AMED – Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir. Dê di sibatê de lîstikên “Tartuffe”, “Xwezgînî”, “Dawiya Dawî” û “Xewna Şeveke Havînê” derkevin ser dikê.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya lîstikên şanoyê ya meha sibatê ku dê derkevin ser dikê eşkere kir. Seranserî meha sibatê dê lîstikên wek “Tartuffe” ya nivîskarê lîstikê yê Fransî Molîêre, lîstika “Xwezgînî” ya Şaliko Bêkes, lîstika “Xewna Şevek Havînê” ya William Shakespeare û lîstika-upê ya “Dawiya Dawî” ku lîstikvan Ozcan Ateş çêdike dê werin nîşandan. Her wiha dê Platforma Sûsma jî panela bi ser mijara “Li bajarên kurdan bandora polîtîkaya qeyûman a li ser çand û hunerê” bê lidarxistin.
Bernameya lîstikên meha sibatê ku li ser dika Şanoya Bajêr a Amedê werin pêşandan wiha ye:
“Tartuffe”
7-8-14’ê sibatê saet 19.30: Şanoya Bajêr a Amedê.
Nivîskar: Moliere
Derhêner: Ruknettîn Gun
“Xwezginî”
21’ê sibatê saet 19.30: Şanoya Bajêr a Amedê
Nivîskar: Şaliko Bêkes
Derhêner: Şaliko Bêkes
22’ê sibatê saet li 15.00’an panela Platforma Sûsma
“Li bajarên kurdan bandora polîtîkaya qeyûman a li ser çand û hunerê”
Axaftvan
Şenay Aydemîr/Nivîskara Sînemayê
Firûze Engîn/Mala Pêşandanê ya Bereze
Dîcle Anter/Midurê berê yê Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê
Ruknettîn Gun/Şanoya Bajêr a Amedê
Moderator: Ozkan Kuçuk /Nûnerê Platforma Sûsma yê Amedê
“Dawiya Dawî” (Stand Up)
22’ê sibatê saet di 19.30’an de: Şanoya Bajêr a Amedê
Derhêner: Kemal Gokhan Gurses
“Xewna Şeveke Havîne”
28-29’ê sibatê saet di 19.30’an de: Şanoya Bajêr a Amedê
Nivîskar: William Shakespeare
Derhêner: Ferhad Feqî