53 sal in kilaman dibêje

img

ERZIROM - Zulkuf Korkmaz ku li Erziromê dijî, dengbêjiya ku ji dayika xwe hîn kiriye 53 salên berdewam dike. Korkmaz çîrokên kilaman dinivisîne û hewld dide antolojiya kilamên kurdî çêbike, xeyala wî ya herî mezin li gundê xwe avakirina dîvaneke dengbêjan e û vê çandê ji nifşên dû xwe re ragihîne. 

Zulkuf Korkmaz (Zulkufê Qado) ê 60 salî ku li taxa Yûnûs Emre ya navçeya Palandoken a Erziromê dijî, 53 sal in kilaman dibêje. Korkmaz dengbêjiyê ji dayika xwe Senem Korkmaz (Senama Mistê) hîn kiriye û 10 sal in çîroka kilamên ku li herêmê tên gotin lêkolîn dike û dinivisîne. Korkmaz ku bi vê yekê hewld dide antolojiya kilamên kurdî çêbike, xeyala wî ya herî mezin li gundê xwe avakirina dîvaneke dengbêjan e û vê çandê ji nifşên dû xwe re ragihîne. 
 
DI 7 SALIYA XWE DE KILAM DIBÊJE
 
Korkmaz, di sala 1959'an de li gundê Goma Qilê yê navçeya Tatos a Erziromê ji dayik dibe, bi kilama "Silo Bego" ku ji dayika xwe hîn dike dest bi degbêjiyê dike. Korkmaz, ji 7 saliya xwe ve kilaman dibêje û bi kilamên Yadê, Hesenê Mûsa û Bavê Fexrîya ku dibêje li herêmê hatiye nasîn û tê ecibandin. Di ciwaniya xwe de weke dengbêj ji bo dewetan tê vexwendin û di salên 1990'î de neçar dimîne ku ji gundê xwe veqete. Di sala 1994'an de li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê perwerdeya kurdî digire û dest bi nivîsandina kilamên kurdî dike. 
 
GEFA KUŞTINÊ DIGIRE LÊ DEV JÊ BERNADE
 
Korkma, li Stenbolê li her cihê ku dixebite kilamên kurdî dibêje. Ji ber kilamên kurdî û xebatên ku dimeşîne gelek caran gefa kuştinê lê tê xwarin û mala wî tê gulebarankirin. Di sala 1999'an de li Erziromê tê binçavkirin û di îşkenceyeke giran re tê derbaskirin. Ji ber vê yekê piyekî wî seqet dibe. Korkmaz, li ser vê yekê serî li darazê dide û Tirkiyeyê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) gilî dike û DMME di sala 2006'an de Tirkiyeyê mehkûmî dayîna tazmînatê dike. 
 
196 KILAM NIVÎSANDIYE
 
Heta îro Korkmaz, 196 kilam nivîsandiye û her wiha ji bo Berxwedana Kobanê, Komkujiya Şengalê, Parêzer Medet Serhat ku di sala 1994'an de hat qetilkirin, Rojnameger Ferhat Tepe ku di sala 1993'an de hat qetilkirin û Parêzer Tahîr Elçî ku li Amedê hat qetilkirin kilam nivîsandiye û awaz dayê wan. Korkmazê armanca dike li gundê xwe dîvana dengbêjan ava bike û vê çandê ji nifşên dû xwe re ragihîne, difikire ku havînan perwerdeya kurdî û dengbêjiyê bide zarokên li gundê xwe. 
 
'MIN DENGBÊJIYÊ JI DAYIKA XWE HÎN KIR'
 
Korkmaz destnîşan kir ku şêkirdarê dayika xwe ya ku dengbêjiyê hînê wî kiriye û wiha got: "Dengê dayika min gelek xweş bû. Di serê govendê de kilamên ku wê digot tu kesî nikaribû bigota. Keda wê gelekî li ser min heye. Timik şîret li min dikir ku ez bibim dengbêj. Heta kilama Silo Beg jî wê hînê min kir. Her kilameke min herî kêm ji 3 çarînan pêk tê û 300 peyvan dihewîne nav xwe. Kilamên xwe bi tarzeke dîdaktîk dinivisînim û mijara wan jî kevir, erd, evîn û lehengî ye. Gelê kurd li gel ku li qada herî qedîm a Cîhanê Mezopotamyayê dijî jî tê paşguhkirin. Gelê kurd xwediyê dîrok û çandeke qedim e. Lê heta îro gelek berhemên kurdan hatine berhevkirin û şewitandin. Dema kurd mafekî biçûk bi dest dixin tên kuştin, ev qet neguheriye. Lê li gel vê yekê jî gelê kurd heta îro gelek deskeftî bi dest xistiye û dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Li dijî ewqas zilmê bêdengî û radestkirinê îxanet e. Degbêjan di ragihandina vê dîroka jiyayî de rol girtine. Ez jî weke dengbêjekî vê êşa gelê xwe di singa xwe didim hev û ji mirovan re radigihînim."
 
'EW NE DENGBÊJ IN'
 
Di dawiya axaftina xwe Korkmaz bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên li dijî kurdan tên meşandin û ev tişt got: "Dengbêjên ku dertên TRT Kurdiyê, beriya bernameyê axaftina wan û kilamên ku bibêjin tên diyarkirin. Ji bilî fermana ku ji wan re hatiye nikarin tiştekî bibêjin. Di dema Berxwedana Kobanê de 12 kesên ku ji xwe re digotin dengbêj, dewletê pîroz dikirin û gelê xwe weke terorîst nîşan didan. Mixabin kesên ku nirxên xwe yên mirovî terk kirine û li ser ekranan dikarin kalikên xwe bikin terorîst hene."
 
MA / Dîndar Karataş