STENBOL - Xwediyê Weşanên Avestayê Abdûllah Keskîn, diyar kir ku nasnameya tirk li ser tunebûna çand û nasnameya kurdî hatiye înşakirin û ev pirs kir: "Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, dibêje zext li raboriyê mane. Heke ev li raboriyê mabin, em ê zextên tên kirin çawa binirxînin?"
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di 4'ê Çileyê de tevlî bernameyeke zindî ya televîzyonekî bûbû û têkildarî astengkirina parastina kurdî daxuyaniyeke balkêş dabû. Gul, di axaftina xwe de bi kurtasî ev tişt gotibûn: "Dayikeke amedî diçe dadgehê bi kurdî diaxive. Kurdî diaxive lê 'zimanek nayê zanîn e'. Tu çawa ji zimanekî ku hezar sal e tê axaftin dibêjî nayê zanîn?" Xwediyê Weşanên Avestayê Abdûllah Keskîn ku pirtûkên girîng ên kurdî çap dike, têkildarî daxuyaniya Wezîr Gul û zextên li ser zimanê kurdî û weşanxaneyan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Keskîn, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zext û qedexeyên ku di 3 salên dawîn de li herêmê pêk hatin û ev pirs kir, 'Gelo Wezîrê Dadê di vê mijarê de çê kir? û wiha axivî: "Îro li Tirkiyeyê tu biçî cem kî û jê re qala qedexeya kurdî bikî dê tiştên erênî bibêje. Lê 5 meh berê li Sakaryayê ji ber ku bi kurdî axivî, rastî êrîşê hat. Demeke dirêj di komayê de ma û jiyana xwe ji dest da. Dîsa beriya 3 meha welatiyekê temen mezin ji ber ku li nexweşxaneyê bi hevjîna xwe re bi kurdî axivî, li Çanakkaleyê rastî êrîşê hat û şûşê di serî wî de hat şikandin. Gelo Wezîrê Dadê qet van dozan ji xwe re xem û şopandiye? Li Tirkiyeyê kîşajn welatî ji bûyerê aciz bû û serlêdana sûc kir. Anîna ziman a van tiştan baş e lê ne bes e. Divê ev bikevine pratîkê."
'REWŞEKE NE LI HEV E'
Keskîn, bi bîr xist ku di sala 1992'an de qedexeya li ser zimanê rabûye û serbestiya ji bo weşanxaneyên kurdî jî di sala 2002'an de pêk hatiye û ev tişt got: "Weşanên kurdî di sala 2002'an de di TRT'ê de bi nîv saetî dest pe kir û paşê qenalên kurdî hatin vekirin. Lê piştî 2015-2016'an di paş de gav hatin avêtin. Naveroka beşên kurdolojiyê hatin valakirin û qelskirin. Waneyên bijartî hatin danîn lê ji bo mirov van waneyan nehilbijêrin hewldanên taybet hatin dayîn. Ev her du rewş li hev nayin. Ziman û wêjeya kurdî salên dûr û dirêj bi zext û tundiyan re rû bi rû mane û biçûk hatiye dîtin. Ev zext û tundî rast e rast ji aliyê dewletê ve pêk hatine. Heke ev li raboriyê mabin, em ê van zextan ku niha tên jiyîn çawa binirxînin?"
'DIVÊ KURDî WEKE ZIMANÊN DIN BÊ PIŞTGIRÎKIRIN'
Di berdewamê de Keskîn, destnîşan kir ku nifûsa kurdan ji ya gelek dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) zêdetir e û axaftina xwe wiha domand: "lê kurd ji mafên xwe bingehîn ji yekî sûd nagirin. Divê ku êdî mafê perwerdeya bi kurdî neyê nîqaşkirin. Hûn ê ji aliyekî ve bibêjin poişaftin tuneye, lê hûn ji aliyekî ve jî zimanê ku bi milyonanan kes pê diaxivîn û hatiye qedexekirin, destûr nedan ku pê perwerde bê dîtin. Ev naye qebûlkirin. çawa ku bi zimanê tirkî û zimanên perwerde tê kirin, divê ji aliyê dewletê ve ev derfet ji bo kurdî bê dabînkirin. Aqlê dewletê yê ku perwerdeya kurdî qebûl neke bi pişaftinê re wekehev. Pênasekirineke din a vê rewşê tuneye."
'REWŞEKE ŞERMê yE'^
Keskîn, bi lêv kir ku nasnameya tirk li ser tunebûna çand û nasnameya kurdî hatiye înşakirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Wezîrê ku em qala wî dikin û mirovên ku ji ferasetê tên, soz dabûn ku dê dawî li vê siyaseta yek reng bînin. Hin gavên erênî avêtin, lê paşê ji ber pêlên siyasî dev ji vê berdan. Weke kurdekî çima mafê min ê zimanê zikmakî girêdayî pêlên siyasî be. Mirovên ku beriya 20 salan çûn Almanya û Swîsreyê niha bi hêsanî bi zimanê xwe diaxivin. Li wir herî kêm mafê hînkirina zimanê wan heye. Li van deran bi sedan mamosteyên kurdî hene. Li welatekî mîna Swîsreyê hejmara mamosteyên kurdî 20-30 qat zêdetirî Tirkiyeyê ye.Ev rewşeke şermê ye."
MA / Ferhat Çelîk