'Zimanê tirkî nexin mala xwe’

img

AMED - Endamê reveberiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Parêzer Riza Polat, bal kişand ser xebatên Tora Ziman û Çandan û di vê çarçoveyê de bang li malbatan kir ku zimanê xwe biparêzin û zimanê tirkî nexin mala xwe.

Tora Ziman û Çandan, wê di 11-12’ê Çileyê de komxebatekê li dar bixe. Endamê reveberiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê Parêzer Riza Polat civîna yekemîn a Tora Ziman û Çandan nirxand. Polat, diyar kir ku ji roja komar ava bûye heta niha Tirkiyê bi polîtîkayeke yekperest tev geriyaye û got: “Me kurda heta demekê çand û zimanê xwe parast. Hêj teknolojî neketibû malên me, qet nebe bi wan polîtîkayên qirêj re rû bi rû nemabûn. Lê em dikarin bêjin deh sal an jî pazdeh salên dawîn bi jiyana modern û bi zêdebûna materyalên destê wan êdî wekî gel an jî şexs nikarin li hemberî vê tiştê berxwedaneke xurt bidin. Ji ber wê yekê ev daxwaz û pêwistî bi torê çê bû. Bi rêxistineke xurt an jî bi karekî hevpar em dikarin li hember vê polîtîkaya qirêj û yekperest bisekinin.”  
 
‘LI HEMBER BIŞAFTINÊ EM DIKARIN ÇI BIKIN?’
 
Polat, anî ziman ku di komxebata Tora Ziman û Çandan de çi nivîskar, çi rewşenbîr, çi rojnamevan û çi jî hiqûqnas fikrên cuda hatin ba hev û got: “Li hemberî pişaftinê em dikarin çi bikin? Em ê rê û rêbazeke çawa deynin ber xwe? Em ê karekî hevpar çawa deynin ber xwe? Li ser vê nexweşiyê em dikarin ji îro pê de xebateke çawa bimeşînin? Li ser van niqaş çê bûn. Ziman, mafê her kesî ye, em nikarin bêjin kesê di mijara ziman de xwe ji hev dûr bixin.  Her kesê ku ev tişt ji xwe re kiriye derd bawerî û fikr çi dibe bila bibe hewcehiya me heye ku em bên ba hev û li hember vê polîtîkaya pişaftinê ya ku sed sal e li ser me pêk tê, em bertekek nîşan bidin. Em sekneke xurt nîşan bidin û li ber xwe bidin.”
 
‘ME KOMÎSYONA ZIMANÊ KURDÎ AVA KIR’
 
Polat, da zanîn ku li ser navê komeleya xwe û hiqûqnasan dikare bêje heta vê gavê li ser ziman xebateke xurt nehatiye kirin û got: “Ev kêmasiya me hemiya ye. Me hişmendiyek di vî warî de di gel de ava nekir. Lê piştî civîna Tora Ziman û Çandan me di bin banê komeleyê de Komîsyona Zimanê Kurdî ava kiriye. Bi vê komîsyonê armanca me ew e ku ji îro pê de çi ket ser milê me, em ê bi cih bînin. Armanca me ya yekemîn ew e ku çi mewzûata navxweyî  ya Tirkiyeyê, çi ya navnetewî derbarê ziman de çi mafên me hene, di makezagona Tirkiyeyê, peymanên navnetewî de çi mafên me hene têkildarî van de em raporekê amade bikin. Piştî wê jî di 11-12’ê mehê de ji komxebatê çi biryar derkeve em ê bi hev re bixebitin. Çi serlêdan bibin an jî di warê hiqûqî de çi lazim bin... Derbarê vê de tişta ji me bê em ê bikin.”
 
‘EM DIKARIN ZAGONÊN CEZAYÎ WERGERÎNIN KURDÎ'
 
Her wiha Polat, ji bo "Ferhenga Têgihên Hiqûqê" ya Baroya Amedê jî got: “Ev destpêkek e. Ev pewistî di her warî de xwe nîşan dida. Dibe ku kêm be lê ji bo hiqûqnasên kurd destpêk e. Ji îro pêda jî ne bi ferhenga êdî em bikaribin zagonên cezayî, pirtûkên cezayî an jî hiqûqê em wergêrînin kurdî û wek arşîvek an jî materyalekî xurt êdî hewce ye ku di destê me de hebe. Ne ku em hiqûqnas tenê hewceye hemû odeyên pişeyî ji îro pê da ji aliyê teorî û akademîk de  derbarê karê xwe de bixebitin. Peşketinek ji bo me teva lazim e, nexwe dê ziman ji destê me teva biçe û em ê têk biçin.”
 
‘HEKE JI DIL BIN WÊ GUHERTINÊN ZAGONÎ PÊK BÎNIN’
 
Polat, bal kişand ser gotina Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ku ji bo kurdî gotibû “kurdî zimanekî bi hezar salan e hûn çawa dibêjin ‘zimanekî nayê zanîn’ û got: “Xwezî ji dil ev tişte bigota. Zimanê kurdî ne hezar salî ye. Bi hezaran sal e zimanê kurdî li vê axê tê axaftin û ji vê axê derketiye. Ji xwe ji ber polîtîkayên wan yên qirêj em ketin vî halî. Heta îro ne ku di dadgeha de di Meclîsê de jî zimanê me wekî zimanekî ku nayê zanîn, an zimanê jî X tînin ziman lê îro xweziya ji dil ev tişt bigota, me jî baweriya xwe pê bianiya. Em di dadgehan, darizandinan de her tim dibînin. Ev mafê zagonî ye. Lê bi rêk û pêk nayê bi cih. Ji aliyê wergerê, di girtîgehan de pirsgirêk hene. Dema girtî pirtûkên kurdî dixwazin astengî derdixin. Ji bo vê hewceye aliyê makezagon û zagonê de guherîneke xurt çê bibe. Lê mixabin bi polîtîkayên rojane ku rojevê biguherînin ev tişt hatiye gotin ez ji dil nabînim. Heke ji dil bin wê guhertinên zagonî pêk bînin.”
 
‘HEWCEYE SIYASETMEDAR ZIMAN BIXIN ROJEVA XWE’
 
Polat, destnîşan kir ku Tora Ziman û Çandan ji bo civakê sîwaneke û herî dawî ev tişt gotin: “Ev xebateke sivîl e. Her kurdê ku ziman ji bo wî derd e û xistine rojeva xwe hewceye piştgiriyê bidin vê torê û di nav de cih bigirin. Mafê me tune ku em ji aliyê ziman de xwe ji hev dûr bixin. Ziman her tiştî di nava xwe de dihewîne. Siyasetê, olê, bîrdoziyê, evînê her tiştî di nava xwe de dihewîne. Êdî em dikarin bêjin zimanê kurdî di jiyana rojane de nayê axaftin. Ji ber ku ziman nebûyê zimanê bazar û teknolojiyê. Lê heke em xwe xurt bikin sekneke xurt nîşan bidin, ez bawer im wê ziman neyê jibîrkirin. Êdî hewce nayê dîtin ku biaxivin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ev kemasiya her kesî ye. Ji vir bangî siyasetmedaran dikim. Hewceye vê tiştê bixin rojeva xwe û di her warî de hişmendiyekê di civakê de ava bikin. Hewceye vê bînin cîh. Em bi vî zimanî hene. Cudabûna me û qewmên din ev ziman e. Tiştê em pê heyî ev ziman e. Zimanê me xwediyê dîrok, çand û wêjeyekî xurt e. Ji ber vê yekê banga min li tevahî civakê, li malbata heye ku xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê tirkî nexin hundirê mala xwe. Heta niha me xwe wisa parast. Heke ziman ji destê me biçe tu tişt di destê me de namîne. Ev berxwedana me jî bê wate dibe.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç