîlmhezan kir: "Em ji bo temaşekirina fîmên ku her yek ji wan li parçeyekî Kurdistanê hatiye kişandin, li benda herkesî ne." Dê hemû film li Sahneya Mezopotamyayê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê bên nîşandan.
Bernameya ku ji aliyê Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê ve hatiye aşkerakirin wiha ye;
20'Ê ÎLONÊ ÎN
Her Mal Dibistanek 18.00 - Life Without Life 19.30
21'Ê ÎLONÊ ŞEMÎ
Gazin 18.00 - Reşaba 19.30
27'Ê ÎLONÊ ÎN
Bir 18.00 – Kurte fîlmê Mij, Hevêrk, 13 Building No, Xewna Şemiyê, Kêm û Pace 19.30
28'Ê ÎLONÊ ŞEMÎ
Biryareke Zor 18.00 - Di Navberê De 20.00
4'Ê NCOTMEHÊ ÎN
Darên Bi Tenê 18.00 - Çîrkîn Kral Efsanesî 19.00
5'Ê COTMEHÊ ŞEMÎ
Kavil, Lîstikên Bê Sînor, Welatek Hebû, The Sea Swells û Haziriyek Ji Bo Derengmayinê 18.00 - Zagros 19.00