Nivîskar Oremar: Komara Kurd a Mahabad şaş e ya rast 'Komara Kurdîstan e'

img

WAN - Nivîskarê Kurd Kakşar Oramar bi pirtûka “Yadîgerên Komara Kurdîstan a Sala 1946’an-1”  bi xwîneran xwe re hate gel hev. Oremar, bi hevpeyvîn, lêkolîn û wêneyên di pirtûkê de Komaraya  Mahabad a Kurd ronî dike. Oremar, di lêkolînê de nîşandan dide Komaraya ku bi navê  Komara Kurd a Mahabad  tê rewa kirin şaş e û ya rast “Komara Kurdîstan e”. 

 
Nivîskarê Kurd Kakşar Oramar bi pirtûka xwe ya “Yadîgerên Komara Kurdîstan a Sala 1946’an-1”  bi xwîneran xwe re hate gel hev.  Pirtûka ku ji aliyê weşanên Sîtavê ve hatiye çapkirin ji bo dîroka gelê kurd çavkaniyeke girîng û bi wate ye.  Oremar, di  pirtûka xwe de Komaraya Mahabad a Kurd bi dehan hevpeyvînan, lêkolînan û  wêneyan  ronî dike. Li gorî lêkolînên Oremar, dide diyarkirin ku  Komaraya ku bi navê  Komeraya Kurd a Mahabad  tê rewa kirin şaş e û  dibêje ku ya rast  “Komaraya Kurdîstane” Oramera têkîldarî pirtûka xwe pirsên ajansa me bersivandin.
 
Pirtûka te ya nû "Yadîgarên Komara Kurdistan a sala 1946'an-1" di çend salan de amade bû? 
 
Ez ji dil spasdarî we me ku bi van pirsan re dixwazin mijara Komara Kurdistan durist di dema 74'mîn salroja damezrandina wê de hem bi bîr bînin, hem keda kar û xebata min teqdîr bikin û hem jî ronahiyê bêxin ser hibek aliyên wê pêvajoya siyasî ku di demek herî kêm de destkeftên pir mezin li ser navê xwe tomar û kirin malê dîroka me a azadîxwaziyê. 
 
Ji sala 1993'an û şûnde ez li ser vê projê xebitîme, lê dema li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûm derfetên belavkirina wan tinebû û xebatên li ser mijara komara Kurdistanê jî weke taboyekê bûn. Yanî di mijara ku girêdayî “pirsa Kurd” be him rejîma Pehlewî û hem jî Îrana ku meleyan îdara wê dagîrkiribûn, cudatî tinebûye. Mijara komarê çîroka malabata me ye jî, çimkî bapîrê min û babe min her du jî pêşmergeyên komara Kurdistanê bûn. Piştre bapîrê min di rêvîngiya bi nemir Mistefa Barzanî re birîndar bibû û sala 1948'an li Taşkendê şehîd bû. Wî ji kurê xwe ciwan re gotibû” Kurê min êdî dema cudatiya me hat, çavê te li xwîşk û dayîka te hebe, lê wesiyeta min li te be ku di hemû jiyana xwe de Kurd û Kurdistanê qet û qet ji bîr neke. Belkî êdî em qet hev nebînin, lê vê daxwaza min çi cara ji bîr neke…” Bavê min hingî 16-17 salî bû û ew evîna ji doza Kurdistan, fîdakariyên Pêşewa Qazî, Mistefa Barzanî û berdewamiya wê rêbazê weke wesiyet û daxwaza yekê tim bi bîra me dianî. Ez di nava vegotin, bîranîn û axaftinên babê xwe û hinek pêşmergeyên din yên serdema komarê de mezin bûm. Ew li ba hev rûdiniştin û li ser hemû rojên komara Kurdistan û rewşa Kurdan ya wan salan bi baldarî û berfirehî diaxivîn. Min hevpeyvîna yekê li ser mijara komarê tevî babê xwe yê ezîz çêkir, kesê ku heta behsa hemû rojên komarê li Mehabad, Urmiye, Şino û Neqedê jî dikir. Gav bi gav çi hatibû serê wan weke zanayekî dîrokzan ji mêvanên xwe re diaxivî. Hafiza wî pir bihêz bû û kesekî xweş suhbet ku dema dest pêdikir, êdî kes nediaxivî. Piştre Mîna Qazî, Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî û hwd jî ew kes bûn ku min tevî wan gotûbêj çêkirin. Beriya wê min li ser serhildanên rojhilatê Kurdistan û dîroka komarê gelek pirtûk xwendibûn, li min giran dihat dema ku Îraniyan li dijî Şêx Ubyedulahê Nehirî, Simkoyê Şikak û Qazî Mihemed dinivîsîn. Ew nivîsên wan yên tije derew û boxatn bi gotinên babe min re 180 derce cuda bûn û hev nedigirtin. Vê yekê pir bala min kişand. Min xwest ez karekî bikim ku lîstikvanên wê dîrokê, şoreşgerên doza ku Îraniya li dijî xwe binav dikirin, behsa rastiyan ji me re bikim: Aya Qazî Mihemed sîxûrê Rûsa bû? Gelo Mele Mistefa casûsê Ingilîza bû? Aya Simko bi teşwîqa Inglîzan li dijî Îranê serîhildabû? Daxwazên Kurdan ku wan rêberên fîdakar jêre pêşengî kiribûn, çi bûn? Hepveyîvîn wiha çêbûn, anlîz jî li hey xwendina hezaran rûpel nivîsên li ser mijara dîroka Kurdistanê û têbîniyên li ser wan hevpeyvîna çêbûn ku min bixwe amade kirine. Ez ji zarotiyê evîndarê komkirina arşîvê me û li her dera ku min hevpeyvînek amade kiriye, min daxwaza arşîvê jî kiriye. Her wêneyekê weke dukomenetekê biserê xwe dehan peyam têde hene. Li Ewropa carana tenê bi wêneyekê belgefilemek li ser jiyana kesayetiyekê tê çêkirin. Dema mirov bi hezeke bêdawî çû nava mijarekê ku bi qedera siyasî a wî bixwe û gelê wî ve girêdayîye, hingî hemû tişt dikevin pey hev û xebat rengekî mukemiltir peyda dikin. Kar û xebat li ser mijara komara Kurdistan weke deryayekê her carê bêtir ji berê ez birin nava dilê xwe. Ew evîn babê minê zana û dîrokzan hingî xiste nava rih û canê min dema ku bi hêsirên ji xwîna dil behsa şehîdkirina babê xwe, zehmetiyên ku dayîka wî piştre kişandine û salên ku li pey têkçûna komarê di girtîgehê de maye, dikir. Jiyana min û hezaran kesên din wiha girêdayî vê doza pîroz ma û nabe ku daxwazên wan yên nîvcomayî bêencam bimînin. 
 
Teybetiya vê pirtûkê çiye ji bo Kurdekê-î?
 
Taybetmendî ewe ku şahidên dîrokeke zindî bixwe li ser mijarê diaxivin. Xeteke sor biser îdayên wan kesan dikişînin ku dibêjin komar bi îradeya Kurdan ava nebûye. Komar xwedî rêbazeke Kurdistanî bûye û hatina kurdên çar parên welat jî vê rastiyê beyan dikin, lê Îranî dibêjin sinorên komarê biçûk bûn, lê nabêjin ku sinorên wê yên meinewî heya roja îro jî ji hişê civaka Kurd derneketine û bi hêvêyên Qazî dijîn. Derewên ku siyasetmedar û dîrokzanên Îranî li dijî doza siyasî a Kurd li Îranê dibêjin û dinivîsin, bi vê projê re tev vala derdikevin. Çimkî gelek caran rayedarên dewleta Îranê ji nivîskar, lêkolînvan û siyasetmedarên Kurd û biyanî xwestine ku behsa rastiyên doza azadîxwaziya Kurd nekin, çi dixwazin ewê bidin wan, lê bila rastiyên ku Simkoyê Şikak li ser dimeşî dernekvin holê!. Mînaka vê yekê heqê şantajê ye ku dema xwe dane Ebulhesen Seyêfê Elquzat ku dema xwe li ser Simkoyê Şikak helbest nivîsîne û bi dirêjî behsa şoreş û ramanên wî kiriye, lê wan bi nameyekê jê daxwaz kirine ku karekî wiha neke. Ew name niha jî maye li cem kurê Ebulhesen Seyêfê Elquzat maye.
 
Kurdek bi xwendina wan hevpeyvîn û analîzên li ser rûpelekî zêrîn yên dîroka xwe ya azadîxwaziyê yê hem bêtir xwe binase û hem jî êdî baweriya wî bi derew, berevajîkirina rastiyên dîroka têkoşîna Kurd û siyasetên dewletên dagîrker nayê. Ji aliyê din jî kesên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye çêkirin wezîr û birêveberên komarê bûn. Ji nêzve her tişt dîtine. Ew di çavê gel de jî kesên pir xwedî rêz û cihê baweriyê bûn. Mîna Qazî seroka yekîtiya jinan bû ku cara yekê li rojhilatê Kurdistanê hatibû damezirandin, Menaf Kerîmî wezîrê perwerdê, Dr Şemzînî xwendevanê serdema komarê, babê min pêşerge û şervanê wê demê û hwd bûn,… êdî çi ji vê xweştir heye ku em bixwe dîroka xwe binivîsin? Çawa kesekî weke William Egelton ji aliyê din yên dine tê Kurdistanê û dikare li ser komar û dîroka Kurdan binivîse û herkes nêrînên wî bawer bike, lê baweriyê bi wan kesan neke ku serûkaniya pirtûka W. Egelton bûne? Tabetmendiyeke din jî ewe ku ev dîroka me devkî û hemû rastiyên nebihîstî bi belge têde hene. Taybetmendiyên din jî bila bimîn ji bisporên dîrok û xwendevanên ku bi rêya wan analîz û hevpeyvînan dikevin nava dilê mijara komarê.
 
Di pirtukê de tişta mirov der heqê komara Kurdistan de ji nûve fêr dibe çi ne?
 
Wateya fîdakarî, hevgirtin, nasnekirina sinorên destçêkirî, sûdsatandin ji derfetên herî kêm di serdemên herî hesas û tevlîhev yên dîrokê de, û dehan dersên siyasî ku êdî roja îro gel bêtir ji partiyên siyasî dibîne, derfetên ku hingî hatine bikar anîn lê niha partiyên me yên siyasî nabînin û sûdê jê nastînin. Wateya cewherî a fîdakariyê çiye yê di gotin, kiryar û daxwazên Qazî Mihemed û rêberên din yên komarê de bixwînin. Kesek çawa dikare bi canê xwe jiyana hezaran kesan rizgar bike û berevajî yên îro binavê siyasetê ticaretê bi xwîn û qedera miletekî neke. Yekîtî û semîmiyeta ku hingî di nava rêberên Kurd de hebû, lê niha di vê sedsala tije peywendiyên hemû alî de di nava rêberên doza Kurdistanê de tine. Şêx Ehmedê Barzanî, Simkoyê Şikak û Qazî Mihemed mînaka yê rûrastiyê ne. Hingî ew rihek bûn di çend laşan de, lê yên niha tevî hemû mezibûna xwe wiha nînin. Hinek bi fîta dagîrkeran dibine dijminê doza miletê xwe li peçeke din a Kurdistanê û birayên xwe dikujin, lê dîroka bab-kalên xwe ji bîr kirine. Hinek jî dibêjin çima partiyeke bakur tê rojhilat, kar dike û şervanên wê li Kobanî têne şehîdkirin!!. Qazî Mihemed komarek ragehand lê Kurdên çar beşên Kurdistanê li dora wî amade bûn, yên niha ka wiha ne?!! Ez di wê baweriyê de me ku bîr û ramanên rêberekî karîzmatîk dikarin hemû Kurdan bînin cem hev. Qazî kesekî wiha bû lê yên îro piranî wiha nînin û hemû tişt di kirasê daxûyanî û kombûnên bêencam da tê dawiyê. Karê çandî û ragehandinê di çaxê komarê de xwedî bihayekî pir giran bû, lê îro li bakurê Kurdistanê 10% jî Kurd êdî bi zimanê xwe yê zikmakî naaxivin!. Di ragehandinê de serdemeke nû bi çêbûna komarê re dest pêkir, lê em îro li başûrê Kurdistanê tevlîheviyekê di warê ragehandinê de dibînin ku heta xwedîtî ji çand û ziman weke berê nîne. Yanî ew derfetên ku birêveberên komarê di dema 330 rojan da ji bo avakirina sîstem û destpêka pêvajoyekê bikar anîn, di 29 salên temenê desthilata başûrê Kurdistanê nehatine bikar anîn. Ders ji vê mezintir hene? 
 
Rewş û cudahiyên 1946'an û îro çiye?
 
Ji erdê heya esman ferq hene. Di navbera du rengên spî û reş de cudatî çi bin, sala 1945-46'an bi sala 2020'an re rewş û cidatî ewqasin. Çend mînak: Hingî rêjeya xwendewariyê li Kurdistanê 5% bû lê niha 70% zêdetir Kurd xwendene. Mercên siyasî hingî kêm û bertesk bûn, serhildanek li ser piya nemabû, dilê Kurdîniyê tenê li Mehabadê bû, lê niha li çar perçên Kurdistanê dehan partî û rêxistinên siyasî hene. Wan salan şerê cihanî yê duyê hebû, lê di 74 salên bihûrî de gelek derfetên baştir ji Kurdan re hatin pêş, bes sûd ji wan nehate standin. Roja îro tenê para ku li pey rêbaza Qazî û komarê ye Rojavayê Kurdistanê ye. Wan bêtir ji bakur û başûr sûd ji derfetên hatine pêş sûd standin û sîstemek demokratîk ava kirin ku hemû cihan behs dike. Îro roja peywendiyên berfireh bi rêya tûrên civakî û sedan îmkanên dine, lê di wan salan de çapkirina rûpelê daxûyaniyekê pêwîstî bi çend rojan kar û xebatê hebû. Wan salan dijmin weke îro xwedî îmkan nebûn, lê Kurda îmkanên herî biçûk bikar dianîn ku qedera xwe a siyasî bigûherînin, lê îro wiha nîne û rêbaza hemû partiyên siyasî ji hev cuda ye, îcar yê çawa behsa yekîtiya netewî bikin?! Di rûpelên pirtûka min de bersivên zêdetir ji bo vê pirsa we hene.
 
Pirtûk dê çend beş be û wê kengê bê çapkirin?
 
Pirtûk sê pare û ez li ser dixebitim ku îsal heya salroja bilindkirina ala Kurdistanê du cildên din jî amade û bêne belavkirin. Di wan du paran de jî hevpeyvîn bi kesayetiyên din re hene ku hinek ji wan pêşmerge û hinek jî karbidestên komarê ne. Ew du beş xwedî rengînî û taybetmendiyên tije dewlemendî ne.
 
Di pirtukê de zehmetiyen hatin kişandin, xebat, hêz, êş û qehramanî gelek hene, lê gelek peyam jî jibo yekîtiya Kurdan têde hene. Di wê demê de ji bo yekîtiya kurdan çi dihat gotin û îro divê çi bê kirin?
 
Wê demê hemû qêrîn û hewar ev bûn:“ Rêkkewîn ba serkewîn...“. hemû hewldanên aliyê Kurd li dijî peymanên Seidabad, Sever û Syks Pikot bû. Ji sala 1942an û şûnde ku Komeley Jiyanewey Kurd an jî J.K dest bi xebatê kir bi şanoya li jêr navê Dayîkî Nîştiman gel bi naveroka peymana Seidabad hesandin. Hêza gel wiha bû hemû hêza wan. Berî ku li ser rengê dîwarên nava malê şerê hev bikin, binêşe û bingehê stonên û dîwarên xanî lêkirin. Li ser bilindkirina ast rewşenbîriya siyasî-civakî a gel xebat û têkoşana kesayetî, siyasetmedar û heta meleyên nava mizgeftan şev û rojane berdewam bû. Erkên wan wisa pîroz bûn ku weke îbadetê dihesibandin. Hingî eşqa doza Kurdistanê xwedî tam û çêjeke din bû, teva serxwebûna Kurdistanê dixwestin û sinorên siyasî li ser axa xwe ne di gotin û ne jî di kiryarê de nedipejirandin. Mixabin em di roja îro wan xweziyan di nava gelê hemû Kurdistanê de dîbînin lê partiyên me li ser vê yekê nakokin. Daxwaz yek nînin û êdî hevgirtin jî wiha çênabe.
Di hinek hevpeybîna de min pirseke wiha kiriye:“ Gelo li gor we heya sala 2000an Kurd yê bibine xwedî dewletek serbixwe?!“, baştire bersiva wan di pirtûkê de bixwînin û ez li vira tiştekî nanivîsim. Çimkî pareke bersiva vê pirsa we di wira de heye.
 
Keda ku min li pey vê proja dîrokî daye, bi îmkanên herî biçûk mezin û bêdawîye. Ji roja destpêkirina hevpeyvîn û komkirina arşîvê pirî caran mirin li ber guhê min derbas bûye. Ji hêlekê parastina asrşîva dîrokekê û ji hêla din jî li berçavgirtinê aliyê exlaqî yê parastina emniyeta jiyana wan kesên ku hevpeyvîn bi wan re dihate çêkirin, pêwîstî bi prensîpên exlaqê ragehandinê hebû. Di karê rojnamevaniyê de ev pirensîpeke bilind a karê me ye. Min hemû hewlên xwe dan ku daxwazên wan kesan bi cih bînim ku tim dawa dikirin gotin û nêrînên wan weke xwe û bêsansor bêne belav kirin. Kesên ku dil û mejiyê wan tije gotin û razên nebihîstî an jî veşartî bû bi vê pirtûkê re wenda nebûn. Baş tê bîra min dema min pareke hevpeyvîna xwe a bi nemir Mîna Qazî re di Med TV da belavkir, wê bi dilekî xweş û girnijîneke tije wate peyameke wiha da min:” Êdî ez dizanim ku ger bimirim jî lê bi rêya hevpeyvîna bi te re me mîratek bihagirantir ji hemû male dinê ji mirinê rizgar kir. Bi karekî wiha re we riha Qazî û hemû şehîdên doza Kurdistanê şakir, ez nizanim bi çi zimanekî qedirnasiya xwe ji we re beyan bikim….”
Bi vê gotina dîrokî re ez spasdarî we û pirsên we yên balkêş li dor pirtûka Yadîgarên Komarê me. Li benda pêşniyar, rexne, nêrîn û daxwazên we û xwendevanên we me. 
 
MA / Adnan Bîlen