NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera Diyarname.comê nûçeya lîsteya pirtûkên kurdî (kurmancî-kirmanckî) yên ji weşanxaneyê kurd derçûne amade kir. Li gorî lîsteya nûçeyê 252 pirtûkên nû ji aliyê 25 weşanxaneyên kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatine derxistin. Li gor par ji sedî 10 hejmara pirtûkên hatine weşandin zêde bûne.
Malpera Diyarname.com li ser pirtûkên di sala 2019'an de hatine weşandin berhev kir û wek nûçeyek amade kir. Berpirsê malperê Cemîl Oguz di destpêka nûçeya xwe de wiha gotiye: "Vaye salek din jî min karî lîsteya pirtûkên bi kurdî yên ku di sala 2019'an de derketine amade bikim. Helbet min gelek zehmetî kişand ji bo lîsteyê lê axir temam bû."
Nûçeya Diyarname.comê wiha ye:
"JI SALÊN BORÎ HETA NIHA
Di van çend salên dawî de di hejmara pirtûkan de îstatîstikek cuda heye, ku geh kêm, geh zêde dibin. Lê îsal dixuye ku carek din weşanxaneyan xwe daye hev. Helbet em qala weşanxaneyên kurdan ên li bakur û li Tirkiyeyê dikin ku pirtûkên bi tîpên latînî derxistine/derdixin. Helbet kêmasiyên lîsteyê dê hebin ku îhtîmal e sedî 5 be ev kêmasî, lê heta ji me hat me lîste têkûz kir. Me heta karî 'pirtûkên ku di sala 2019'an de hatine çapkirin ku çapa yekem e' bixin lîsteyê. Hin ên berê di weşanxaneyek din de çap bûbin, lê îsal nivîskar derbasî weşanxaneyek din bûye û li wir çap bûne me nexistin lîsteyê. Ligel her tiştî lîsteya me îsal 252 pirtûkên nû yên bi kurdî (kurmancî-kirmanckî) pêşkêş dike. Ev yek nîşan dide ku li gor par li dor ji sedî 10’î zêdebûnek xwe nîşan dide.
WEŞANXANEYA YEKEMÎN
Îsal navê 25 weşanxaneyan di nav lîsteya me de cih girtiye. Du sê weşanxaneyên din jî hebûn ku wan îsal pirtûk çap nekirine. Ji hemû weşanxaneyan îsal herî zêde J&J'yê pirtûk çap kirine. J&J ku li Amedê ye tam 48 heb pirtûk gihandine xwendevanan. Ji van J&J'yê diyar kir ku wan çend heb ne bi navê weşanxaneyê lê wekî jans çap kirine û dane xwediyên pirtûkan lê me ew jî di bin navê J&J'yê de hesab kirin. Em vê jî bêjin, J&J'yê par bi 66 pirtûkan di lîsteyê de cih girtibû.
Dûre Sîtav tê. Sîtav ku navenda wê li Wanê ye bi 43 pirtûkan di rêza duyemîn de tê. Dûre yên din rêz dibin.
PIRTÛKÊN BI KIRMANCKÎ
Weşanên Roşna û Vate du weşanxane ne ku bi kirmanckî (zazakî) weşana xwe didomînin. Roşnayê 10 pirtûk, Vateyê 4 pirtûkên nû pêşkêşî xwendevanên kirmanckî kirine. Ji bilî van di nav weşanxaneyên din de çend ên bi kirmanckî hene.
HELBEST DI RÊZA YEKEMÎN DE NE
Îsal carek din helbest zêde çap bûne. Li gor min karî diyar bikim 67 heb helbest, 45 roman û 36 çîrok hatine çapkirin. Pirtûkên li ser folklorê jî baş hatine çapkirin.
NIVÎSKARÊN ZÊDE PIRTÛK DERXISTINE
Di nav nivîskarên herî zêde pirtûk çap kirine de Newaf Mîro tê. Mîro ku li Ewropayê dijî îsal bi 7 pirtûkên xwe yên çîrokên ji bo zarokan ku ji Weşanên Morî derketine, her wiha bi 3 romanên xwe ku ji Weşanên Lîs derketine cih girtiye. Paşê Hilmi Akyol bi 6 pirtûkan tê. Akyol ku li ser dengbêjan û folklorê pirtûkên xwe yên berhevkariyê çap dike, îsal jî ev xebat dom kiriye. Di rêza sêyemîn de Mehmet Oncu tê. 4 pirtûkên Oncu ji Weşanên Sîtavê, yek jî ji Nûbiharê derketiye.
Di warê wergerê de Dilawer Zeraq bi 3 pirtûkên wergerê di nav lîsteyê de cih girtiye. Zeraq yek jê roman, du jî yê helbestan wergerandine kurdî.
REWŞA FERHENGAN
Di salên 90'î de tenê Ferhenga D.Îzolî li ber destên me de bû, di destpêka salên 2000'î de Ferhenga Zana Farqînî û ferhengoka Pîneyê ev qad fireh kir, lê dûre hema bêje her weşanxaneyê li gor xwe ferhengek derxist. Niha jî ferhengên cur bi cur derdikevin. Îsal 7 pirtûkan di bin beşa "ferheng" de di nav lîsteya me de cihê xwe girtiye.
Lîsteya pirtûkên bi kurdî yên sala 2019'an wiha ne:
AR:
1- Tîna Dilê Min / Xakî Bîngol / Helbest
2- Huzna Şevê / Seyfedînê Welekorî / Helbest
3- Helbestname / Cano Şakir / Helbest
4- Birînên Kewnegirtî / Ehmedê Goyî / Helbest
5- Veng bî lal / Huseyîn Çatal / Klam-Folklor
ARYEN:
1- Kenê Anahîta / Ramazan Çeper / Çîrok
2- Çîçeka Jiyana Min / Hamît Orbay / Helbest
3- Mirov / Cengîz Eker / Ceribandin
AVESTA:
1- Şeveke Îstîsmar / Omer Farûk Baran / Roman
2- Keleh / F. Kafka / Werger Firat Aydin / Roman
3- Serpehatiyen Alicee li welatekî ecêb / L. Corrall /Wergêr Ciwanmerd Kulek / Roman
4- Sevdîn Mîrê Kela Rebetê / Osman Ozçelîk / Roman
5- Mirzayê reben / Suzan Samanci / Roman
6- Evîna te ez parastim / Tosinê Reşîd / Roman
7- Endîşeya Pêxember / Yavuz Ekinci / Wergera ji tirkî Merdan Newayî / Roman
8- Soneyê sewdaser / Kawa Nemir / Helbest
9- Çemê baranê / Berken Bereh / Helbest
10- Vena/- Pinar Yildiz / Helbest
11- Gemiyek li biyabanê / M. Teyib / helbest
12- Qurna min / Sehîde Îbo / Helbest
13- Birqên Direxşan / Rimbaud / Wergêr Engin Opengin / Helbest
14- Têbiniyek / Înan Eroglu / Çîrok
15- Şapat / Enwer Karahan / çîrok
16- Orijînîa / Welat Dilken / Çîrokên mînîmal
17- Çar mîx / Ciwanmerd Kulek / çîrok
18- Zêrka zêra / Amadekar Necat Keskin / Çîrokên gêlerî
19- Komara Kurdistanê ya 1946 an / W. Eagleton Jr. / Werger Faxriye Adsay / Dîrok
20- Emîrxanê lepzêrîn û Kela Dimdimê / E. Teter Nerweyî / Tîpguhêzî adaptakirina kurmanciya bakur Ferdî Sak / Dîrok
21- Folklor û edebiyata gelêrî / Necat Keskin / lekolin
22- Ehmedê Xanê / Jiyan Birûbawerî û berhemên wî / Murad Ciwan
23- Rêya Jiyanê - Binemala Qasimlo / Hesen Şetevî / Dîrok
AZAD:
1- Kurdgalnamek / Axwend Mihemed Salih Zengene Beluç / Amadekirina Kurmanciya wê: Ziya Avci / Cilda 1'em / Dîrok
BELKÎ:
1- We’de-Mitale-Pencere/ Mîkaêlê Reşîd / Helbest
2- Tembûrê Kurda/ Şikoê Hesen/ Helbest
3- Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê/ Rênas Jiyan/ Çîrok
BERBANG:
1- Tebatî / M.Çiya Mazî / Çîrok
2- Bayê Zewêdiyan / M.Çiya Mazî / Helbest
DARA
1- Gurzo / Egît Yazar / Roman
2- Sînem / Gulistan Çoban / Roman
3- Naqosên Romayê / Jan Dost / Wergera ji erebî Besam Mistefa / Roman
4- Madonnaya Bi Mantoyê Kurk / Sabahattin Ali / Werger: Receb dildar / Roman
5- Adat û Rusûmatnameê Ekradiye / Mela Mehmudê Bazîdî / Helbest-Klasîk
6- Tibba Mela Muhemedê Ervasî / Muhemmed Qutib / Helbest-Klasîk
7- Dojeh / Receb Dildar / Çîrok
8- Serê Şevê Çîrokek / Selim Temo / Çîrok
9- Xanî û Cizirî / Du Stûnên Wêjeya Kurdî / Jan Dost / Lêkolîn
10- Vîr û Warê Ma / Seid Veroj / Lêkolîn-Dîrok
11- Portreyên Şophiştî - 1 / Seid Veroj / Portre
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ:
1- Analîza du xebatên destpêkî yên rêzimana kurmancî / Samî Tan / Lêkolîn-Ziman
2- Lêker û Rastnivîsa Wan (Ji aliyê binyatê ve) / Zana Farqînî / Ziman-Lêkolîn
3- Xebatên Rêwşenbîriya Kurdî li Bakur (1900-2000) / Miraz Ronî / Lêkolîn
4- Ferhenga Kurdî (Ji bo Destpêkê) / Ebdurehman Bakir / Ferheng
J&J:
1- DELAL / Ahmet Anaç / Roman
2- Baxçeyê Ronahiyê / Amin Maalouf / Wergêr: Adil Qazî / Roman
3- Destana Çemê Çetelê - II MALA SEYDO / Yakup Meşe / Roman
4- Keleha Babek / Nihat Ekinci / Roman
5- Kî / H. Kovan BAQÎ / Roman
6- Leylan / Devliken Kelogirî / Roman
7- MALA XÊRNEDIYAN / Salih Mevali / Roman
8- MEDESA / Ahmet Anaç / Roman
9- Evîn û Tolhildana ÇOKO / Şoreş Reşi / Roman
10- RAZÊN ŞÎN / Veysi Ülgen / Roman
11- Rodeng / RESUL BALTACI / Roman
12- Ajero / Zozan Gulan / Helbest
13- Banga Bêdengiyê / Mehmet Saît Arzû / Helbest
14- BÊYÎ TE / Sultan Yaray / Helbest
15- Bîra Helbestê - I | ROBOZIK / Mehmet Saît Arzû / Helbest
16- Senfoniya Xewn û Xeyalan / Hayrunnisa Sevik / Helbest
17- Serhatiyek Li Gundê Midihê / Gernas Koçer / Helbest
18- ŞEVÊ / İnci Özek / Helbest
19- TILIYA QEREQÛÇKÊ / Roza Metîna / Helbest
20- Xerîbo / Adnan Hassan Helbest
21- ZÊMAR / Ercan Doğan / Helbest
22- TÎRA EŞQÊ / Necmettin İlhan / Helbest
23- Keserên Dilmayî / Gulseren Dagal / Helbest
24- Gerineka hestan / Merwan Serhildan / Helbest
25- GUH NEDE LOMAN / Mehmet Akdogan / Helbest
26- HÊLÎNA EVÎNÊ / Rewşen Esmer / Helbest
27- Risteyên Gazincbar / Nurcan Delil / Helbest
28- NEYNIKA CIWANAN / Mele Mihemed Neynikî / Helbest-Bawerî
29- Neynika Îmanê / Mele Mihemed Neynikî / Helbest-Bawerî
30- PERÎYA GELÎ / Necmettin İlhan / Çîrok
31- ARÎN (Hin Çîrokên Kurdî Ji Bo Zarokan) / Huti Aslan / Çîrokên Zarokan
32- ANTOLOJIYA ÇÎROKBÊJ Û DESTANBÊJAN - II - / Hilmi Akyol / Zargotin
33- ÇÎROKÊN BIWÊJAN, Cild - III / Mustafa Borak / Lêkolîn - Zargotin
34- Çîrokên Biwêjan, Cild II / Mustafa Borak / Lêkolîn - Zargotin
35- Çîrokên Welêt / Serdar Komurcu / Çîrokên Gelêrî - Zargotin
36- DENGBÊJ Û Çîrokbêjên Amedê - 21 / Hilmi Akyol / Zargotin
37- Dengbêj û Çîrokbêjên Amedê -20 / Hilmi Akyol Zargotin
38- DENGBÊJ Û Çîrokbêjên Mêrdînê - 1 / Hilmi Akyol / Zargotin
39- Dengbêj û Çîrokbêjên Xerzan - 1 / Hilmi Akyol / Zargotin
40- Dengbêj û Çîrokbêjên Xerzan - 2 / Hilmi Akyol / Zargotin
41- DÎROK Û ROMITEYÊ PÎRAJMONÎ - Haci Ozkal / Kirdkî|Zazakî / Dîrok
42- DÎROKA KURDISTANÊ / Etem Xemgîn / Wergêr: Mihemed Ronahî / Dîrok
43- Dîroka Rojnamegerıya Kurdî (1898-1998) / Mîrhem Yîgît / Dîrok
44- FERHENGÊ KIRDÎKÎ [Kirmanckî - Zazakî - Tirkî] / Haci Ozkal / Kirdkî|Zazakî / Ferheng /
45- NAMDARÊ KURDAN / Suleyman Yılmaz / Kirdkî|Zazakî / Lêkolîn | Ferheng /
46- WANEYÊN RÊZIMANÊ YA POLA MAMOSTETÎYÊ, Zaravayê Kurmancî / İbrahim Halil TAŞ / Ziman - Perwerde
47- PÊVAJOYA JIYANA CIVAKA KURDAN Û DÎROK / Methi AYDIN / Lêkolîn
48- DILEK Û DAYÎKEK / Mukaddes Erdogdu çelik / Wergêr: Serwet Denîz / Jiyanname
LÎS:
1- Qiseyên Xerîbiyê / Şener Ozmen / Roman
2- Ev rê naçe bihuştê / Yildiz Çakar /Roman
3- Lehengê dîl / Newaf MÎRO / Roman
4- Lehengê tazî / Newaf MÎRO / Roman
5- Dilname / Newaf MÎRO / Roman
6- Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde / Fesih Taşli / Wergera ji tirkî Dilawer Zeraq / Roman
7- Pirtûka Tenêtîyê / Bawer Rûken / Roman
8- Ya ba ye ya baran e / Eyşana Beravê / Helbest
9- Îlka / Mustafa Kayli /Helbest
10- Omîdên Windayî / Bonîye-Suad Cegerxwîn / Helbest
11- Xoşwan / Cegerxwîn / Helbest
12- Bajarê Xewle / Silêman Zeybek / Helbest
13- Wesyetên Qefilî / Sebrî Vûral / Helbest
14- Rêwîtîya Berpêyî Bêdawîtîyê / Ciwan Serwer / Wergera ji tirkî Dilawer Zeraq / Helbest
15- Hemû Çarînên Omer Xeyam /Omer Xeyam / Amadekar: Deham Ebdulfettah / Helbest
16- Şewçira / Refîq Sabir / Amadekar: Xelîl Duhokî / Helbest
17- Hesabgêr / Fehadê Mihemed / Çîrok
18- Kaptanê Mirinê / Mîran Janbar / Çîrok
19- Rêzimana Muzîkê / Fatih Marufoglu / Huner-Teorî
20- Dîrok û Şaristanîya Ûrartûyîyan / Îhsan Colemêrgî / Dîrok
21- Jiyaneke li pey zanyariyên kurdî / Hevpeyvînên ligel Prof.Dr.Celîlê Celîl / Amadekar: Nihat Gultekîn / Hevpeyvîn
LORYA:
1- Lêkolînek li ser Dîwana Seyîd Elî / Amadekar Muhammed Îkbal Denîz / Lêkolîn
2- Di helbestên Kanî de Muzîk / Barzan Taher Ahmed / Lêkolîn
3- Dehdehê Evînê / Mela Ebdulletîfê Berwarî / AMadekar Yakup Aykaç, Hanifi Taşkin
4- Bi çil dersan kurdî (kurmancî) / Zafer Acar / Ziman
5- Serê Bajarekî Çîrokek / Rojbîn Ozkan / Çîrokên zarokan
NA:
1- Antolojiya helbestvanên nûjen / Occo Mahabad / Antolojî-Helbest
2- Neyê / Mouhemed Ehmed / Helbest
3- Dîroka Wêjeya Kurdî / Feramez Çevirel / Dîroka wêjeyê
NAME
1- Payîza emrê min Bihara dilê min / Payîz Tursun / Helbest
2- Qesas / Mehmet Veli Karadeniz / Çîrok
3- Îsra û Mî’rac / Fexriye Ozgun / Ol
NÛBIHAR:
1- Varqilîn Edebiyat / Mezher Bozan / Roman
2- Dozger / Felat Dilgeş /Çîrok
3- Kenê miriyan gunehê guran / Mem Med / Çîrok
4- Çîn û Maçîn / Paşa Amedî / Çîrok
5- Çîrokên Serkeftinê-4 Rêwiyê Rojê / Îzzettîn Seven Marûnisî / Çîrok
6- Daweta Noko û Nîskê / Çetoyê Zêdo / Çîrokên Zarokan
7- Du Legleg Zozan û Gernas / Çetoyê Zêdo / Çîrokên Zarokan
8- 101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok/Mehmet Oncu/Edebiyat-Folklor
9- Beyt û Destanên Kurdî/Berhevkar: Yaşar Kaplan/Edebiyat-Folklor
10- Bi Mesel û Mîsalan Destana Memê Alan / Umer Faruq Ersoz / Lêtolîn-Folklor
11- Destana Kela Dimdim û Xanê Lepzêrîn -Vekolîneke Edebî û Dîrokî / Yaşar Kaplan / Lêkolîn-Folklor
12- Mîrektiya Erdelanê û Lêkolînek Li Ser Nerîta Dîroknûsiya Erdelan, Kurdolojî / Lêkolîn û Wergera ji Farisî: Cafer Açar / Dîrok
13- Melayê Cizîrî: Jiyan û Tesîra Edebî û Şerha Xezelên Bijartî / Ayhan Tek / Lêkolîn
14- Rêzimana Kurdî û Japonî Ziman / Vakkas Çolak - Abdurrahman Gulbeyaz - Takenori Murakami / Ziman
15- Şîfaul Ekbad / Mela Abdurrahman Şawurî / Dînî
16- Teşeyên Nezmê Di edebiyata kurdî ya klasîk de Lêkolînên Edebî / Abdurrahman Adak / Lêkolîn
MORÎ
1- Çivîka Zêrîn / Bruder GRİMM / Werger Newaf Mîro / Çîrok
2- Xeyaletê Cantervilleyê /Oscar WİLDE / Rewşen Rojistanî / Çîrok
3- Hitokê û Papûşko Dîno / Newaf Mîro /Çîrok
4- Hitokê û Papûşko Dîlan / Newaf Mîro /Çîrok
5- Hitokê û Papûşko Nexweşî / Newaf Mîro /Çîrok
6- Hitokê û Papûşko Gula Berbiroj/ Newaf Mîro /Çîrok
7- Hitokê û Papûşko Baxçeyê Zarokan / Newaf Mîro /Çîrok
8- Xwezî bi wan rojan / Îsmal Dîndar / Romana Nûciwanan
9- Kêzxatûn / Berhevkar Rindê Polat / Çîroka Gelêrî
PEYWEND:
1- Firîna bi Baskên Şikestî / Helîm Yûsiv / Roman
2- Qal / Hesen Ildiz / Roman
3- Şev nîn e hûn neyêne xewna min / Ebdula Peşêw / Helbest
4- Qerebegan / Pervin Septioglu / Dîrok, Folklor
5- Roman û Gotar / Umran Aran / Lêkolîn
6- Keşkûl / Ramazan Alan / Lêkolîn
7- Îmaja Ermenî di Romanên Kurdî yên Sovyetê de / Guneş Kan / Lêkolîn
8- Çanda Kurdên Sovyêtê / Eskerê Boyîk / Lêkolîn
ROŞNA:
1- Xewn / Nadîre Guntaş Aldatmaz/ Roman
2- Kevoke / Roşan Lezgîn / Hîkayeyî
3- Hîrê Nameyî / Huseyîn Karakaş / Hîkayeyî
4- Derdê Macirî / Macir Cîron / Şiîrî
5- Li Min Binêre / Havîn Acar Şiîrî
6- Tenyayîya Xwu de / Îrfan Sîmserkîsij / Şiîrî
7- Ez Kirdon rê Vona / Xal Sebrî / Şiîrî
8- Baba Vano / Wesîla Doguç & Uzlem Doguç / Folklor
9- Vartî Kerda Pero Tehm Tera Şiyo / Ayşe Kaya / Folklor,
10- Deyîran û Manîyanê Gêlî ra / Şahab Laçîn / Folklor
RÛPEL
1- Hotay Serra Usîvê Qurzkizî / Munzur Çem / Roman
2- Ferhanga Kurdî (Kurmancî) - Tırkî ya Nû / M. Malmîsanij
3- Gotarên Redaksîyona Kurdî 1 - Le Monde Diplomatique
4- Gotarên Redaksîyona Kurdî 2 - Le Monde Diplomatique
5- Arşîva Bîra Kurdan - Le Monde Diplomatique
6- Mala Xedê / Mahmûd Lewendî
7- Kulê 38'î / Munzur Çem / Dîrok
8- "Edebîyatê Fekkî yê Kirmanckî (Zazakî) yê Mintiqaya Sêwregî / Gafur Seçilmek / Lêkolîn
9- Nameyên Nûredîn Zaza / Amadekar Mahmud Lewendi - Nedim Baran / Dîrok
SEMSÛR
1- Merivekî Berfiratî / Mehmet Akar / Roman
SÎTAV:
1- Xelefê Şêrwanî / Wasfî Ak Roman
2- Cihû / Menaf Osman / Roman
3- Berîya Mêrdînê / Konê Reş / Roman
4- Çîrokên Quncikê Dojehê / Mihemedê Ehmoyê Kejo /Roman
5- Dilka Dayîkê / Silêman Feqiyanî / Roman
6- Mîrza Mihemed / Silêmn Feqîyanî / Roman
7- Serpêhatiya Çepik Ehmed û Xezala Dotmamam Wi / Feyzî Demîrag / Roman
8- Gula Dilistana Min / Ahmed Huseyîn / Helbest
9- Ax Şilêrok / Perwîz Cîhanî / Helbest
10- Gulşîlan / M. Alî Çavli / Helbest
11- Kanîya Pêncçavî / Komîsyon / Helbest
12- Xizêmok / Nûdem Hezex / Helbest
13- Lebşêrîna Ezda / Medenî Ferho / Helbest
14- Bênder / Dîba Keskîn / Helbest
15- Keştiya Şemalê / Laleş Werzînî / Helbest
16- Afrodît / Hesen Zivistan / Helbest
17- Siwarê Evînê / Brader Mûsikî / Helbest
18- Alole / Perwîz Cîhanî / Kurteçîrok
19- Guldesteyek Ji Çîrokên Sadik Hîdayet / Sadik Hîdayet/ Werger: Cafer Açar / Çîrok
20- Destana Rustemê Zal / Nezîr Ocek / Folklor
21- Destan û Stranên Kurdî / Wasfî Ak / Folklor
22- Pêkenokên Gelêrî / Mehmet Oncu / Folklor
23- Fablên Kurdî / Mehmet Oncu / Folklor
24- Serhatî û Serborîyên Kurdan / Mehmet Oncu / Folklor
25- Biratiya Quling û Rovî / Perwîz Cîhanî / Folklor
26- Sûlava Xewnan / Îbrahîm Osman / Folklor
27- Bilbilhezare / Nesrin Remel / Folklor
28- Sîndîrellaya Kurdan Fatfatîlok / Bedredînê Wanî-Necmedîn Kewe / Folklor
29- Kurteçîrokên Kurdî / Mele Usivê Celalî / Folklor
30- Alîkarîya Destpêkê / Dr. Erdal Sîpan / Lêkolîn - Tendurustî
31- Di Edebîyata Zarokan de Çîrok - R. Rojdar Yildiz / Lêkolîn
32- Çil Romanên Kurdî / Lokman Polat / Lêkolîn
33- Şeva Yelda / Qendîl Şeyxbizînî / Lêkolîn
34- Rastnivîsa Kurdî / Halil Aktuğ / Lêkolîn - Ziman
35- Dr. Nûreddîn Zaza / Konê Reş / Lêkolîn
36- Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê / Yusuf Kaynak / Lêkolîn
37- Yadîgarên Komara Kurdistan 1 / Kakşar Oremar / Dîrok -Lêkolîn
38- Komara Kurdistanê û Mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed / Seîd Veroj / Lêkolîn
39- Kurdîzade Ahmed Ramîz / Seîd Veroj / Lêkolîn
40- Di Dîroka Kurdistanê de ÇEL / Dennis Dargul / Dîrok
41- Kenistan / Memê Miksî / Pêkenok - Mîzah
42- Ferhenga / Mela Seîdê Nivilî / Ferheng
43- Ferhenga Herêma Semsûrê / Mehmet Oncu / Ferheng
SOR:
1- Hemû Helbest / Arjen Arî / Helbest
2- Radîşo / Miradê Miradan / Helbest
3- Strana Sibehê / Sennur Sezer / Werger: Dilawer Zeraq / Helbest
ŞEMAL
1- Helbestên ji dil / Şahinê Bekirê Soreklî / Helbest
2- Derwêşê Evdî / Amadekar Şahînê Bekirê Soreklî / Destan
VATE:
1- Gula Çemê Pêrre / Munzur Çem / Roman
2- Hewnê Newroze / Munzur Çem / Hîkaye
3- Nuşteyî / Munzur Çem / Nuşteyî
4- Turkçe-Kirmancca (Zazaca) Sozluk / Ferhengê Tirkî-Kirmanckî (Zazakî) / Koma Vate / Ferheng
WARDOZ:
1- Şampaz / Sadik Ûskan / Roman
2- Şêxê Sen’anîyan / Feqîyê Teyran / Amadekar Celîlê Celîl / Helbest
3- Ku Helbestvan Bixwaze / Selam Çinar / Helbest
4- Qîza Bavê Xwe / Bahoz Baran / Çîrok
5- Destana Gilgamêşî / Amadekar Deham Evdilfetah / Destan
6- Gulançkzêrîn / Berhevkar Ordîxanê Celîl & Celîlê Celîl / Folklor
7- Ji Bînbira Kurdan Baweriyên Gelêrî / Berhevkar Nîhat Oner / Folklor
8- Baqek ji Folklora Beriya Mêrdînê / Berhevkar Mistefa Aslan / Folklor
9- Çîrokehelbestên Gelêrî / Amadekar Perwîz Cîhanî / Xebroşk-Folklor
10- Otobîyografîya Ebdurezaq Bedirxanî / Werger û Amadekar Celîlê Celîl / Otobîyografî-Dîrok
WEQFA MEZOPOTAMYA:
1- Rêbera Rastnivîsînê / Amadekar: Komxebata Kurmancî / Ziman
2- Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî / Amadekar: Mîkaîl Bilbil, Mistefa Oztirk / Ziman
3- Ferhenga Têgihên Hiqûqê / Amadekar: Komxebata Hiqûqê / Ziman
4- Kûçikê Daleqandî / Berhevkar / Diyarî Asûr / Çîrokên Gelêrî
5- Meryemnîgarê / Berhevkar Evîndar Şevîn / Çîrokên Gelêrî
Çend Têbinî:
* Me pirtûkên ku li Bakur û li Tirkiyeyê tenê bi tîpên latînî çapbûne girtine nav vê lîsteyê.
* Pirtûkên ku çapa wan a duyemîn hatibe weşandin me nexistin nav vê lîsteyê.
* Hin weşanxaneyan bersiv neşandin. Lê me li gor notên ber destên xwe pirtûkên wan jî xistin lîsteyê. Lewma dibe ku me hin ji bîr kiribin; ger ji ber van yekan di lîsteyê de kêmasî hebin û weşanxane me agahdar bikin, emê navên pirtûkên wan li lîsteyê zêde bikin.
* Me navên weşanxaneyan li gor rêza alfabeyê rêzkirine"