ÊLIH - Êlih, wê di navbera 25-29'ê Kanûnê de malovaniya 2'mîn Rojên Wêjeya Kurdî bike. Di çarçoveya bernameyê de wê helbest bên guhdar kirin û panel û gotûbêj bên sazkirin.
Rojên Wêjeya Kurdî ku dê îsal cara duyemîn bê lidarxistin, di 25'ê Kanûnê de li Êlihê dest pê dikin. Bername, ji aliyê Şaredariya Êlihê, Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê, Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Meretoyê ve tê lidarxistin û wê 5 roj berdewam bike. Mêvanê rûmetê yê bernameyê jî Helbestkarê Kurd Berken Bereh e. Bernameya ku tê payîn gelek nivîskar û helbestkar beşdar bibin, wê tevahî li Navenda Çandê ya Ahmet Gunşetekîn a girêdayî Şaredariya Êlihê bê lidarxistin.
ROJÊN PANEL, GOTÛBÊJ Û ÎMZEYAN
Di bernameya hatiye amadekirin de rojên nîşandana fîlman, guhdarkirina helbestan, gotûbêş, panel û îmzeyan cih digirin. Di gotûbêj, panel û guhdarkirinan de mijarên mînan "Pêşketina çîroka kurdî" , "Di wêjeya kurdî werger" , "Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de" , "Di zaravayên kurdî de roman" , "Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî" ji aliyê nivîskar û helbestkaran ve bên nrxandin.
BERNAMEYA ROJÊN WÊJEYA KURDÎ
Bernameya Rojên Wêjeya Kurdî ku dê di navbera 25-29'ê Kanûnê de bê lidarxistin wiha ye:
Bernameya Roja 1'emîn
18.00 Axaftina vekirinê ya Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr
19.00 Şeva hurmetê ya mêvanê rûmetê Berken Bereh: Îrfan Amîda, Rêdûr Dîjle, Cûmhûr Olmez, MÛeyed Teyîp
20.00 Bi mûzikên Agît Işık guhdarkirina helbestan: Selîm Temo, Merdan Newayî, Weysel Tirpan, Roza Metîna
Bernameya Roja 2'emîn
13.00 Kovara Rewşenê: Belgefîlm
15.00 Mueyed Teyîp: Îmze û Gotûbêj
17.00 Îmze û Gotûbêj: Ramazan Kavak, M. Şîrîn Bûlga, M. Saît Îmret, Firat Ozdemîr
19.00 Panel: 'Di wêjeya kurdî werger' Muhsîn Ozdemîr, Merdan Newayî, Salih Agir Qoserî, Lal Laleş
Bernameya Roja 3'emîn
14.00 Belgefîlm: Cegerxîn
17.00 Panel: 'Pêşketina çîroka kurdî' Îsmaîl Hacanî, Bajar Mîrzeman, Mihemed Ronahî,
19.00 Şeva Helbestê: Ramazan Kavak, Meral Şîmşek, Çetîn Lodî, Kevok Mizgîn, Îsmaîl Hacanî
Bernameya Roja 4'emîn
13.00 Panel Îmze: 'Wêjeya Klasîk' Perwîz Cîhanî, Abdûrrahman Adak, Hayrûllah Acar,
15.00 Panel Îmze: 'Rengê jinê yê di wêjeya kurdî de' Dîlan Aydin, Sûltan Yaray, Roza Metîna, Herdem Merwanî, Xecê Şen
17.00 Panel Îmze: 'Di zaravayên kurdî de roman' Sebrî Silêvanî, Roşan Lezgîn, Ferzen Şêr
18.00 Panel Îmze: 'Wêje û Bawerî' Adar Jiyan, Qahir Beteyî, Qedrî Yildirim
Bernameya Roja 5'emîn
13.00 Helbest û Gotûbêj: Selîm Temo
15.00 Panel: 'Motîvasyon û pirsgirêkên romana kurdî' Şener Ozmen, Remezen Alan,
17.00 Nîşandana Belgefîlma Mîrê Bilûrê/Kavalın Miri
19.00: Panel: 'Folklora Kurdan' Nîhat Gultekin, Bedran Hîkmet, Nûsret Îmîr
21.00 Girtin