Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî

img

STENBOL - Zimanzan Zana Farqînî û Samî Tan, anîn ziman ku pêşketina zimanê Kurdî û têkoşîna demokratîk bi awyaekî pararlel bi hev re dimeşin û gotin, ji bo kurdî winda nebe û pêş bikeve pêdivî bi xebatên rêxistinbûyî heye. 

Li Tirkiyeyê, piştî têkoşîna gelê kurd a ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, Wezareta perwerdehiyê ya Neteweyî kurdî daxilî nav mufredata perwerdehiyê kriibû. Lê belê ji ber pergala vê yekê baş nehat xebitandin, rêjeya dersên bi kurdî ne pir e. Zimanzan Zana FArqînî û Samî Tan, ji bo zîndekirina zimanê kurdî bal kişandin tiştên divê li dijî feraseta tekparêz bên kirin. 
 
Samî Tan, bilêv kir ku dewlet bi tu awayî pêşketina zimanê kurdî naxwaze û ji bo vê heta jê tê dixwaze marjînal be û got: "Ji ber li fakulte û enstîtuyan akademîsyenên xwedî feraseteke demokratîk cih digirin, armnaca dewletê ew e ku wan belav bike." Tan, destnîşan kir ku wê zext ûz oriyên li ser zimanê kurdî jî bi têkoşîneke demokratîk a gelê kurd biguherin û got: "Ev bi helwest û awayê rêxistinbûyîna derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Helbet, li vir berxwedana gelê kurd wê diyarker be." Tan, anî ziman ku wê kurdî jî bi destkeftiyên di qada têkoşîna siyasî de bi awayekî paralel pêş ve bikeve û ji bo vê jî divê tevgera kurd hîn bêtir kurdî daxilî nav rojeva xwe bike û ji bo vê pêdivî bi plansaziyekê heye. 
 
PÊDIVÎ BI XEBATAN HEYE 
 
Tan, got: "Bi rêya sazî û dezgehên sivîl û demokratîk, pêdivî bi plansaziyeke ku aktorên siyasî jî daxilî wê bibin heye. Li gor rewşê pêdivî bi xebatên wade dirêj û kurt heye. Ev yek li tevahiya cîhanê bi vî awayî pêk hatiye. Li gelek welatan ev rewş bi pşengiya dewletan yanî bi destekên dewletan pêş ketiye, lê mixabin li Tirkiyeyê konjuktureke bi vî rengî tune ye. Heta şert û mercên guncav pêk bê, divê xebatên ku xwe dispêrin gel pêk bên." 
 
GAVIN TÊN AVÊTIN NE SAMÎMÎ NE 
 
Zana Farqînî jî, destnîşan kir ku di pêvajoya diyalogê de hin gav hatine avêtin lê gava pêvajo guheriye ev yek pêk nehatiye û got, gavên hatine avatin jî ne samîmî bûne. Farqînî, bilêv kir ku îfadeya "Li Tirkiyeyê zimanê zindî" îfadeyeke bifikar e û got: "Zimanê zindî çi bû? Di qanûnên berê de hebû; Wekî zarava û zimanê ku welatiyên tirk di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin, dihat pênasekirin. Gava em li van binavkirin û tabîran mêze dikin, tê dîtin ku a rast ne ku maf tê radestkirin, tenê li hemberî têkoşînê ji bo gavavêtina bi paş û ewarekirina gel e. Pênasekirin wekî ziman û zaravyê mehelî, bêcidiyetî ye. Ev yek bi armanceke siyasî tê kirin û di bin wê de mantiqa ku roj bê em dikarin rê li ber bigirin heye. Difikirin, em ê bi awayekî hêsan û erzan çawa bigirin. Bi rastî jî ger hikûmet û dewlet samîmî bin, serî li rêyên wisa nedidan û wê heqê gel radestî gel bikirana." 
 
Farqînî, bilêv kir ku gavin der barê kurdî bên avêtin, giêrdayî pirsgirêka kurd in û got: "Ev mesele, meseleya nasnameyê ye. Heta polîtîkayên ku vî zimanî qedexe dikin û asîmlasiyonê li gel ferz dikin bi dawî nebin, çi gavên bên avêtin wê ne samîmî bin. Ji xwe qewimîn û geşedanên dawî delîla vê yekê ne." 
 
'ZIMANÊ NIFŞÊ NÛ TIRKÎ YE' 
 
Farqînî, destnîşan kir ku divê li hemberî feraseta qedexeker û tekparêz têkoşîn hebe û got: "Ji bo pêşketina maf û azadiyan, pêdivî bi pêşketina daxwazan jî heye. Ji xwe aşkere ye ku qanûnên ji dema avakirina komarê heta niha pêk tên bi kêrî tiştekî nayên. Divê ev qanûn bên guherandin. Di serî de kurd û bi giştî jî gelên din ên ziman û nasnameyên wan hatine qedexekirin, divê li hemû qadên jiyanê ziman û çanda xwe zînde bikin. Divê em tenê hêvî ji dewletê nekin, ji xwe dewlet xwedî feraseteke tekparêz e. An jê em ê nikaribin rê li ber polîtîkayên asîmlasiyonê bigirin. Her ku asta perwerdehiyê zêde dibe asîmlasiyon jî zêde dibe. Nifşê nî bi zimanê xwe mezin nabe, zimanê nifşê nû tirkî ye. Bi xebatên rêxistinbûyî wê rê li ber van pêkanînan bê girtin. Çi nivîskî çi jî dîtbarî, çi dibe bila bibe divê li hemû qadên jiyanê kurdî berbelav bibe."