AMED – Li Amedê, Platforma Sûsmayê der barê polîtîkayên qeyûman û tesîra wan î li ser çand û hunerê panelek li dar xist.
Li Amedê, Platforma Susmayê der barê sansur û otosansurê de li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê panelek li dar xist. Di panelê de polîtîkayên qeyûman û bandora wan î li ser çand û hunerê hatin nîqaşkirin. Panel bi moderatoriya Ozkan Kuçuk û bêjeriya Derhêner Ruknettîn Gun, Nivîskara Sînemayê Şenay Aydemîr, Midûrê Sînemaya Yilmaz Guney a Şaredariya Bajarê Mezin ê berê Dîcle Anter û ji Şanoya Berezê jî Fîrûze Engîn hat lidarxistin.
Panel, ji du beşan pêk hat û bi axaftina moderator Ozkan Kuçuk dest pê kir. Kuçuk, di axaftina xwe de qala sedema panalê û polîtîkayên qeyûm û bandora polîtîkayên navbirî ya li ser çand û hunerê kir. Kuçuk got: "Qeyûman, ewilî peykerên mîna Bîrdariya Roboskiyê ku ji bo vî gelî sembol in ji holê rakirin û li şûna wan li her deverên bajêr alaya xwe daçikandin."
‘ÇÎROKA ÇEWİSANDINÊ TIM EYNÎ YE’
Piştî Kuçuk Dramturgê Şanoya Bajêr a Amedê Ruknettîn Gun axivî û bal kişand ser mudaxaleyên qeyûman ên ku ji sala 2016'an ve li ser qada çand û hunerê kirine û got: "Ji sala 1994'an ve polîtîkayên dewletê yên li ser şanoyê tim berdewam kirin. Bi desteserkirinb jî çewisandinên li ser şanoyê berdewam kirin. Piştî 20 salan çirokên çewisandinê vegeriyan ciyê xwe."
Gun, bal kişand ser rewşa şanoya bajêr ku lîstikên xwe tenê bi kurdî û zaravayên wê dileyze û got: "Li welat her ku diçû şano û bandora şanoyê ber bi xelasbûyînê ve diçû, lê li Kurdistanê jî her diçû serîlêdanên ji bo şanoyê zêde dibûn. Şanoya Bajêr pişta xwe daye gel û eleqeya herî mezin jî ji gel digire."
‘SÎNEMAYA YILMAZ GUNEY BILA JI NÛ VE BÊ AVAKIRIN’
Dîcle Anter jî der barê Sînemaya Yilmaz Guney a li Êlihê ku qeyûm ew desteser kiribû û paşê şewitîbû û got: "Berê bajarê Êlihê wekî bajarekî bênasname dihat binavkirin. Bi avakirina Sînemaya Yilmaz Guney êdî wisa dihat binavkirin. Sinemaya Yilmaz Guney, rihekî nûjen li Êlihê ava kiribû. Hewce ye ku ew sînema ji nû ve were avakirin û şaredarî vê sînemayê ne li Esentepeyê li ciyê wê yê berê ava bike."
‘ÇÊKIRINA FILMÊN KURDÎ DERIYÊ HEPSAN VEDIKE’
Nivîskara Sînemayê Şenay Aydemîr jî diyar ku her kes dikare filmên bi kurdî çêbike, lê gava tên çêkirin jî mirov hew dibînin ku deriyê hepsan ji mirov re vedibin û ev yek helbet dibe sedema astengiyan û afirandina mijarên nû yên di sînemayê de.
Fîrûze Engîn jî bal kişand ser mijara çewisandinên li ser şanoyên li Stenbol, Enqere, Kocaelî û Antalyayê û got: "Tecrubeyên min î li Amedê di jiyana min de hin deriyên din vekirin. Bi taybetî jî rojên ku min li Amedê li Aram Tîgranê derbas kirî bi min dan famkirin ku çi qas çewisandin hebe, piştgirî hê zêdetir dibe li ser vê axê. Ya din jî serdema berxwedana Kobanê zimanê hûnerê yê nêrza jî guherand."
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.