ÎZMÎR - Di serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de rêveberên DEM Partî, DBP, HDP, Avesta û Ege TUHAYDER’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Îro di danê sibehê de polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Nûnerê Herêma Egeyê yê DBP’ê Aslan Kizil, endamê PM’a HDP’ê Aydın Çetînkaya, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê Ramazan KaygisizHevserokê DEM Partiyê yê navçeya Menemenê Ekrem Karakoç û rêveberên EGE TUHAYDER’ê yên berê Selma Altan, Hediye Tekîn û Îsmet Akdemîr bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê tên ragirtin.
Parêzer Mecît Yildlrim da zanîn ku di dosyayê dosyayê ji bo 24 saetan biryara “bisînorkirinê” hatiye dayin lewma nekarîne bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.