Albûma nû ya Sîmir Rûdan a bi navê ‘Kevî’ derket

img
STENBOL – Hunermend Sîmir Rûdan bi navê “Kevî” albûma xwe ya duyem derxist. Rûdan ji keviyekê li rewşên mirovî dinêre. Kevî rex e lê ne ji derve ye, Sîmir ji mal de dinêre, ji ber ku ew jî lê dijî, ew jî tê de ye. 
 
Hunermend Sîmir Rûdan albûma xwe ya duyem a bi navê “Kevî” derxist. Albûma “Kevî” ji 10 stranên Kurdî pêk tê û gotin, beste û aranjeyên hemû stranan ayîdî Rûdan in. Cûreyên wek, rock, alternatîf û akûstîkê tama xwe dane albûmê. Stranek bi du versiyonan hatiye qeydkirin (Rojên Reş), versiyonek Reggae ye û şidiyayî ye a din slow e. Di hinek stranan de şêwaza psychedelicê (psîkedelik) tê hîskirin. Loma em nikarin sounda “Kevî”yê tenê bi yek cûreyê mûzîkê ve girê bidin û wê kategorîze bikin. 
 
Rûdan di “Kevî”yê de gotinên xwe bi awayekî felsefî û derûnnasiyî li ser mûzîka xwe neqş kiriye. Strana ewil “Aliyê Din” bi pirsekê dest pê dike. Ger em li vê pirsê xwedî derkevin, belkî em çêtir bikaribin xwe li ber kêmasiya nava dilê xwe ragirin. Di Dîstopyayê de rexne û hişyarî hene. Tê de tê îddîakirin ku wiha dewam bike rojên nebaştir li pêşiya me ne.
 
BALÊ DIKIŞÎNE SER BÛYERÊN CIZÎRÊ 
 
Sîmir bi strana “Jirmam Leylê”, ji cîrana xwe ya Cizîrî re şîn girtiye. Wî jirmam (jinap) Leylê wek xaltikekê an jî jinapekê didît û jê hez dikir. Loma jê re digot Jirmam Leylê. Cîrana Leylê bi nexweşiyan çû. Strana “Rojên Reş” li ser bûyerên ku beriya niha 4-5 salan li Cizîrê qewimîne hatiye nivîsîn. Wê demê malbata wî li Cizîrê demên zor derbas kiribûn. Dema mirov guh dide versiyona slow a “Rojên Reş”, ji dengê nefesên wî mirov dikare wê tengasiyê hîs bike. 
 
Rûdan ji “Kevî”ya xwe li evîn û evindariyê nenêribûya çê nedibû. Strana “Gulhavîn” li ser evîneke havînî ye. Ji ber ku xeyalkirina havînan li ber avan xweş e, ev stran bi dengê avê dest pê dike. Bi strana “Zarokatiya Wê” em dibînin ku carinan kesek bi ku ve jî here zarokatiya wê/wî dikare her tim li pey were. 
 
Xuya dike ku Sîmir di vê albûma xwe de jî dev ji vebêjiyê bernedaye. Di strana “Ava Şêt Diherike” de behsa çîroka tiryakiyekê dike. Dibe ku ew tiryakî ji me ne dûr be. Mijara “Hêsirên Veşartî” pirsgirêka jinê ye. Stran dike ku bi jinekê re empatiyê bike. Di dawiya stranê de ew jin bi xwe tev li stranê dibe û bi van gotinan stran diqede: 
 
“Bijîm, bijîm, bijîm
Ez jî dixwazim bijîm
Bijîm, bijîm, bijîm
Li gor dile xwe bijîm”
 
Rûdan di vê albûma xwe ya duyem de produktoriya xwe kiriye. Ji serî heta binî bi her tiştî ve mijûl bûye. “Kevî” li Stenbolê di stûdyoyên tê gotin “herî baş” de bi “mûzîkjenên nav û deng” hatiye tomarkirin. Bergê albûmê bi awayekî profesyonel hatiye kişandin. 
 
SÎMIR RÛDAN KÎ YE?
 
Sîmir Rûdan ji Cizîrê ye. Sala 1999’an ji bo xwendekariyê diçe Enqereyê. Bi destpêkirina zanîngehê di jiyana wî de ciyê muzîkê girîngtir dibe. Fêrî lêdana gîtarê bû û li hinek mekanan derket ser dikê. Wê çaxî ji aliyekî ve gelek mûzîkjen û komên mîna Elvis Presley, The Beatles, Led Zeppelin û Pink Floyd a efsanewî keşif kir. Ji aliyekî ve bi muzîka rojavayî ya klasîk ve mijûl bû. Di sala 2002’an de di Koroya J. S. Bach de ku ev koro girêdayiyê Beşa Hûnerên Xweşik a Zanîngeha Enqereyê bû, ji bo demekê stranbêjiya aryayan kir. Loma di muzîka Sîmir Rûdan de formên rojavayî yên mîna rockê û muzîka klasîk a rojavayî xuya dikin.
 
Di sala 2005’an vedigere Cizîrê. Li vir serpêhatiya xwe ya muzîkê bêhtir ji aliyê afirandinê ve didomîne. Sala 2013’an bi navê “Bi Çîrokî” albûma xwe ya yekem derxist. 
Sala 2015’an di albûma “Peşkê” de bi strana “Berfîn” cih girt ku di vê albûmê de ji bo bîranîna helbestvanê Kurd Bro Omerî gelek mûzîkjen li hev civiya bûn. 
 
Rûdan ji sala 2015’an ve li Stenbolê dijî. Ji hêlekê ve li dibistanekê de şêwirmendiya derûniyê dike û ji hêla din ve bi kar û barên muzîkê ve mijûl dibe.