Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan

img

AMED – Di Wêjeya Klasîk a Kurdî de kesê ku bi nezmê pênaseya xwarinan kiriye û zewqên wan nivîsandiye Şêx Muhyedînê Hênî ye. Hênî, di sedsala 19'an de bi navê "Beyana Xwarinan û Zewqên Wan" simatiyyeyek nivîsandiye û tê de behsa gelek xwarinan û zewqên wan kiriye. 

 
Di wêjeya klasîk de, ji berhem û helbestên li ser pênase, cure û zewqên xwarinan hatine nivîsandin, "simatiyye" bi navekî dîtir "simatname" tê gotin. Di wêjeya rojhilatî de, nexasim jî di ya Farisî de simatiyyeya herî navdar "Dîvan-i Et'ime" ya Ebû Îshaq Hellacê Şîrazî ye ku li gor salnameya miladî di sala 1302'yan de hatiye nivîsandin. Her wiha di wêjeya Tirkî de jî helbestvanên mîna Kaygûsûz Abdal jî bi terhê simatiyyeyê helbest nivîsandine. Lê belê di Wêjeya Klasîk a Kurdî de tekane simatiyyeya hatiye nivîsandin “Fî Beyanî’l Et’îme we Mezaqîh” (Beyana Xwarinan û Zewqên Wan) a Şêx Muhyedînê Hênî ye. Hênî, simatiyyeya xwe di sedsala 19'an de nivîsandiye. Ji xeynî vê Abdurrahman Adak, di gotara xwe ya bi ser navê “Şêx Muhyedînê Hênî: Di Edebiyata Kurdî de Nûnerekî Girîng ê Temaya Xwarinê” de ku di hejmara 3'yan a Nûbihar Akademi'yê de hatiye weşandin, salix dide ku Şêx Evdirehmanê Axtepî û birayê wî Şêx Mihemed Can jî bi terhê simatiyyeyê çend helbest nivîsandine. 
 
Hênî, simatiyyeya xwe “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” bi şêweyeke mesrûr, tekrîr, hezel, teşbîh hwd. nivîsandiye. Ev berhema navbirî, li gor berhemên klasîk ên beriya xwe mijareke serbixwe û nû ye û di heman demê de wesîqeyeke antropolîjîk e. 
 
‘BEYANA XWARINAN Û ZEWQÊN WAN’
 
“Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” ku tê de behsa zêdetirî sed cureyên xwarinan, pênase û zewqên wan tê kirin, berhemeke menzûm e û bi beytan hatiye nivîsandin. Bi terhê mesnewiyê hatiye nivîsandin û ji 186 beytan pêk tê. Di berhemê de 25 jê tirkî bi giştî 133 navên xwarinan hene. Her wiha di berhemê de 9 beyt jî bi tirkî hatine nivîsandin. 
 
Di “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” de ku tê de navê gelek xwarinên ku niha hatine jibîrkirin hene, pênase û cureyên xwarinan di 20 komî de hatine senifandin; nan, şorbe, boreg, dolme, xwarinên bi giya û pincaran, xwarinên bi zerzewatan, xwarinên bi goş, xwarinên bi bulxurê hatine çêkirin; kebab, kofte, seqetat, tirşî, xoşav, şîrînayî, helaw, şîraniyên hevîrî...
 
Mehîra buharê ji mastê miyan
Xwuş e pûngê têkê ji ber kehniyan
 
Ev ekmek balixî li min bû bela
Xwuş e mastê kundir werîne Mela
 
***
 
Yemek qitlixinden bizirkan aşî
Yenîr pîlaw île bîlin bu îşî
 
Nişa helwasî de yiyîlûr îmîş
Welê sewmiyem ben ecaîb bîr îş
 
ŞÊX MUHYEDÎNÊ HÊNÎ Û DÎWANA WÎ YA WINDA 
 
Di beşa pêşkeşî û çîroka derxistina kitêbê ya “Beyana Xwarinan û Zewqên Wan” de ku Mele Birhanê Tarînî ew latînîze û amade kiriye û Weşanxaneya Peywendê jî çap kiriye, li gor jêderan û texmînan Şêx Muhyedînê Hênî di sala 1849'an de li Karaz a Amedê hatiye dinê. Zarokê pêncan ê Şêx Ehmed e. Zarokatiya wî li Hênê derbas bûye. Ji bo xwendinê diçe Mêrdînê û li wir tevî Şêx Evdirehmanê Axtepî li ber destê heman muderîsî dixwîne. Dîsa vedigere Hênê û li ser daxwaza bavê xwe hew diçe Mêrdînê. Li vira li cem kekê xwe Şêx Me'ruf xwendina xwe domandiye. Piştî îcazet wergirtiye, qederekê li gundê Balicnê û Zobrînê yê Licê melatî û dersdarî kiriye. Di xezel û manzûmeyên xwe de mexlasa Sa'i û Heqî bi kar aniye. Di sala 1897'an de li Hênê miriye. Gora wî li cem qubbeya bavê wî ye. 
 
DÎWANA WINDA 
 
Şêx Muhyedînê Hênî ku tê gotin Şêx Evdirehmanê Axtepî, bi vî awayî pesnê daye; "Ez bavê şi'rê bim, Sa'i jî dêya wê ye", ji xeynî simatiyyeyê dîwaneke wî jî heye, lê belê winda ye. Tê gotin ku ji wê dîwana wî niha tenê 4 xezel û muxemmesek li ber desta ye. Ji bo dîwana winda ya Hênî û heta niha nenaskirina wî, dîsa tê gotin ku ji ber berxwedana Şêx Seîd bûye. Malbat piştî berxwedanê bi sirgûn û darvekirinê re rû bi rû maye. Heta tê gotin ku dîwana wî heta salên 1970'yî jî li ber desta bûye, lê belê di erdheja 1975'an a Licê de winda bûye. 
 
MA / Rêdûr Dîjle