‘Heke em kurdî biparêzin wê kurdî nemire’

img

AMED - Helbestvan û nivîskar Ayhan Erkmen têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî de anî ziman ku dê bi rik li çand, ziman û hunera xwe xwedî derkevin. Nivîskar Veysî Ulgen jî da zanîn ku di çalakiyên saziyan de dê ewil daxuyanî bi kurdî werin xwendin. Endamê KAYY-DER’ê Kemal Seven jî dest nîşan kir ku heke jin kurdî biparêzin kurdî namire.

Helbestvan û nivîskar Ayhan Erkmen, nivîskar Veysî Ulgen û endamê KAYY-DER’ê Kemal Seven, derbarê Tora Ziman û Çanda Kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayê axivîn. Helbestvan û nivîskar Ayhan Erkmen diyar kir ku xebata Torê xebateke pîroz e û got: “Ji ber ku bi her awayî li ser kurda û çand û zimanê kurdî bişaftinek û tunekirinek heye. Derketina li hemberî wê tiştekî pîroz e. Hewceye ku em çand û zimanê kurdî li hember bişaftin û pêkutiyan li her derê jiyana xwe bidin belavkirin û di civakê de serwer bikin.” 
 
‘ÇAND Û ZIMAN LI HEMÛ JIYANA XWE BELAV BIKIN’
 
Erkmen, da zanîn ku 12 temayên ku di nava torê de cih digirin bi hev ve girêdayî ne û got: “Hewceye ev tema ber bi sazîbûnê vê here. Sazî jî lazim e afirandinên baş, qenc derxin û biparêzin. Li ser ev qas pêkutî û tunehesibandinê du roj têre nake. Belkû çend meh şunde bi periyodîk civîneke din dîsa were kirin. Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd jî bi xwe bihesin û bikevin di nava afirandinekê. Di heman demê de tor peywîra wan tîne bîra wan.” Erkmen, anî ziman ku dê bi rik li çand, ziman û hunera xwe xwedî derkevin û got: “Çand, ziman û hunerê li hemû jiyana xwe belav bikin û serwer bikin û nişanî hemû dinyayê bidin. Berdelên ji bo vê huner, çand û zimanî hatin dayîn ji bo me bi nirxin em jî deyndarê wan in. Ji ber wê yekê em ê xwedî derkevin û pêş de bibin. Ez bawer im 300 kesên tevlî vê komxebatê bûne dê bêtir berhemên afirîner binivîsin û bêjin.”
 
‘BÊ RÊXISTIN KIRIN XEBATÊN ZIMAN NAMEŞIN’
 
Nivîskar û beşdar Veysî Ulgen jî dest nîşan kir ku bê rêxistinbûyînç xebatên ziman nameşin û got: “Mesele gel ji ber zextan newêre bi kurdî biaxive. Rêxistinbûyîn girîng e loma ev komxebat hat li dar xistin.” 
 
Ulgen, da zanîn ku ji niha şûnde di çalakiyên saziyan de dê ewil daxuyanî bi kurdî werin xwendin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Biryarek hat girtin ku ji niha şûnde sazî hemû daxuyaniyên xwe bi kurdî bikin, di çalakiyan de bi kurdî biaxivin û hemû civîn û rûniştinên xwe bi kurdî li dar bixin. Kom çi qas cuda bin jî hemû girêdayî hev in. Ez bawer im dê hemû mase vî barê giran û xweş hilgirin ser xwe. Ji niha û şûnde jî ji bo ziman dê tiştê xweş derkeve holê. Îro siyaseta fermî bi hemû zaravayan ve li dijî zimanî kurdî ye. Dimîlî zêdetir di xetereyê de ye. Divê em li ser hemû zaravayên me bixebitin.”
 
‘KURDÎ NE TENÊ LI BAJARAN LI GUNDAN JÎ TÊK DIÇE’
 
Beşdarvan û endamê Komeleyên Rojhilat û Başûre Rojhilat Kîgî, Karakoçan, Adakli, Alîkariya Civakî ya Yayladere û Yedîsû û Hevserokê Komeleya Avakirin Çandê (KAYYDER) Kemal Seven da zanîn ku pir kêfxweş bûye ku beşdarî komxebatê bûye û got: “Ez dibînim û dijîm ku kurdî hêdî hêdî têk diçe ne tenê li bajaran li gundan jî têk diçe. Niha û pêve bi çarçoveyeke rêgezî, zanetî bi rapor û çavkaniyan em ê xebatê bikin. Li ser perwerdeya ziman di KAYY-DER’ê de ev 10-15 sal in ev xebat tê kirin. Min bi xwe jî 6 salan li wê derê dersa zimanê kurdî da. Lê belê tiştê herî kêm çi ye? Hişmendî ye. Em dixwazin gelê me xwedî li ziman û çanda xwe derkeve û pêş bixe.” 
 
Seven, bilêvkir ku dixwazin ji ber hesasiyeta ziman gel hişyar bikin û wiha berdewam kir: “Divê bi zimanê kurdî, kovar, pirtûk û rojname werin xwendin. Divê zarok di navbera 0-7 salan de hînî zimanê kurdî bibin. Divê li ser ziman xêzefîlm, rêzêfîlm, belgefîlm di televîzyonên me de zêde bên weşandin. Heke zimanê jina têk biçe dê zimanê civakê jî têk biçe. Heke jin kurdî biparêzin kurdî namire.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme