Rênas Jiyan: Gava em bi zimanê xwe bawer bin wê li pêş bikeve

img

AMED – Nivîskar Rênas Jiyan, derbarê Tora Ziman û Çandan de destnîşan kir ku gava civak bi zimanê xwe bawer be, wê ziman pêş bikeve û got: “Ew bawerî di me de tunebe, em bi gotinên xwe, bi peyvên zimanê xwe, xwedî li çanda xwe, xwedî li folklora xwe, bi stranên xwe nebawer bin ji xwe wê pêş nekeve.”

Nivîskar Rênas Jiyan, Tora Ziman û Çandan nirxand. Jiyan, diyar kir ku Tora Ziman û Çandan ji ber hewcedariya bi ziman û qelsbûna civakê ya ji bo bikaranîna ziman pêk hatiye û bal kişand ser pêbawerîbûna bi ziman û xwexalîkirina ji hişmendiya serdestan a ji bo zimanê kurdî.
 
Jiyan, bi van gotinan dest bi bersivandina pirsa me ya derbarê Tora Ziman û Çandan de kir:
 
“Helbet zimanek bi civînan pêş nakeve. Mirov dikare hinek tiştan destnîşan bike û li ser wan nîqaşê bike. Li gorî min a herî girîng ew e ku civak bi zimanê xwe, wêjekarê xwe, dîroka xwe bawer be. Bi vî awayî pêş dikeve. Ne pirsên desthilatdaran, divê em bikarin pirsên xwe peyda bikin û bibersivînin. Li gorî min kurd bi wêjeya xwe zêde nebawerin. Her wiha yên bi wêjeya xwe nebawer bin dê bi zimanê xwe jî nebawer bin. Esas ev ne pirseke kurdan e, pirsek serdestan e ku di kurdan de bi cih bûye. Ez vê mînakê bidim. Nivîskarêkî Rûs Borîs Pasternak heye. Romana wî ya bi navê Doktor Jivago heye. Ez dibêm vî nivîskarî di dema xwe de nobel jî standiye. Lê gava ku wekî wêjevanekî û nivîskarêkî dema ez li vê romanê dinerim, ez zêde nirxekî pir estetîk, hunereke pir mezin û têkiliyeke baş di vê romanê de nabînim. Ji wê bêtir romana Helîm Yusiv 'Dema Masî Tî Dibin' baştir dibînim. Di vê derê de niyeta min ew e ku bêyî ku tiştê li ser me hatin ferzkirin, em karin li gorî îradeya xwe, qeneeta xwe û ecibandinên xwe pêşkeş bikin.”
 
‘EM BI ZIMAN BAWER BIN EM Ê KARIBIN BIPARÊZIN JÎ’
 
Jiyan, dest nîşan kir ku gava bi zimanê kurdî bibawer bin wê pêş bikeve û got: “Em ê bikaribin xebatên mezintir pê bînin. Lê gava bi awayekî din be, ew bawerî di me de tunebe, em bi gotinên xwe, bi peyvên zimanê xwe, xwedî li çanda xwe, xwedî li folklora xwe, bi stranên xwe nebawer bin ji xwe wê pêş nekeve. Di serî de em wenda dikin. Gava ku em bibawer bin em ê bikarin biparêzin. Ne bawer be ji xwe naparêze jî. Divê ew hezkirin di dilê me de hebe.” 
Her wiha Jiyan, da zanîn ku bi alavên çapemeniya serdestan û medyaya bindestan ve nirxên kurdan li ber çavên wan hatiye reşkirin û got:“Yanî meseleya me ewe ku ev xebat û hemû xebatên din dibe pirtûkek be xebateke din a hunerî be, fîlmekî sînemayê be bi her awayî em karibin wê baweriyê derxînin holê. Gava ew bawerî pêk hat dê pêş bikeve ew ziman dê çêbibe. Wê di civakê de cih bigire.”
 
‘DIVÊ HEMÛ SAZÎ PIŞTGIRIYA ZIMAN BIKIN’
 
Jiyan, anî ziman ku divê têkiliya mirov û ziman ne di asta diyardeya matematîkî de be û got:“Gava em nêzîkî kurdî bûn, divê em kurdî wekî matematîkekê nebînin. Dibe ku xebatên zanîstî bin, lê a jê girîngtir ziman ne diyardeyeke matematîkî ye, diyardeyeke psîkolojîk e. Gava ku em psîkolojiya xwe sererast bikin û tiştekî wekî psîkolojiyê nêzîkî zimanê xwe bibin wê çaxê dê zimanê me pêştir bikeve. Bi vê ve têkildar divê hemû saziyên wî zimanî, yên siyasetê, yên çandî, yên aborî bi giştî divê ev bikarin piştgiriyê ji wî zimanî re bikin. Ziman ji xwe ne zimanê şexsekî tenê ye, ne yê kategoriyekê ye, yê saziyekê ye, ziman zimanê hemû milet e. Saziyên aborî yên siyasî, yên hunerî, yên şexsî nivîskar, hunermend gava em bikarin lê xwedî derkevin wê çaxê dikare pêş bikeve. Lê me hewaleyî yekê kir an jî me hewaleyî saziyekî kir wê çaxê ziman pêş nakeve, yanî ziman wê di cihekî de bisekine. Ji ber ziman serî heta dawiyê hemû mirovan têkildar dike û her kes pê ramanê xwe dibêje ji ber ku divê bi giştî xwedî lê derkevin.”
 
‘DIVÊ PSIKOLOJIYA BINDESTIYÊ WERE ÇARESER KIRIN’
 
Jiyan, bal kişand ser bişaftin û xwebixwe bişaftinê û destnîşan kir ku divê pderûniya bindestiyê bê helkirin. Jiyan, anî ziman ku divê ew xwe wekî mirovan normal bibînin û girêdayî vê jî zimanê xwe wekî zimanekî normal bibînin.
 
Jiyan got: “Ji gavekê wêdetir êdî hatiye ketî destê me. Temam nirxên me li ber çavên me hatın reşkirin, lê em jî qasî serdestan dîroka xwe, zimanê xwe, şîfreyên çanda xwe li ber çavê xwe reş dikin. Ji ber wê jî xala girîng di vir de dîsa psîkoloji ye. Divê ew psîkolojî were çareser kirin. Psîkolojiya bindestiyê were çareser kirin. Êdî em xwe mirovên normal bibînin. Em zimanê xwe zimanekî normal bibînin. Êdî hatiye cihekî wisa ku em ji serdestan bêtir zorê li zimanê xwe dikin. Di vê derê dixwazim mînaka Althusser bidim. Althusser alavên bîrdoziyê û tundiyê mînak dide. Berê dewlet an jî sistemên heyî bi saziyên xwe yên tundiyê weki artêşê, weki dadmendiyê hwd. serdestên xwe û çanda wî d çewisinîn dû re êdî tê li astekê di sekine ku ew vedikişin. Ji xwe êdî kesên ku trajediya çand û ziman pêk tînin êdî ji ber ku wan di hundirê wê civakê de hilberandiye ava kiriye, êdî tiştekî ku bikin namîne. Ew vedikişin ji xwe re meseleyê guhdar dikin. Vêca xwe bi xwe ew mekanizma, ew pergal xwe bi xwe xwe tune dike. Divê derê de divê em bikaribin rê li ber zirara ku em didin xwe karibin li ber wê bisekinin. Gava hate wê astê sekinî ku em fonksiyona serdestiyê xerabiya serdestiyê bicih neynin. Ji xwe wê çaxê dê pêşketin derkeve holê.”
 
Her wiha Jiyan, diyar kir ku hin qenaetên çewt di civakê de hene û bal kişand ser manîpulasiyonên ku serdest ji bo kurdî dikin. 
 
Jiyan, ji bo vê jî got: “Pirseke din a serdestan a dilnexwazan, dijminê çanda me ji me re çê kiriye çi ye? Yek jê ew e ku radibin rûdinên dibêjin bi vî zimanî tiştek nabe. An jî dibêjin ev ziman nestandart e. Ev jî ne pirsa me ye, esas zimanê me standart e. Heke tu dê wê standardizasyonê kîjan zimanî, pergalî an xebatê tu lê bigerî ji xwe tu nikarî wê peyda bikî. Tu di zimanî de jî ew standardîzasyon tuneye. Lê ev nayê wê wateyê ku standart e. Ji xwe standartek di vî zimanî de heye. Ji ber ku hemû ziman fenomenên jîndar in, ji xwe heta dawiyê jî wê ev pirsgirêk hebin. Çawa mirov nikar e ji şexsiyeta pirsgirêka xalî bibe, lê ev nayê wê wateyê ku ziman ne standart e. Ez bi xwe kurdî bi zimanekî standart dibînim û di her warî de bikartînim. Hestên xwe û ramanên xwe jî pê vedibêjim û digihijim xwendevanên xwe jî tê fêmkirin jî.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç