Li Êlihê Mala Dengbêjan ji nûve hat vekirin

img

ÊLIH – Li Êlihê Mala Dengbêjan a ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, piştî 3 sal û nîvan ji dîsa hat vekirin. Dengbêj Ehmedê Xî da zanîn ku ew çanda dîroka sedên salan birêve dibin û dê dengbêjên ciwan têbigihînin. 

Di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin û qeyûm gelek saziyên çand û hunerê yên şaredariyê girtibû. Yek ji van saziyên hatibû girtin jî Mala Dengbêjan bû. Mala Dengbêjan 3 sal û nîv girtî hat hiştin. Şaredariya Êlihê ya HDP’ê dîsa ji nûve Mala Çandê ya Dengbêjan vekir. 2 jê dengbêjin bi giştî 11 dengbêj li vir xebatên çanda dengbêjiyê birêve dibin. Her roj du dengbêj mêvanên xwe diezimînin û her roja şemiyê jî dîwana dengbêjan tê danîn û kilam, stran û çîrokan ji beşdaran re dibêjin. 
 
‘NIKARIBÛN ZIMANÊ ME QEFLE BIKIN’ 
 
Ji dengbêjan Ehmedê Xî bal kişand ser girîngiya birêxistinkirin û pêşxistina çandê ya ji nûve vekirina Mala Dengbêjan û got: “Vekirina mala dengbêjan dê pêşî li jibîrkirina dengbêjiyê bê girtin. Wê bi mala me re çanda dengbêjiyê zindî bimîne. Em ê li vir dengbêjiyê bidin danasîn û ji bo gihandina dengbêjan dê alîkariyek girîng bê kirin. Bi tayînkirina qeyûm re ewilî saziyên çandê hatin girtin. Girtina saziyan tunekirina çand û hunera kurdî ye. Qeyûm derî girtibû. Lê belê nikaribû ziman û dilê dengbêjan qefle bike. Mala me hat girtin lê em nesekinînin. Me li her deverê kilamên xwe digot. Me li her cihî vê kevneşopiyê dewam kir û kilamên xwe gotin.” 
 
'ÇAVKANIYA ME TÊKOŞÎNA GEL E’
 
Xî destnîşan kir ku çanda dengbêjiyê ne ew çand e ku serê xwe bitewîne û got: “Me sebir û em sekinîn. Me bi kilamên xwe tiştên diqewimin anî ziman. Şaredariyê Mala Çandê ya Dengbêjiyê ku beşej çanda gel e vekir. Nayê wê wateyê ku em ê tenê li vir bin. Em di nav gel de ne. Çimkî çavkaniya me êş, têkoşîn, berxwedan û tiştên serê gel e. Em veguhezêr û qasidên çanda hezarên salan in. Ji ber vê yekê jî yek ji armancên me yên li vir danasîna dengbêjiyê ye û em ê ciwanên xwe têbihînin.” 
 
‘DENGBÊJÊN JIN ÊN NAVÊ WAN NEHATIYE BIHÎSTIN HENE’ 
 
Ji dengbêjên jin Perîxana Şirnexî jî da zanîn ku bi sedan jinên dengbêj hene ku nav û dengê wan nehatine bihîstin û wiha got: “Dema qeyûman deriyên saziyên çand û hunera kurdî girtin, dixwestin navê dengbêj û hunermendan were jibîrkirin. Lê îro bi sedan jinên dê vê çandê birêve bibin û nahêlin were jibîrkirin hene.” 
 
MA / Metîn Yoksû