AMED - Di bin banê Şaredariya Farqînê de, dê Rojên Çand û Hunerê bên lidarxistin. Wê li navçeyê 3 rojan çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.
Di bin banê Şaredariya Farqînê de Rojên Çand û Hunerê dest pê dikin. Wê di çarçoveya rojên çand û hunerê de li navçeyê çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. Bernameya Rojên Çand û Hunerê wê ji 27'ê vê mehê dest pê bike û heta 29'ê Îlonê bidome.
Bernameya Rojên Çand û Hunerê wiha ye:
* 27'ê Îlonê
Atolyeya Zarokan, Cih: Parka Kultur (17.00)
Pêşandana şanoya Qirdik, Cih: Taxa Çevrîksû (20.00)
* 28'ê Îlonê
Dîwana Dengbêjan, Cih: Parka Kultur (19.30)
Atolyeya Zarokan, Cih: Taxa Çevrîksû (16.00)
* 29'ê Îlonê
Orkestraya MA Muzîkê û Hunermenda Kurd Xecê Cih: Qada Azîzoglû (19.30)