AMED - Hejmara sêyemîn xêzekovara bi kurdî "Zrîng" derket.
Hejmara 3'yemîn a xêzekovara bi kurdî "Zrîng" derket. Kovara sêyemîn a Zrîngê ku bi kurmancî û kirmanckî weşanê dike, bi hejmara xwe ya nû xwedî naverokek dewlemend e. Kovara ku ji 32 rûpelan pêk tê, li hemû navendên kirînên rojnameyan û kovaran tê peydakirin.
Piştî Elmanya û Îsvîç, wê li Parîs û Londra jî, kovar bê belavkirin.