AMED – Nivîskar û rojnamevan Roza Metîna, li ser girîngî û wateya zeman got: "Ji bo ku tenûra me bi agirê kesên din vênekeve divê em li çand, ziman, huner û wêjeya xwe xwedî derkevin.”
Nivîskar û rojnamevan Roza Metîna, xebatên Tora Ziman û Çandan nirxand. Metîna, diyar kir ku li Bakur bi taybetî li ser ziman zext û zordestî pir in û got: “Zimanê kurdî hêj "zimanê nayê zanîn" tê ditîn û bi X’ê penase dikin. Li dijî van zextan pêdivî bi rêxistinekê û xwerêxistinekê hebû. Di her qadê de ew rêxistin pêwist e. Di vê qada ziman de rêxistin, kirineke hîn xurt çê bibe. Xebatên ku ziman pêş bixe û ji nifşên din re jî bê ragihandin û ber bi tunebûnê ve neçe pêdivî bi xebatên hevpar ên bi bi vî rengî hebûn. Ev jî bû çavkaniyeke xurt”.
‘YÊ HEBÛNA ME DIYAR DIKE ZIMAN E’
Metîna, da zanîn ku gelek fikrên cuda di torê de derketin holê û got: “Ev ji bo xebatên pêşiya me weke çirûskekê bû. Ji bo parastina nirxên civakê ev xebat pêwîst bû. Ji ber ku ziman weke hestiyê mirov e. Dema ku hestiyê te tunebe tu nikarî bi ruh bibî. Ji ber wê yekê ziman stûna herî girîng e. Ji ber wê yekê divê xebat di vê qadê de bên kirin. Yê hebûna me diyar dike ziman e. Gotineke mezinên me heye dibên ‘zimanê me laşê me ye, lê zimanê xelkê cilê ser me ye’ ji bo ku tenûra me bi agirê kesî vênekeve divê em li çand, ziman, huner û wêjeya xwe xwedî derkevin. Bi vê yekê ve girêdayî divê parastina nirxên civakî bê kirin.”
‘ZIMANÊ KU ZAROK NE AXIVIN BER BI TUNEBÛNÊ VE DIÇE’
Metîna, dest nîşan kir ku divê gel di qada ziman de bibe xwedî hişmendiyek û ji bo zarokan xebat bên kirin da ku ziman ber bi tunebûyînê ve neçe. Metîna got: "Zimanekî ku zarok ne axivin wê ber bi tunebûne ve biçe. Ji bo teşvîkkirina ziman jî hin biryar hatin standin.”
Metîna, anî ziman ku niha gelek zarok û ciwan nikarin bi zimanê xwe bixwînin û got: “Ji bo ku ziman bibe zimanê perwerdehiyê hewce ye em hinek xebatan bidin ber çavan. Zimanek nebe zimanê perwerdehiyê ew ziman li gor dilê me pêşve naçe.”
‘DIVÊ MIROV BI ZIMANÊ DAYIKA XWE BINIVÎSE’
Metîna, bilêvkir ku heke mirov zimanêkî bide hezkirin divê di wê qadê de cih bigirin û xwedî lê derkevin ü got: “Em wek Koma Helbestan a Amedê vê havînê bajar bi bajar digeriyan bi gel re dihatin ba hev. Kesên ku qet helbestên kurdî nedixwendin xwendin. Di vir teşvîkkirinek heye. Ez bi zimanê dayikê bi sala ne dinivîsim. Ji bo ku yên derdora xwe bikim xwedî hişmendî jî xebatên min hene. Divê mirov ji xwe û derdora xwe dest pê bike. Divê mirov ji zimanê dayika xwe binivîse. Ya girîng ev e. Yaşar Kemal ji bo ku Efsaneya Araratê bi tirkî nivîsiye îro di derveyî welat weki ya tirkan tê hesibandin. Dema ku tu zimanekî din binivîsî ji ziman, nirx û wêjeyên wan re xizmet dikî.”
‘LI HEMBER ÊRÎŞÊN LI SER ZIMAN DIVÊ HEVGIRTINEKE XURT HEBE’
Metîna, destnîşan kir divê di serî de hişmendiya yekitiyê bê avakirin û got: “Li ser vê esasê ji bo ku xwestina mafên ziman hem li her çar perçeyên Kurdistanê hem jî di qada navnetewî de deng vede divê di vî warî de xebat bên kirin. Li gor min xebatên dîplomasiyê jî gelekî girîng in. Ji ber ku li gor hiqûq û zagonên navneteweyî xwedîderketina zimanê dayîkê mafekî rewa ye. Divê di serî de em vê hişmendiyê ava bikin. Dijmin tiştê xurt li ku be êrîşî wê dike. Zimanê kurdî jî xwedî taybetmendiyek gelekî girîng e, ji ber wê bi êrîşên mezin re rû bi rû dimîne. Divê em di wî aliyê de biparêzin. Li hember van êrîşan hevgirtinek xurt girîng e.”
MA / Fahrettîn Kiliç