WAN - Li Wanê dengbêj Meryem Tûncer, tev li kîjan çalakiyê bibe kilama "Momê" dibêje. Kilama "Momê", çîrokeke trajîk e û ya jineke ciwan e.
Dengbêj Meryem Tûncer ku ji Bêşebaba Şirnexê ye, lê li Wanê dijî tev li kîjan çalakiyê bibe heman kilamê dibêje. Navê kilama Tûncer "Momê" ye. Momê, çîrokeke trajîk e û ya jineke ciwan e.
Tûncer, diyar kir ku ji malbateke dengbêj e û êşên xwe bi kilaman tîne ziman. Tûncer, got: "Di ruhê min de dengbêjî heye. Lê mixabin heta demek berê jî di civaka me de dengbêjî ji bo jinan ne munasib bû. Min jî li malê derî û pace digirtin û kilam digotin. Heger min negotana wê ji min re bibûna derd û nexweşî. Gava hevjînê min mir, dayika min a 60 salî jî hat girtin. 6 salan di girtîgehê de ma. Tişta xwe pê baş hîs dikim kilam in. Gava cara ewil çûm ser dikê min fedî dikir, lê kilamên min hatibûn ecibandin. Paşê me Koma Dengbêja ya Jina ava kir. Li herêma me dengbêjên jin pir in. Ji ber rewşa civakê piraniya wan bi dizîka kilamên xwe digot. Bi vî hawî me derî şikandin. Min tu carî nehişt kes dengê min bitepisîne. Li dawetan, li seyrana, li nav erdan û li zozana tim û tim dibêjim".
‘DENGBÊJÎ HEBÛNA ME YE'
Tûncer, anî ziman ku denbgêjî mîrateyeke mezin e û di dengbêjiyê de bal kişand ser rola jinê: "Jinan bi kilaman êş û azarên xwe dianîn ziman. Zilaman hewl da vê mîrateyê ji dest jinan bigirin lê bi ser neketin. Jinan tim û tim kilamên xwe gotin. Niha dengbêjin me yên jin ên hêja hene. Em ê vê mîrateyê bidomînin. Çimkî dengbêjî çanda me ye, ziman û hebûna me ye. Dîroka me heta wextekê bi pênûsan nehat nivîsandin. Heger dîroka me mabe û hatibe heta roja îroyîn bi saya dengbêjiyê ye. Dengbêjan got û dîroka me anîn roja îro".
Her wiha Tûncer, çîroka kilama xwe "Momê" got. Kilma Momê, behsa jineke bi navê Momê ya li herêma Oremar a Gever a Colemêrgê dike.
ÇÎROKA MOMÊ
"Dê û bavên Momê mirine. Li ba sê birayên xwe dimîne. Momê, havînan diçe zozanan û giha kom dike. Rojekê dibîne mih daketine ber rûbar û avê vedixwin. Bi heyran û hijmekarî li wan mêze dike. Di wê kêliyê de dibîne mihek dizê û gava dizê dimire. Gava mih dimire, Momê berxika wê dixe hemêza xwe, paqij dike û şîr didê. Piştî Momê bi şîrê xwe berxikê têr dike ji wir diçe. Ji bo kes nebîne her sibeh beriya her kesî diçe û şîr dide berxikê.
Rojekê dîsa sibehê gava şîr dide berxikê, şivanek wê dibîne. Gava şivan dibîne Momê tiştekî dixe nav telîsan û vedişêre, diçe hayê kesên li zozanan pê dixe. Êdî çavê her kesî li ser Momê ye. Du birayên wê qirar didin ku wê bikujin. Lê birayê wê yê biçûk li ber wan radibe û dibêje Momê bi kî radibe û rûdinê gere pê re bizewice.
WESIYETA MOMÊ
Momê ji kekê xwe yê biçûk re dibêje, 'Min tiştek nekiriye. Heger bû û min kuştin, li ser gora min wêneyên berxeke biçûk xêz bikin. Heta Kurdistan hebe bila her kes zanibe neheqiyeke çilo li Momê hatiye kirin'. Birayê wê yê biçûk jî ji Momê re dibêje, 'Te çi kiribe jî em ê te nekujin. Tu hez ji kê dikî tu yê pê re bizewicî'.
Momê, her tiştî ji kekê xwe re dibêje. Dibêjê, tiştek nekiriye tenê şîr daye berxikê û bi kesî re ranebûye rûneniştiye. Momê, dibêje şivan rast nabêje. Kekê wê bawer dike û nahêle Momê bê kuştin. Piştî wextekê kesek tê Momê dixwaze û dizewice.
Piştî Momê dimire, kekê wê wesiyeta wê bi cih tîne."
Tê gotin gora Momê li herêma Oremarê ye û li ser kêlîka gora wê wêneyê berxikekê hatiye xêzkirin.
MA / Ayşe Surme